Faşîstan êrîşî xwendekaran kirin
MELETÎ (DÎHA) - 2 xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Înonû ya Meletiyê dixwinin şevê din rastî êrîşa komek faşîst hatin. 2 xwendekarên ku rastî êrîşa faşîstan hatin bi sivikî birîndar bûn û hevalên wan ên hatin cihê bûyerê bi gefên biçek ên faşîstan re rû bi rû man.
2 xwendekarên kurd ên Zanîngeha Înonû ya Meletiyê şevê din xwestin biçin mala hevalên xwe ji aliyê komek faşîstan a ku ji 10 kesan pêk dihatin şopandin û rastî êrîşê hatin. Di bûyera ku li taxa Kavaklibagê rûdan xwendekar bi awayek sivik ji êrîşê filitîn, piştî bûyerê koma faşîst ji cihê bûyerê reviyan. Xwendekarên kurd ên hatin cihê bûyerê êrîşê şermezar bikin polîsên çevîk hatin cihê bûyerê û di nava polîs û xwendekaran de nîqaş derket, xwendekarên cihê bûyerê belav bûn ku xwestin biçin malê 100 metre durî cihê bûyerê cara 2'yemîn rastî êrîşa faşîstan hatin û gefa bi çek li xwendekaran xwarin.
Piştî rêveberên saziyên sivîl ketin navberê xwendekarên kurd çûn malê xwe, hate îdiakirin ku 3 kesên di destê wan de çek hebûn li wesayîtek spî a polîsan siwar bûn bi awayekî lezgîn cihê bûyerê dûr ketin.
Bûyerên ku heta derengiya şevê dewam kir. Li aliyê din polîsan heya serê sibê li ber avahiya HDP û Komeleya Xwendekarên Azad man.
(oî/wk)