1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Fecîra: Jin, xwezayî û afîner in
Fecîra: Jin, xwezayî û afîner in,fecîra,jin,xwezayî,û,afîner,in

Fecîra: Jin, xwezayî û afîner in

'Jin û roj weke hev xwedî hêza afirandinê ne'

A+ A-

DÎCLE MUFTUOGLU Sînemavan Pîran Baydemîr di belgefîlîma xwe ya nû ya bi navê Fecîra re xwezaya Dêrsîmê, jiyana 3 jinan û tenêtiya wan vedibêje. Baydemîr, diyar kir ku jin jî weke rojê xwedî hêza jiyanê diafirîne ye û bi vê yekê xebata fîlmê kir.

Derhêner Pîran Baydemîr bi belgefîlam xwe ya nû "Fecîra" re jin, xwezaya Dêrsîmê û tinetiya wan jinan vedibêje. Belgefîlîmê dê di 32'yemîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bê pêşandan. Sînemavan Baydemîr têkildarî belgefîlîm û sînamayê de agahî dan. Baydemîr, diyar kir ku ji ber nirxên pê bawer derbixe ber çava dest bi sînemavaniyê kir. Baydemîr, çîroka xwe ya eleqedariya bi sînemayê re wiha vegot: "Daxwaza min a sînemavaniyê bikim bi temaşekirina klîba Mehmet Atli ya bi navê Dengê Dilêmin a di Gun TV de hate weşandin bi tesadûfî dest pê kir. Yekemîn car min fîlîma kurdî diaxivî temaşe kir. Vê yekê daxwaza bi zimanê xwe sînemanyê bikim çêbû. Pişt re min Kuluba Sînemayê ya Amedê nasî. Li vir min fîlîmên Heneke, Yilmaz Guney, Godart, Halîl Dag gelek kesêndin temaşekirin û xwendin. Ez tevlî atolyeya sînemayê ya Şaredariya Bajarê Mezin bûm. Pişt re min Beşa Sînemayê ya Akademiya Hûnerê ya Cegerxwîn a ji 2 salan pêk tê qetand."

'Jin û roj weke hev xwedî hêza afirandinê ne'

Baydemîr, anî ziman ku xebata wî ya sînemayê ya ewil Yew Roj a ku cînayetên jinan vedibêje bû û wiha axivî: "Fîlîma min a duyemîn Rezonse li ser bendavên li Dîcleyê bû. Herî dawî jî belgefîlma Fecîra ye. Fecîra bi zaravayê Kirmançkî tê wateya 'Tîrêjên rojê ên ewil' û weke navê jinê jî tê bikaranîn. Jin jî weke rojê xwedî hêza jiyanê biafirîn e. Li ser vê yekê min xwest vê fîlîmê çêbikim." Baydemîr, da zanîn ku 3 sal berê li Dêrsîmê bi jina bi navê Devrîm re çû gundê wan û bi kemereyê dîmen kişandin piştî vegeriya malê û ew dîmen temaşe kirin biryara belgefîlîmê bikêşa girt.

Baydemîr, bilêv kir ku di belgefîlmê de li Dêrsîmê 4 demsal nîşan dan û wiha pê de çû: "Xwezaya Dêrsîmê gelek bibandor e. Mînak xaltiya Besna dema lorîk dibarand ev yekê tenê nedibo lorîka xaltiya Besna dibû ya hemû Dêrsîmê. Me jî xwest wê xwezayê bi 4 demsalan bijîn." Baydemîr, destnîşan kir ku zaravayê Kirmançkî ya kurdî li ber windabûnê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji xwe di mijara zimanê zikmakî de ji geşedanan keyfxweş nin e. Em dizanin ku kurmançkî li ber windabûnê ye. Ev fîlîm ji bo balê bikşîne ser vê yekê me kêşand."

Pêşandana yekemîn di mihîrcanê de ye

Baydemîr, anî ziman ku dema behsa Dêrsîmê tê kirin komkujiya 38'an tê bîra mirovan. Baydemîr, da zanîn ku êşên wê demê hatin jiyîn nayên jibîrkirin.

Yekemîn pêşanda belgefîlîma Fecîra dê di 32'yemîn Mîhrîcana Fîlma Navneteweyî ya Stenbolê de di 9'ê nîsanê seat di 21.30'an li Muzeya Perayê dê pêk bê.

(bd/mae)