Fedaiyê Şex Seîd Mehê Evdê û xiyaneta sed salî
Zana Azadî
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Di ser serhildana Şêx Seîd re 91 sal derbas bûn. Lê belê komkujî û êşên wê demê û yên niha weke hev in... Yên komkujiyê dikin yek in, yên rastî komkujiyê tên heman mirov in...
Hingî Plana Şar Islahat hebû. Niha Plana Têkbirinê heye.
Bi van planan re Kurd hatin qirkirin, tên qirkirin.
Di salên 1925-1930 de CHP a Kemalîst mîmarê Qirkirina Kurd bû.
Niha Kemalîst a Kesk AKP mîmarê Qirkirina Kurdan e.
Di dema Şêx Seîd de berxwedêr hebûn. Yên xiyanet kirin jî hebûn.
Gelê Kurd ji berxwedêran re digot fedaiyên Şêx Seîd, ji yên xiyanet dikirin re jî digot Roma Bêbext (Kurdan di wê demê de dewleta Tirk weke dewama Bîzansan didît, lewma ev nav lê dikir) an jî ji wan re digotin çeteyên hikûmetê.
Di nava fedaiyên Şêx Seîd de yên herî girîng, yên ji bo rizgarkirina navenda bajarê Amedê ji bin dagirkeriya dewleta Tirk bûn.
Fedaiyên Şêx Seîd, şervanên ji eşîrên cuda yên herî egîd û wêrek bûn. Bi giranî ji nava eşîrên li herêma çiyayî ya li bakurê Amedê bi dildarî dihatin hilbijartin.
Ev fedaî bi hin rêyên veşartî re ketin navenda bajarê Amedê.
Navenda bajarê Amedê wê demê bi tenê Sûr bû, ku niha bûye qada şerê navbera şervanên YPS'ê û dewleta Tirk.
Navenda bajarê Amedê ji Keleha Amedê û nava kelehê pêk dihat.
Hingî ne Yenîşehîr, ne Ofîs, ne Rêzan, ne jî Peyas hebûn.
Fedaiyên Şêx Seîd di destpêka şer de li hemberî artêşa Tirk serdest bûn.
Roma Bêbext dema li pêşberî fedaiyên Şêx Seîd têk çû, serî li dek û dolabên tên zanîn da.
Di destpêkê de hin çeteyên ji girtîgehan derxistî, xist dewrê. Bi rêya van çeteyan, mal û milkên esnafên Amedê talan kirin. Dizî kirin.
Ev talan û dizî ya Roma Bêbext, weke ku fedaiyên Şêx Seîd kirine, nîşan dan.
Bi vê rêbazê re herikîna şer guhert. Hin esnaf jî ber bi aliyê xwe ve kişand û li hemberî fedaiyên Şêx Seîd da şerkirin. Ji ber vê yekê, fedaiyên Şêx Seîd ji neçarî xwe vekişandin.
Careke din berê xwe dan çiyê.
Di nava van fedaiyan de yek hebû. Navê wî Mehê Ev (Mehmet Gurkan) bû.
Ji gundê Geliyê Şernan-Geliyê Rîz-Xizginos bû, ku ev gund hingî ser Liceyê ve bû û niha bi navçeya Çewlik Dara Hênê ve girêdayî ye. Endamê eşîra Şernanê bû. Mîna fedaiyên din ên Şêx Seîd, berê xwe da çiyê.
Dewleta Tirk, di sala 1925'an de 2 sal piştî Serhildana Şêx Seîd di sala 1927'an de bi navê Tevgera Pêçar Tenkîlê, hemû gund û bajarên tevlî Serhildana Şêx Seîd bûn, şewitand, xera kir.
Qirkirin kir.
Kurdên dîl girt, yek bi yek qetil kir, yên mayî jî sirgûn kir.
Piştî qeirkirinê efûya teslîmiyetê derxist.
Tevî ku dewleta Tirk bi her awayî rêbazên qirkirin û teslîmgirtinê xist dewrê jî, Mehê Evdê (Mehmet Gurkan) teslîm nebû, li ber xwe da.
Dewlet Tirk vê carê li hemberî Mehê Evdî serî li lîstikeke nû da.
Çeteyên hukmat, ku mîna cerdevanên niha ne, weke kujerên kirêkirî yên paramîlîter xist dewrê. Ji van kujerên kirêkirî ji gundê Êlî Mîran Êlê Husê (Alî Elîveren), ji gundê Vartugê Evdê Mele (Abdullah Kabayel) û Hasan Kabayel wezîfedar kir.
Van kujerên kirêkirî bihîstin Mehê Evdê û birayê wî Ehmê Evdê li aşê Rîzê genim dihêrin. Ya trajîk ew e ku di nava van kûçikên nêçirê yên kirê kirî, ku ji bo kuştina Mehê Evdê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirêkirin, ji xalên Mehê Evdê Evê Mele (Abdullah Kabayel) jî heye.
Çeteyên kirêkirî ketin ser rê û xwe gihandin aşê Rîz.
Şev bû, tarî bû.
Çeteyan di nava tarîtiyê de bang li Mehê Evdê û Ehmê Evdê kirin. Li ser navê çeteyan xalê Mehê Evdê Evdê Mele bang li wan kir.
Û got, 'Xwarzîno! Em di rê de derbas bûn, me got em we bibînin. Hûn me weke mêvan qebûl dikin?"
Mehê Evdê ji birayê Ehmê Evdê re dibêje, "Em van nexin hundir. Ev çeteyên hikûmetê ne. Bawerî bi van nabe."
Birayê wî Ehmê Evdê jî dibêje, "Xalê me ne. Eger em wan nexin hundir wê eyb be, bêhurmetî be. Eger gel bibihîze em bi vî rengî dikin, hingî em ê çawa piştre bikevin nava gel. Xalên me ne, çawa dikarin nebaşiyê bi me bikin?"
Mehê Evdê got, "Xetere ye, lê dîsa jî em bi ya te bikin û wan qebûl bikin" bi vî rengî ew xistin hundir.
Çete ketin hundir. Evdê Mele got, "Xwarzîno! Genim tê hêrandin, gelekî deng heye. Em hinekî xal xwarzê sohbet bikin? Avê bisekinînin, navberê bidin hinekî em biaxivin." Li ser vê yekê Ehmê Evdê diçe ava tê ser aş bisekinîne.
Xal û xwarziyê dest bi sohbetê dikin.
Di dema wê sohbetê de Evdê Mele radihêje çeka Bruno ya Mehê Evdê ku Kurd jê re dibêjin Mawzer û her pênc fîşekên tê de derdixîne. Piştî demekê, ev her sê çeteyên kirêkirî debanceyên xwe dikişînin û berê wan didin Mehê Evdê û birayê wî. Fedaiyê Şêx Seîd Mehê Evdê gelekî xurt û jêhatî ye. Bi jêhatîbûna xwe re pihînekê li Mehê Evdê dixe û wî bê bandor dike. Radihêje Mazera xwe û berê wê dide wî. Pêl li tetîkê dike lê çek nateqe, cara duyemîn pê lê dike lê dîsa nateqe. Ji ber ku kujerê kirêkirî yê delweta Tirk Evdê Mele fîşek berê jê derxistibû.
Çeteyên din Êlê Husê û Hasan Kabayel, birayê Mehê Evdê yê destvala Ehmê Evdê (Ahmet Gurkan) bê bandor dikin û girê didin. Û dûre berê debanceyên xwe didin fedaiyê Şêx Seîd Mehê Evdê û wî qetil dikin.
Çawa ku DAIŞ niha li pêş kamerayan mîna heywanan serjê bikin serê mirovan jê dikin, damezrînerên DAIŞ'ê çeteyên dewleta Tirk jî bi heman rengî serê fedaiyê Şêx Seîd Mehê Evdê jê dikin. Mîna ku DAIŞ serjêkirinê dide temaşekirin, serjêkirina Mehê Evdê bi birayê wî Ehmê Evdê didin temaşekirin.
Dixin hundirê kîsekî û dibin ji leşkerên dewleta Tirk a dagirker ên li gundê Vartugê.
Leşkerên dewleta Tirk jî weke xelat 1 Mecdî (pereyê zîv ê qîmeta xwe 5 quriş e ku li ser navê Padîşahê Osmanî Abdulmecîd hat çêkirin) dide kujerên kirêkirî. Neviyên van çeteyên kirêkirî jî hînê li ser navê dewleta Tirk heman wezîfeyê didomînin. Xiyaneta wan a sed salî dewam dike.
Ji zarokên Êlê Husê (Alî Elîveren) ê ji gundê Êlî Mîran Mahmût Elîveren, di Hezîrana 1984'an de îxbara komeke gerîlayên PKK'ê ya ji 6 kesan kir. Da pêşiya leşkerên Tirk û li geliyê gundê Naxşurê li hemberî gerîla şer kir. Di wî şerî de tiştek bi gerîlayan nehat. Leşkerekî Tirk birîndar bû.
Mahmût Elîveren di sala 1990'î de careke din leşkerên Tirk xist mala xwe ya li gundê Êlî Mîran û li mala xwe ew veşart. Gerîla anî heta ber derî û xist kemînê. Rê li ber şehadeta 2 gerîlayan vekir. Neviyên 2 çeteyên din ên ji gundê Vartugê Evdê Mele (Abdullah Kabayel) û Hasan Kabayel jî, hin jê bûn cerdevan hin jî bûn Hizbulkontra. Ji tetîkkêşên sereke yên dewleta Tirk in li Çewlik-Darahênê û Amedê. Îlyas Kabayel ji nava çeteyên Hizbulkotra yek ji yên herî har e.
Dewleta Tirk di sala 1927'an de di Tevgaer Pêçar Tenkîl de gundên Êlî Mîran û Varguê şewitand, xera kir, komkujî kir.
Dewleta Tirk mîna sala 1927'an di sala 1994'an de jî gundên Êlî Mîran û Vartog şewitand, xera kir. Keçeke biçûk a ji gundê Vartugê li kadîna gundikê Karzel kilît kir. Mal da ber agir. Tevî malê ew keça biçûk bi zindî şewitand. Neviyên dijminên Şêx Seîd jî, ji şewitandin, hilweşandin û komkujiyên wehşî yên sala 1994'an ên dewleta Tirk ders dernexistin.
Ew jî mîna kalên xwe, li hemberî Kurdan, li cem dewlet Tirk in. Hudapariyên Hîzbulkontra çiqasî hewl bidin maskeya Şêx Seîd deynin ser rûyê xwe jî, heqîqetek heye ku tê zanîn; ji wan bêhtir ti kes ne dijminê Şêx Seîd û Kurdan e.
Gotineke damezînerê Nûrîtiyê Seîdê Kurdî heye, dibêje; "Dem wê bê, dijmin wê xwe bi posta Nûr nîşan bide." Gotina wî bi cih hat. Dijminên Kurdan Fetûllahî, Kirkinci Hocacilar, Yazicilar, Yenî Asyacihar hemû xwe bi posta nûr nîşan didin. Bi vê rêbazê re hewl dan Kurdan qir bikin û bikin Tirk. Ji hin aliyan ve bi ser ketin.
Ajan, cerdevan û Hudapariyên Hîzbulkotra yên Kurdan qetil dikin, ew jî xwe bi posta Şêx Seîd nîşan didin. Ev Hîzbulkontra ji xwe re dibêjin Seriyyeyên Şêx Seîd û Kurdan qetil dikin. Hudpariyên Hîzbulkontra di 9'ê Hezîrana 2015'an de li Amedê Bayram Dagtan, Bayram Ozelçî, Emîn Esen û Fesîh Cînakli qetil kirin. Bayram Dagtan ê 65 salî yê ji gundê Comelaş ê Liceyê, dema li mala xwe nimêj dikir, li pêş çavên keça wî bi 16 fîşekan hat qetilkirin. Kalê Bayram Mahmût û bavê kalê wî Huseyîn, di 27'ê Mijdara 1927'an de dema Tevgera Pêçar Tenkîl pêk hat, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Birayê mezin ê Bayram Remzî jî di sala 1991'ê de ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kuştin. Bayram ê ji dema Şêx Seîd mayî, ji aliyê Hîzbulkontrayan ve hat qetilkirin.
Piraniya kesên îro li Kurdistanê ajan, hîzbulkontra û cerdevan in, kalkên wan jî di dema Serhildana Şêx Seîd de li cem TC cih girtin. Tiştekî rasthatî nîne ku vana li dijî Şêx Seîd û Kurdan, li cem dewleta Tirk cih girtine. Mirov li malbatên Elîveren û Kabayel binêrin bes e, ji bo fêmkirina ajan û Hîzbulkontrayên Tirk.
Kalkên wan di dema xwe de dijminên Şêx Seîd û Kurdan bûn. Bi rêbaza DAIŞ'ê serî jê dikirin. Niha jî neviyên wan dijminê Kurdan e. Em dizanin Şêx Seîd dema diçû sêdarê bi serbilindî digot, "Neviyên me wê tola me hilînin."
Neviyên Şêx Seîd niha li Amed-Sûrê ne. Li bajarên din ên berxwedanê yên Kurdistanê ne. Neviyên Şêx Seîd û fedaiyê Şêx Seîd Mehê Evê, li Amed-Sûrê wasiyeta kalên xwe bi cih tînin. Yanî li holê fedaîtiyeke sed salî heye. Xiyaneteke sed salî jî heye. Fedaîtiya sed salî mezin dibe û didome. Xiyanet jî her diçe biçûk dibe.
Ya bi ser bikeve fedaîtî ye.
Yên bi ser bikevin neviyên hemdem ên berxwedê ên Şêx Seîd in, ku niha li Sûrê ne.