Federaliya Demokratîk -5
Kakila xweseriyê: Komîn û meclîs
ARÎN DENÎZ – CÎHAD ROJ
NAVENDA NÛÇEYAN – Komîn û meclîs herêmên Xweseriya Demokratîk stûnên bingehîn ên sîstemê pêk tînin in. Ji siyaset, parastin hetanî perwerdehî, dadmendî, aborî, venêrandin, jin û ekolojiyê lingên pergalê di komînan de hatine avakirin. Lewma komîn û meclîs wekî ‘Kakila Xweseriya Demokratîk’ têne pênasekirin.
Sîstema Xweseriya Demokratîk berevajî sîstemên netewdewlet û desthilatdariyê ji jor de na, ji jêr ve xwe birêxistin dike. Bi gotineke din, bi armanca ku tevahiya beşên civakê tevlî karê rêveberiyê bike û rêya desthilatdariyê bigire, ji yekeyên herî biçûk ên civakê destpê dike. Di sîstema xweser de ev wekî komîn û meclîs hatine pênasekirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava komîn wekî “Hucreye rêveberiyê ya herî biçûk” pênase kiriye.
Di Reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Suriyeyê de di “Beşa Civakî” de cihekî girîng ji komînê re hatiye veqetandin. Di xala 54’an de şeklê rêxistinkirina gel wiha hatiye pênasekirin: “Gel di Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê de jiyana xwe ya civakbûyîna demokratîk û azad li ser bingeha sazkirina komîn, akademî, kooperatîf, yekîtî û mecalisan birêxistin dike.”
Di xala 57’an de jî komîn wiha hatiye pênasekirin: “Ev şêweya rêxistinbûyînê ya bingehîn û sereke ye ji demokrasiya rasterast re. Li qada xwe ya rêveberî û rêxistiniyê dezgeha biryardayîn û rêveberiyê ye. Komîn weke meclisek serbixwe di hemû qonaxên çêkirina biryarê de, dixebite.
Wê demê komîn û meclîs çiye û çi girîngiya wan heye?
Têgeha “Komîn” di zimanê arî de tê wateya kombûnê. Koka vê peyvê ji zimanê Kurdî tê. Nexasim di zimanê kurdî yê îroyîn de jî peyva “kom, kombûn” tê bikaranîn. Komîn di dîrokê de weke pêngava yekemîn a civakîbûnê ku temenê wê vedigere heta 10-11 hezar sal beriya niha. Bi gotineke heta qonaxa kilanan diçe. Yanî klan wekî komînên yekemîn tên zanîn.
Komîn hucreya civakê ya herî biçûk e. Tê wateya ku komeke mirovên ku bi hev re li heman cihî de dijîn. Ev kom parastin û rêvebirina xwe dikin, di warê çandî, tenduristî, civakî, aborî û hwd. de hevgirtineke li ser bingeha jiyana hevbeş ava dikin. Komîn her wiha di mijarên fikir, nasîn, afirînerî, exlaqî û civakîbûnê de formek jiyanê çêdike. Aliyê mirovî û civakîbûnê derdixîne pêş, lewma dema kesek derdikeve derveyî komînê, ji civakîbûnê derdikeve.
Meclîs jî wekî “kombûna komînan” tê pênasekirin. Bi pêşketin û mezinbûna civakê re, di navbera komînan de jî danustendin çêbûne û meclîs hatine avakirin. Ango Meclîs ji nûnerên komînan pêk tê.
Pêşiya desthilatdariyê digire
Taybetmendiyek din a komînê ew e ku formek hevbeşî ava dike û hemû endam tevlî karên rêvebirinê dibin. Ji ber vê yekê jî rêya desthilatdarî, cudabûn, keysbazî û hwd. digire. Azadî, hevbeşî bi pîvanên demokrasiyê re dibin hevkar û rengê jiyanek hevbeş derdikeve pêş.
Di dîrokê de komîn
Li gorî lêkolînên dîrokî, yekemîn komîn li Mezopotamyaya jorîn hatine dîtin. Civakên li ser vê axê beriya ku dewlet derkeve bi awayekî komînal jiyan kirine. Ev terzê jiyan û rêveberiyê ji vir belavî cîhanê bûye.
Di serdema Neolotîk de mirovan bi rengê komînan xwe birêxistin kirine û pirsgirêk, rêvebirin û kar û barên xwe yên rojane di komînê de pêk anîne. Wekî pêngavek pêşdetir jî rêxistinbûyinek wekî meclîsan derketiye pêş. Bi vî rengî jî sistemek ku wekî bingeha federalîzmê jî tê binavkirin çêbûye. Rêxistinbûyîna ji klan, kabîle heta eşîran wekî mînaka wê tê zanîn.
Bi destpêkirina sîstema dewletî re jî jiyana komînal dom kiriye. Tevgera Mazdek ku di salên 400’an de li Rojhilatê Kurdistanê derketiye, dîsa li Rojhilata Navîn tevgerên wekî “Hesen El-Sebah”, “Qarmatî” û “Şêx Bedredîn” çend mînakên din in.
Di serdema navîn de li Ewropayê gelek bajar û herêm bi rengê komîn, meclîsan hatine birêxistinkirin. Ev herêm jî bi rengê konfederasyonan sîwane ava kirine. Li Yewnanîstanê konfederasyon ji 15 navendan hatibû avakirin. Li Îtalyayê jî gelek bajarên weke Vînîsiya, Cenova, Filorensa û Bîsa demek dirêj rêveberiya xwe parastine. Di salên 1520’an li gelek bajarên Îspanyayê li hemberî desthilatdariya navendî sîstemên komînal hatine avakirin. Li Ewropayê mînaka ku heta niha jî behsa wê tê kirin, Komîna Parîsê ye. Tevgera Larcak jî nûmuneya herî berbiçav a tevgerên sala 1967`an ku li herêmek biçuk a Fransayê destpê kir û bandora wê li tevahî cîhanê çêbûye.
Li parzemîna Amerîkayê jî, Tevgera Zabatîsta (EZLN) ku li Meksîkayê têkoşîna azadiya kesên bê milk dide, wekî rêxistinek komînal tê zanîn.
Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê jî di salên 1968’an de tevgerên ciwanan ên şoreşger bi pêşengtiya Denîz Gezmîş, Mahir Çayan, Ibrahîm Kaypakkayayan derketin û xwedî bandoreke yekeser li ser Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûn.
Li Rojava sîstema komîn û meclîsan
Rojavayê Kurdistanê yek ji erdnîgariyên ku jiyana komînal lê hatiye avakirin e. Li vir mînakên Hurrî, Mîtaniyan û hwd. hatine dîtin. Hemû netew û baweriyên li ser vê xakê, bi feraseta jiyana hevpar jiyana xwe domandine.
Ev xaka ku gelek êş û jan kişandine, niha careke din li ser bingeha kombûnan pêşengiya jiyana hevbeş dike. Bi destpêkirina şoreşa 19’ê tîrmeha 2012’an re, piştî ku bajar ji bermahiyên rejîmê hatin paqijkirin, dest bi rêxistinkirina xwerêveberiyê jî hat kirin. Pêngava yekemîn jî rêxistinkirina komîn û meclîsan bû. Destpêkê li bajaran rêxistinkirin hatin avakirin. Li ser komîn û meclîsan jî, di destpêka 2014’an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat îlankirin. Ango wekî di pênaseya wê de jî hatiye gotin, komînan ji jêr ber bi jor ve rêveberiya gel ava kir.
Hejmara komîn û meclîsan
Dikare bê gotin ku li piraniya kantonên Rojava Cizîr û Efrînê cihekî bê komîn nemaye. Lê li Kantona Kobanê ji ber rewşên şer û pevçûnan xebatên komînan bi derengî destpê kirin û di rewşa niha de xebatên wan didomin. Wekî hîmekî sereke yê sîstema xweseriya demokratîk, di komînan de rêxistina jinan jî esas hatiye girtin. Jin di tevahiya komînan de cîh digirin, lê komînên xweser jî hatine avakirin.
Li hersê Kantonan heta niha bi giştî derdora 2 hezar û 535 komîn hatine avakirin. Ji vana hezar û 213 komîn xweser in, yanî komînên jinan e. Li hersê kantonan 144 meclîs hatine avakirin.
Her wiha li herêmên derveyî kantonan jî, welatî bi bandora sîstema xweser, komînên xwe ava dikin û dixwazin ku ev sîstem li herêmên wan jî bê avakirin. Li herêmên wekî Şehba û Helebê jî gelek komîn hatine avakirin.
Kantona Cizîrê
Li Kantona Cizîrê hezar û 590 komîn hene, ji vana 700 komînên jinan e. Wekî sîwaneya komînan li tevahiya Kantonê 97 meclîs hatine avakirin. Bi gotineke din, di her meclîsekê de derdora 16 komînan hene.
Kantona Efrînê
Bi giştî 898 komîn hatine avakirin û ji wana 506 ên xweser in. Li tevahiya kantonê 47 meclîs jî hene. Li herêma Şehba ku li derveyî sînorên kantonê ye jî, li herêmê rizgarkirinî xebatên komînan hatine, her wiha li herêmên Til Rifet, Şêx Îsa, Kefer Nasih, Kefer Naya, Tineb, Keştear, Şebabiyê û Kefer Neton 8 meclîsên gel hatine avakirin, lê ji ber rewşa şer û êrîşên çeteyan xebat giran dimeşin.
Kantona Kobanê
Li Kantona Kobanê ku xebatên avakirinê piştî rizgarkirina bajar hatin destpêkirin, heta niha 37 komîn hatine avakirin. Ji vana 7 komînên xweser in. Li herêma Girê Sipî ku ew jî girêdayî Kantona Kobanê ye 10 komîn hatine avakirin. Li tevahiya kantonê avakirina komînan didome.
Wê hejmar bê zêdekirin
Hejmara komînan li gorî hejmra endaman tê diyarkirin. Li gorî vê yekê dive hejmara komînekê ji 100 malbatan zêdetir nebe. Lê ji tecrubeyên ku piştî avakirina komînan û destpêkirina xebatên hatine girtin, derketiye holê ku hejmara endamên komînan gelekî zêde ye. Lewma pêdivî tam bicîh nayên. Ji ber vê yekê, li tevahiya kantonan rewşa komînan di meclîsên giştî yên bajaran de bi berfirehî hatin nirxandin û pêşniyar hate kirin ku hejmara komînan bê zêdekirin. Ev pêşniyar jî ji aliyê meclîsên gel ên kantonan ve hatin erêkirin û ev xebat destpê kirine.
Li gorî sîstema xweseriya demokratîk a Rojava; li gundik, gund, bajarok û taxan komîn tên avakirin. Lê belê komîn li gorî hejmara kesan tên avakirin. Her komînek herî zêde ji 100 malbatan pêk tê. Lewma ger ku li herêmekê hejmara welatiyan zêde be, li wir hejmara komînan jî dikare bê zêdekirin. Ango li gundek an jî taxekî dikare çend komîn bêne avakirin.
Şeklê xebata komînan wekî dendika sîstema rêveberiya xweser tê dîtin. Bi gotineke din, sîstema xweser bi hemû beşên xwe ve ji komînan destpê dike. Ji parastin heta perwerde, edalet, aborî, venêrandin, jin û ekolojiyê rêxistinkirin bi rengê komîteyan tê pêkanîn. Di her komînekê de ev komîte hemû hene. Her komîteyek ji van jî bingeha pergala giştî ya xweseriyê ava dike. Mînak komîteyên parastinê yên komînan bi hevre Hêzên Parastina Civakî (HPC) pêk tînin. Dîsa pirsgirêkên wekî lêdan, kuştin, şîdet, dizî, neheqî, binpêkirin û hwd. bi riya komîteya sulhê tên çareserkirin. Ev jî bingeha sîstema edaletê çêdike.
Pirsgirêkên civakî, aborî, perwerde û hwd. bi riya van komîteyan tên çareserkirin.
Rêvebirina komînan jî bi rengê hevserokatiyê çêdibe. Hevserok piştî du serdeman nikarin careke bibin namzet. Biryarên komînan bi beşdarbûna hemû endaman di encama nîqaşan de tên dayîn. Dîsa xebat û projeyên komîteyan di civînên komînan de tên nîqaşkirin û biryar tên girtin. Di komînan de her endamek tevlî xebatekê dibe. Bi vî rengî jî her komînek îradeya xwerêvebirinê derdixîne holê û tevahiya endaman tevlî kar û hilberînê dike.
Komîte û rêveberiyên komînan li gorî sîstema ku hatiye diyarkirin di navbera dîrokên hatine diyarkirin de, civînên xwe lidar dixin û biryaran digirin. Pirsgirêkên ku nehatine çareserkirin an jî sînorên komînan derbas dikin, ji bo meclîsan tên veguhestin.
Meclîs jî, ji nûnerên komînan pêk tên. Li her herêmekê meclîsek hatiye avakirin. Ev meclîs bi awayekî periyodîk civînan lidar dixe û plansaziyên xwe derdixînin. Meclîsên herêman jî girêdayî meclîsên bajaran e. Her mehê raporên xwe pêşkêşî meclîsa bajar dikin.
Meclîsên bajaran jî, ji nûnerên meclîsên herêman, saziyan û hemû dezgehên li bajar pêk tên. Ev meclîs jî girêdayî meclîsa giştî ya kantonê ye.
(nse/a)
ANHA