1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Federaliya Demokratîk -6
Federaliya Demokratîk -6,federaliya,demokratîk,6

Federaliya Demokratîk -6

A+ A-


Rêveberiya siyasî ya Rojava û Federaliya Demokratîk

Heyfa Musa-Nesrîn Ebdî


VIDEO: https://www.youtube.com/watch?time_continue=3&v=YTb8tavcHZA


NAVEND NÛÇEYAN – Lingekî sereke ê ku sîstema federaliya demokratîk xwe li ser digire, şaxê wê yê siyasî ye. Beşa siyasî li ser esasê xweseriya herêman ava dibe û bi vê yekê re ji hucreya herî jêr a beşên civakê heta ya herî jor, dibe xwedî deng û rengekî.

Di Hevpeymana Civakî ya di 1’ê tîrmehê de hat îlankirin de, sîstema siyasî ya Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê hat diyarkirin. Ev yek di xala 8’an a hevpeymanê de wiha hatiye ravekirin: “Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji herêmên xweseriya demokartîk ku rêxistinên konfederal ên demokratîk ên komên etnîkî, jin, çandî û hemû beşên civakê esas digire, pêk tê.”

Wê demê mekanîzmaya rêvebirina vê sîstemê wê çawa be? 

Dema ku em li 5 salên Rojavayê Kurdistanê û rêveberiyên xweser ên hatine avakirin dinêrin, berisva vê pirsê jî derdikeve holê. Ev çawa derdikeve? Em careke din bibîr bixînin ku li gorî pênasekirina hevpaymanê, sîstema federal xwe dispêre herêmên xweser.

Li Rojava, ji 19’ê tîrmeha 2012’an ve bingeha sîstema xweser hat avêtin. Di destpêka sala 2014’an de jî bi navê kantonan 3 rêveberiyên xweseriya demokratîk hatin avakirin. Di 21’ê çileya 2014’an Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, di 27’ê Çileyê de Kantona Kobanê û di 29’ê Çileyê de jî ya Kantona Efrînê hat îlankirin.

KOB-CIVINE-MECILSA-ZAXONSAZ-8 KCK

Rêveberiyên kantonan ji meclîsên zagonsaz û meclîsên rêveber, her wiha dadgeha bilind pêk tên. Sîstema ku pergalek li derveyî dewletê esas digire, nûnertiya hemû pêkhate, bawerî, çandan û jinê esas digire. Pêkhateyên meclîsan li gorî rêjeyê hatiye diyarkirin.

Di nava kantonan bixwe de jî, li gorî taybetmendiyan rêveberiyên xweser hatine avakirin. Di nava sînorên Kantona Kobanê de herêma Girê Sipî jî wekî beşek xweser a kantonê hatiye diyarkirin û rêveberiya wê bixwe heye.

Mînaka Cizîrê 

Ji bo ku ev sîstem baştir bê fêmkirin, em ê di vê beşa dosyaya xwe de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bixin bin mecherê (mercek).

Îlankirina rêveberiya xweser a Kantona Cizîrê bi amadekirina Hevpeymana Civakî destpê kir. Piştî ku hevpeyman di dawiya Kanuna 2013’an de hat amadekirin, li gorî xalên peymanê meclîsên qanûnsaz û reveber hatin diyarkirin.GIRKE-SONXWARIN-MECLISA-REVEBER1

Li gorî xala 47’an a hevpeymanê meclîsa zagonsaz ji 101 kesan pêk tê. Ev endam jî nûnertiya pêkhate, partî, rêxistin, sazî, jin û ciwanan dikin. Her wiha kesayetên serbixwe jî hene. Nûnertiya herêman li gorî nufusê hatiye diyarkirin. Ji bo her 15 hezar kesan nûnerek hatiye diyarkirin.

Temsiliyeta zayendan (jin, zilam) wekî ji sedî 40 hatiye diyarkirin. Yanî temsîliyek nakeve bin sedî 40, lê dikare zêde bibe.

Di rewşa niha de Meclîsa Zagonsaz 49 rêxistin û partiyan dihewîne. Ji vana 13 partî, 3 meclîs, 2 yekîtî û ên din rêxistinên civakî yên sivîl û kesayetên serbixwe ne.

Meclîsa Rêveber 

Meclîsa Rêveber jî ji 22 desteyan hat avakirin. Serokê Meclîsê kurd, cîgirek wî Suryanî, yek jî Ereb bûn. Ji serokên desteyan jî 14 kurd, 4 ereb û 4 jî suryanî bûn. Her wiha serokên 3 desteyan jî jin bûn.AMUD-XWEBISANDANA-REVEBIRIYE

Li vir tişta balkêş ew e ku li şûna gotina “wezaretan” pevya “Deste” hate bikaranîn. Bi vê yekê jî peyama redkirina desthilatdarî û dewletê hatiye dayîn.

Piştî amadekariyan di 21’ê çileyê de rêveberî bi awayekî fermî hat îlankirin.

Bi vê îlankirinê re, cara yekemîn li Suriyeyê formeke zelal a siyasî ku sînorê kom an jî partiyan derbas dike û sazîbûnê esas digire, hat avakirin.

Serokatiya Kantonê

Di çarçoveya hevpeymana civakî de piştî îlankirina herdu meclîsan, Serokatiya Kantonê jî hat diyarkirin. Biryarên ku ji Meclîsa Zagonsaz derdikevin, ji aliyê Serokatiya Kantonê ve tên erêkirin an jî paşve tên şandin. Di vir de jî sîstema hevserokatiyê hatiye pejirandin. Hevserok jî, ji Kurd û Ereban pêk tên.

Ev pergal çawa tê pêkanîn? Em ê çend xalên ku herî zêde derdikevin pêş raxin ber çavan.

AMUDE-CIVINA-MECLISA-ZAGONSAZ-6 GIRKE-SONXWARIN-MECLISA-REVEBER3 (Large)

Ziman

Li gorî hevpeyamana xweseriyê, li Kantona Cizîrê 3 zimanên fermî hene. Ev ziman jî Erebî, kurdî û suryanî ne. Her endamek meclîsê bi zimanê xwe sûnd dixwe. Hemû belge û arşîvên meclîsan bi hersê zimanan tên amadekirin. Di civîn û nîqaşan de mecburiyeta yek zimanî nîn e. Her endamek bi kîjan zimanî bixwaze, di axive.

JinGIRKE-EBIR-ESAF-SEROK-DESTIYA-TENDURSTI

Di vê sîstemê de parastin û bidestxistina mafê jinê xaleke bingehîn e. Destpêkê ev yek bi sîstema kotayê pêk dihat. Li gorî wê temsîliyeta zayendan ji 40 kêmtir nabe. Di rûniştina 6`an a Meclîsa Zagonsaz ku di 1’ê adara 2016’an de pêk hat de, pêngavek din jî hat avêtin û biryar hat girtin ku sîstema hevserokatiyê di desteyan de bê meşandin.

Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Nezîra Gewriye dibêje “Sîstema hevserokatiyê dê hebûna jinê di movikên biryarê de biparêze. Bi wê re bi awayekî otomatîk rêjeya hebûna jinê digihêje ji sedî 50’yan.

Di sîstemên kantonên Kobanê û Efrînê de, beşdarbûna herdu zaynedan hîn li ser esasê kotayê ku pêwîste rêjeya her zayendekê ji sedî 40 kêmtir nebe ye.

Mekanîzmaya Rêvebirinê 

Ji bo derxistin, sererastkirin û pratîkirina zagonekê, sê qonax hene.

A – Pêşniyarkirin 

Her saziyek civaka Sivîl a girêdayî TEV-DEM`ê û dervayî wê, deste, meclîsa rêveber, komîteya hiquqî ya girêdayî meclîsa zagonsaz, komîteya qanûnî ya demokratîk û gel dikare pêşniyara xwe ji bo derxistin zagonek ku yekser bi mijarek civakî an jî tenzîmkirina karekî ve girêdayî ye, bike. Wê demê Meclîsa Zagonsaz pêşniyara hatiye kirin lêkolîn dike û reşnivîsek tê amadekirin.

B – Lêkolînkirina zagonê

Bi amadebûna reşnivîsê re, Komîteya hiqûqî, Komîteya Hiqûqa Demokratîk a Meclîsa Zagonsaz, Deseteya û Saziya civaka sivîl a TEV-DEM`ê ku bi mijarê re eleqedar û endamên meclîsê li hev kom dibin û dest bi nîqaşkirin zagonê dikin.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo diyar kir ku ew tevlîkirina gel a ji bo biryaran gelekî dibînin. Li gorî vê yekê, di dema pêş de beriya ku zagonek bê derxistin, reşnivîsa wê dê ji meclîsên gund û bajaran re bê rêkirin da ku ew jî nêrînên xwe bidin. Piştî nêrînan reşnivîs wê li meclîsê bibe zagon.

GIRKE-CIVINE-MECALISE-1 AMUDE-MECLISA-ZAGUN-SAZ

Hevserokatiyê Kantonê 

Beriya ku Meclîsa Zagonsaz erêkirina dawî li ser zagonê bide, zagonê dişîne gel Hevserokatiyê Kantonê. Hevserokatî jî ji aliyê xwe ve zagonê bi şêwirmendên xwe re guftugo dike, paşê erê dike, yan jî pêşniyarên nû dike û ji meclîsê vedigerîne da ku careke din Meclîs Zagonê nîqaş bike.

Di vir de hêjayî  gotinê ye ku sîstema Hevserokatiya Kantonê, tenê li herêma Cizîrê tê pêkanîn û mînakên wê li kantonên Kobanê û Efrînê nîn in.

Li gorî Hevserka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo, îhtimal heye ku di sîstema federal de, hevserokatiya kantonan bê rakirin.

Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê ji dema avabûna xwe ya di cotmeha 2013`an de       de heta niha derdora 55-60 zagon derxistine.

C –  Piratîkirina zagonêMECLISA-REVEBER-A-KANTONA-KOBANE

Eger zagon ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve bê derxistin, derbasî cem Serokatiya Meclîsa Rêveber dibe. Meclîsa Rêveber jî bi riya desteyan biryaran bicîh tîne. Lê biryar di çarçoveya tevlîkirina gel de, bi meclîsên gel ên bajaran, komînan û saziyên sivîl ên civakî re bi hevre têne pêkanîn. Meclîsa Rêveber hefteyê carekê di cive.Heta demekê 22 deste hebû, lê karê hinek desteyan di nava hevde bû, lewma hinek giranî çêdibû. Ji ber vê yekê ji bo ku kar hêsantir bibe, hejmara desteyan ji 22’yan daxistine 16’an.

Meclîsa Dadgehî

Meclîsa Dadgehî li rex meclîsên zagonsaz û rêveber, beşek esasî ya sîstema xweseriya demokratîk e. Meclîsa Dadgehî di nava xwe de dabeşî 6 komîte û dadgehan dibe. Meclîs ji 17 endamên ku di konferansê de tên hilbijartin pêk tê. Ev endam her 15 rojan carekê li hev dicivin. Erka bingehîn a vê meclîsê ew e ku kar û barên saziyên dadgehî bişopîne, lêkolîn, rêxistin û kordîne bike.

Federaliya Demokratîk û xweseriya herêman

Di madeya 7’an a hevpeymanê de pir bi zelalî tê dîtin ku sîstema federal hewl dide rol û misyona dewletê kêm bike. Di heman belgeyê û di deriyê wê yê sisiyan de ku ji 6 beşan pêk tê de, movikên sîstema rêveber ji komîn heta saziya herî bilind “Kongreya Gelên Demokratîk” hatiye çarçovekirin.

Li gorî vê yekê federalî ji herêmên ku di nava xwe de hejmarek ji kantonan dihewîne, pêk tê. Ev kanton di warê dîrokî, demografî, aborî û çandî de weke hev in  û di xaknîgariyê de bi hev ve girêdayî ne.

Herêm jî li gorî rêgezên rêveberiya xweseriya demokratî di beşên siyasî, aborî, civakî, ewlekarî, tenduristiyê, perwerde, parastin û çandî de xwe orgenîze dike. Dîsa xwedî mafê xweparastinê ye û dikare têkiliyên dîplomasî, aborî û civakî bi welat û gelên derdorê re ava bike, lê bi şertê ku bi hevpeyîmana civakî re ne nakok be.

Di her herêmekê de Meclîsa Gelan ava dibe, ji sedî 40 ji endamên wê namzetên komên etnîkî, olî, bawerî û çandî ne, ji sedî 60 jî namzetên ku bi riya gel hatine hilbijartin in.

Ji bo pêkanîna biryarên Meclîsa Gelan, Meclîsa Rêveber tê avakirin û li gorî neteweya demokartîk ji 15 desteyan pêk tê.

Ev herêm hemû di bin banê Kongreya Gelên Demokratîk ku weke konfederaliya demokratîk tê binavkirin de, kom dibin û tê de hemû pêkhateyên ereb, kurd, suriyan, asur, ermen, tirkmen, çerkez û şîşan tevî nûnerên ol û baweriyên îslamî, mesîhî, êzîdî, elewî û şîa cih digirin.

Li rex vê kongreyê, Meclîsa Rêveber a Federal di 18 desteyan de xwe orgenîz dike û biryarên Kongreya Gelan a Demokratîk pêk tîne.

SIBA

SÎSTEMA PARASTINÊ DI NAVA FEDIRALIYA DEMOKRATÎK DE


Bêjeyên Miftehî