´Feraset neyê guhertin hevdîtin bê feyde ne´
Bayik: Ger feraset neyê guhertin hevdîtinên Osloyê jî bê feyde ne
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik daxuyaniyên Erdogan ên bi awayê “‘Dibe ku hevdîtinên Îmrali û Osloyê pêk bên” nirxand û bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan ên li hemberî Tevgera Azadiya Kurdan û got; “Wekî tê dîtin di her axaftinên serokwezîr de bêsamîmiyetî heye, tenê karekterê şerê psîkolojîk heye. Ji ber vê sedemê jî heya ku feraseta xwe neguherîne hevdîtinên Oslo û Îmraliyê feydeyek nade.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya di malpera rojnameya Azadiya Welat de hate weşandin de, daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên têkildarê hevdîtinên Osloyê û Îmraliyê nirxand. Bayik got; “Beriya her tiştê ciddiyet û samimiyet.” Nivîsa Bayik wiha ye:
“Serokwezîr Erdogan dibêje ‘Dibe ku hevdîtinên Îmrali û Osloyê pêk bên’. Gelo serokwezîrê ku bi mehane daxuyaniyên hişk dide û di hemû axaftinên xwe de êrîşî Tevgera Azadiya Kurd dike, çima niha wisa diaxive? An jî çi bû sedem ku serokwezîr wiha diaxive? Serokwezîrê ku di bin navê ‘operasyonên KCK’ê de siyasetmedarên demokrat dide girtin û van girtinan dide dewamkirin, her roj heqaretan li BDP’ê dike, çima îro behsa hevdîtinên bi Îmrali û PKK’ê dike? Ji ber ku BDP’iyan gerîlayên PKK’ê hembêz kir, xwest dinyayê ji wan re bike zindan lê niha behsa hevdîtinen Osloyê dike. Bi awayekî din, bi Tirkî ji vê yekê re dibêjin ‘Bu ne perhîz, bu ne lahana turşusu’ (Ev çi perhîz e, ev çi tirşiya keleman e). Şêwaza siyaseta serokwezîr ew e ku kengê tengav bibe serî li rêbazên bi vî rengî dide. Niha jî dixwaze hêviyan biafirîne, mijûl bike û ji vê tengavbûnê rizgar bibe.
FETHULLAHIYAN HEVDÎTINA OSLOYÊ AŞKERE KIR
Serokwezîr behsa bê samîmiyeta xwe ya pêvajoya Osloyê nake. Behsa redkirina protokolên hatine amadekirin nake. Her çiqas niha îtîraf bike û bibêje wan bi xwe hevdîtinên Osloyê qutkirin lê, sedemên vê yekê venabêje. Tê zanîn ku Fethullahiyan belgeyên Osloyê aşkera kirin lê hê jî dibêje ‘PKK’iyan aşkera kir’ û dixwaze di vê mijare de PKK’e sûcdar bike. Wekî navê xwe dizane ku ev belge ji aliyê fethullahiyan ve hat aşkerakirin, lê domandina vê îdiayê nîşan dide ku serokwezîr cidî nîne.
Rojnameya Zamanê di rûpela yekem de nûçeya ku PKK’ê hevdîtinên Osloyê aşkera kir, dide. Dixwazin bi vî awayî fikarên ku Fethullahiyan ev belge aşkera kiriye manîpule bike. Lê ev rastî wê teqez derkeve holê. Heta Fethullahiyan belgeyên Osloyê dan CHP’ê. Ev jî wê derkeve holê. Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê gelek caran aşkera kir ku wan belge û girtekên Osloyê aşkera nekirine. Di destpêkê de me got dibe ku Îsraîl an jî welatekî din aşkera kiribe. Lê piştre me dît ku Fethullahî û îstîxbara emniyetê ku ketiye destê wan ev belge aşkera kirine. Xwestin bi vî awahî MÎT’ê tengav bikin û bi dest bixin, lê îcar bi ser neketin.
Rêberê Gelê Kurd di nava sal û nîvekî de tenê 2 caran bi malbata xwe re hevdîtin pêk aniye û vê yekê jî wekî minetekî dibînin. Tenê ev mînak jî nîşan dide ku serokwezîr xwedî zîhniyeteke çiqas despotîk e. Lê tê dîtin ku ev hevdîtin jî ji bo fikarên gel yên der barê jiyana Rêberê Gelê Kurd ji holê rakin, pêk anîne. Di 12’ê Îlonê de li zindana Amedê malbatan bi girtiyan re 15 kêliyan (saniyeyan) hevdîtin pêk dianîn. Tenê ji bo bidin nîşandan ku girtî dijîn ev hevdîtin pêk dihatin. Tişta ku niha li Îmraliyê pêk tê, ji pêkanînên zindanên 12’ê Îlonê cudatir nîne. Di zindanên 12’ê Îlonê de tu caran girtî bi mehan, bi tecrîdê re rû bi rû nemane.
Serokwezîr ev çend roj in bênavber dibêje ‘Dikarin hevdîtinên Îmrali û Osloyê pêk bên’. Ji bo vê yekê bîne ziman televîzyon bi televîzyon digere. Ji bo fikara di navbera Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê de cudahî heye serî bi gotinên demogojîk dide. Heta dixwaze, bêje ku gelo Îmrali dikare gotinên xwe bi rêxistinê bide guhdarkirin û dixwaze bi vî avahî fikaran nîşan bide. Ev jî nîşan dide ku serokwezîr samîmî nîne, tenê dixwaze hemleya psîkolojîk û taktîkî pêk bîne. PKK her roj dibêje ‘tendurîstî, ewlehî û azadî’. Serokewezîr li cihê ku otorîte û îtîbara Rêberê Gelê Kurd de fikaran biafirine, bila van şert û mercan pêk bîne. Bila bibîne ku bandora Îmraliyê li ser rêxistinê çawa heye.
Rêberê Gelê Kurd gotibû ‘Ez nikarim bi hevdîtinên salê mehê careke yên bi parêzeran re pêvajoya aştiyê rêve bibim’. Bi awayekî vekirî, anîbû ziman ku di van şertan de nikare alîkarî bide. Heta gotibû bila piştî hilbijartinên Hezîranê yên 2011’an meclîs biryar bigire; ji bo ku ez di çareserî û aştiyê de rola xwe bilîzim pêşiya min vekin û bang kiribû. Serokwezîr û AKP’ê bersivên neyînî dan van daxwaz û bangan.
TENDURISTÎ, EWLEHÎ Û AZADÎ’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo rola xwe bilîze dibêje mafên ‘tenduristî, ewlehî û azadî’. Gelê Kurd jî dibêje mafên tenduristî, ewlehî û azadiyê. PKK jî dibêje tenduristî, ewlehî û azadî. Derdorên ku dixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin jî dibêjin tenduristî, ewlehî û azadî. Serokwezîr dibêje di serdema hikûmeta Ecevît de dardekirin hate rakirin. Serokwezîr dibêje; wê hikûmetê dardekirin ji holê rakir, em nikarin rakin, em tenê dikarin vê cezayê pratîze bikin, hepsa malê ne mimkune pêk bê. Lê Rêberê Gelê Kurd, gel û PKK ne hepsa malê azadiyê dixwazin. Nêzîkatî û gotinên serokwezîr ya der barê hevdîtinên Oslo û Îmraliyê de tenê tê wateya bê lîstîk û taktîke û samîmî nînin. Heke dixwazin careke din hevdîtinên Osloyê pêk bê divê daxwazên tenduristî, ewlehî û azadiyê bînin cih, lê wekî din behskirina hevdîtinên Osloyê bêsamîmiyeta hikûmetê nîşan dide. Ji ber ku hevdîtinên Osloyê û nêzîkatiyên li hemberî Rêberê Gelê Kurd nikare cuda bifikire.
ŞANTAJ, TECRÎD Û TEHDÎT
Dewleta Tirk, siyaseta Tirk û çapemeniya Tirk li hemberî Rêberê Gelê Kurd polîtîkayeke şantaj, tecrîd û tehdîtê dimeşîne, dibêjin serokatî rêxistinê rexne dike! Dibêjin serokatî ji çalakiyên gerîla aciz e. Ev derew û nakokiyeke mezin e. Heke tiştek bi vî rengî hebe, Serokatî azad bibe wê vê demê rastî jî derkeve holê.
Rêberê Gelê Kurd dixwaze pirsgirêka Kurd bi riya aştiyane bê çareserkirin, ji bo vê bi salane hewl dide û li vir gumana kesî jî nîne. Lê dewleta Tirk van hewldanan pûç dike. Nêzîkatiya baş a Rêberê Gelê Kurd tê îstîsmarkirin. Ji ber vê sedemê Rêberê Gelê Kurd qala pêngava 4’emîn kir û xwe ji navberkariyê keşand û got, "Dewlet ji çareseriyê û PKK’e jî şoreşê ditirse" Bêguman Rêberê Gelê Kurd ne dixwest rewş bê vê astê. Çareseriyeke adilane û demokratîk dixwaze. Sebreke mezin nîşan da û nêzîkatiyeke maqul nîşan da. Herî zêde Serokatî jiyana Kurd û Tirkan a bi hev re diparast. Wekî Serokatiyeke Tirkiyeyê nêzîkatî nîşan da. Niha jî Serokatî dixwaze çareserî bi riya siyasî, adilane û demokratîk bê çareserkirin. Lê hikûmeta AKP’ê, van hewldanan pûç dike û PKK’ê jî li hemberî vê nêzîkatiyê li ber xwe dide.
SIYASETA KURD A DEMOKRATÎK JÎ PARÇEYEKE VÊ YEKITIYÊ YE
Rêberê Gelê Kurd û rêxistinê ji hevdû cuda nîşandan hewldanên pûç in. Ev tenê gotinên şerê psîkolojîk e. Di jiyanê de rastiyê vê nîne. Gelê Kurd li hemberî nûçe û nirxandinên bi vî rengî tenê henekê xwe pê tîne. Serokatî û Tevgera Azadiya Kurd yek in. Ji bo azadiya rebertiya xwe berxwedaneke fedaî nîşan dide. Gel bi Serokatiya xwe re yek e. Siyaseta Kurd a demokratîk jî parçeyeke vê yekitiyê ye. Heke samîmî bin û dixwazin pirsgirêkê çareser bikin divê destpêke dest ji van polîtîkayên perçiqandinê berde. Ji bo tasfiyeya PKK’ê her roj BDP’ê re dibêjin bibêje ‘PKK rêxistineke terorist e’, piştre dibêje em dikarin hevdîtinan bi Îmralî û PKK’ê re pêk bînin. Lê bi BDP’ê re hevdîtin nakin! Niha jî dibêjin wê BDP’ê ji meclisê derxin! Ji ber ku malbatên şehîdan ji BDP’ê aciz in û naxwazin!
Wekî tê dîtin di her axaftinên serokwezîr de bêsamîmiyetî heye, tenê karekterê şerê psîkolojîk heye. Ji ber vê sedemê jî heya ku feraseta xwe neguherîne hevdîtinên Oslo û Îmraliyê feydeyek nade.”
ANF NEWS AGENCY