1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fermana qedexeya Newrozê ji Erdogan hat
Fermana qedexeya Newrozê ji Erdogan hat,fermana,qedexeya,newrozê,ji,erdogan,hat

Fermana qedexeya Newrozê ji Erdogan hat

Fermana qedexeya Newrozê ji Erdogan hat

A+ A-

Amed - BDP’ê ragihand ku ew ê di 18’ê adarê de li Amed û Stenbolê dest bi pîrozbahiyên Newrozê bikin. Hate ragihandin ku beriya pîrozbahiyên Newrozê, Wezareta Navxweyî ya Tirk di 13’ê adarê de ji walîtihên Tirk re şand û ferman da ku pîrozbahiyên Newrozê qedexe bikin.

Pîrozbahiya mezin a Newrozê ya ku dihat xwestin di roja yekşemê de li Stenbolê bê lidarxistin, li rastî astengiya Parêzgerê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû hat. Parêzger ragihand ku ew ji bilî 21’ê Adarê, destûr nadin ku Newroz tu rojên din bê pîrozkirin.

Bi heman awayî, Waliyê Amedê Mustafa Toprak got ku Newroz di 21’ê adarê de bê pîrozkirin. Piştî Stenbolê, vê carê Parêzgeriya Amedê serlêdana BDP’ê ya ji bo Newroza Amedê ku dê di 18’ê adarê bê lidarxistin, red kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di giştînameya bi awayeke dizîkîk di 13’ê adarê de ji parêzgerên (walî) Tirk re hate şandin de, ferman hatiye dayîn ku ji bilî 21’ê Newrozê, destûr nedin ku Newroz tu rojên din bê pîrozkirin.

Di giştînameya bi fermana Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û bi rêya Wezîrata Navxweyî ya Tirk ve ji parêzgeran re hate şandin de hate xwestin ku ji bilî 21’ê adarê, destûr nedin ku Newroz rojên din bê pîrozkirin.

Rejma AKP’ê ya ku hewl dide pîrozbahiya bi heybet a Newrozê asteng bike, destûr neda pîrozbahiya Newrozê ya li Stebolê. Di 15’ê adarê de, Parêzgeriya Stenbolê ragihand ku ew destûr nadin pîrozbahiya Newrozê ku dê di 18’ê adarê de li Stenblê ji aliyê BDP û HDK’ê ve bê lidarxistin.

Hevseroka BDP’ya Stenbolê Asiye Kolçak jî goti; “Em ê li hemberî vê biryar walîtiyê di 18’ê Adarê de li Kazliçeşmeya Stenbolê Newrozê pîroz bikbin.”

ANF NEWS AGENCY