Fermandara YPGê Nûjîn Dêrîk hat şehîdkirin
Fermandara YPGê ya Helebê Nûjîn Dêrik hat şehîdkirin
A+
A-
Hat ragihandin ku Nûnera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya Helebê Nûjîn Dêrin, ji aliyê komek çekdar ve hatiye înfazkirin. Di 26ê cotmehê de li bajarê Helebê di navbera YPGê û çeteyan de şer rû dabû û di encam de 8 kurd hatibûne qetilkirin. Di dema dan û stendina cenazeyan de nûnera YPGê Nûjîn Dêrik ji aliyê çeteyên çekdar ve hatibû revandin. Li gor agahiyên ku hatine girtin, Nûjîn Dêrik hatiye înfazkirin.
Amîda Kurd
Bêjeyên Miftehî fermandara,ypgê,nûjîn,dêrîk,hat,şehîdkirin