Fermandara YPJ’ê: 500 gund û gundik hatin rizgarkirin
RIZGAR ADANMIŞ
SERÊKANIYÊ – Yek ji fermandarên YPJ’ê yên Herêma Cizîrê Viyan Gewda diyar kir ku di merheleya duyemîn a Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de, heta niha zêdetirî 500 gund û gundik hatine rizgarkirin.
Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ku di 6’ê gulanê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê li rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin, piştî rizgarkirina Çiyayê Kizwanan (20 gulan), bi merheleya duyemîn dom dike. Yek ji fermandarên YPJ’ê Viyan Gewda derbarê merheleya duyemîn de, ji ANHA’yê re axivî.
Viyan Gewda bibîr xist ku merheleya yekemîn a hemleyê di 20’ê gulanê de bi rizgarkirina Çiyayê Kizwanan serkeftî derbas bûye û piştî merheleya duyemîn li herêma Serêkaniyê destpê kiriye.
Viyan Gewda destnîşan kir ku di merheleya duyemîn a hemleyê de heta niha zêdetirî 500 gund û gundik hatine rizgarkirin û ev agahî dan: “Pênava duyemîn bi awayek serketî berdewam dike. Heta niha bi sedan kuştiyên çeteyan çêbûne û gelek cenazeyên wan ketin destê me. Her wiha gelek çek û cebilxaneyên çeteyan hatin girtin û çekên wan ên giran hatin tunekirin.”
Fermandar Viyan anî ziman ku bi girtina bajaroka Mebrûka û gundê Dehma re çeteyan derbeyên mezin xwarine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mebrûka ji bo çeteyan baregehek herî mezin û stratejîk bû. Dîsan çeteyan hemû mayîn û teqemeniyên xwe li gundê Dehma amade dikirin û êrîş dikirin. Lê hêzên me bi awayek îsrar û hêrsek mezin evder girtin û di serî de Fermandar Rûbar, tola hemû şehîdan me hate girtin.”
‘Êdî hêza wan nemaye’
Viyan Gewda diyar kir ku piştî girtina Çiyayê Kizwana û bajaroka Mebrûka êdî hêza çeteyên DAIŞ’ê nemaye ku li hemberî wan şer bikin û wiha dom kir: “Çeteyên DAIŞ’ê êdî di aliyê psîkolojîk de jî bi temamî winda kirine. Ji bo wê cenaze û miqdarek zêde ya cebilxaneyên xwe li paş xwe dihêlin û direvin.”
‘Em ê herêmê ji çeteyan paqij bikin’
Viyan Gewda hedefa merheleya duyemîn a ji niha û pê jî wiha vegot: “Armanca hêzên me ew e ku çeteyan bi temamî ji Kantona Cizîrê paqij bikin. Em dixwazin hemû gelên herêma Rojava bi awayekî azad jiyana xwe berdewam bikin. Em bi israrin ku Girê Spî (Til Ebyat) ji çeteyan paqij bikin. Lê hedefa me ya yekemîn azadkirina bajaroka Sulûk e. Ji ber ku bajaroka Sulûk navendek mezin a çeteyên DAIŞ’ê ye, weke baregeh bi kar tinîn. Bi girtina Sulûk re çengek mezin yê Girê Spî tê şikandin û her wiha rêyek bajarê Reqqa jî dikeve bin kontrola hêzên YPG û YPJ’ê.”
(aq)
ANHA