1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fermandara YPJ'ê berxwedana 3 mehan a Kobanê nirxand
Fermandara YPJ'ê berxwedana 3 mehan a Kobanê nirxand,fermandara,ypj,ê,berxwedana,3,mehan,a,kobanê,nirxand

Fermandara YPJ'ê berxwedana 3 mehan a Kobanê nirxand

A+ A-

ÎBRAHÎM ASLAN / MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK

KOBANÊ (DÎHA) - Fermandara YPJ'ê Gulîstan Kobanê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê rêxistinek ji rêzê nîn e û gelek hêzên navneteweyî û dewlet piştgiriyê didinê û wiha got: "Di nava 3 mehan de bi 26 wesayîtên bombebarkirî êrîşên întîxarî li dar xistin. Xwestin bi van êrîşan bandora şoqê pêk bînin û encamê bigirin. Lê hêzên me hêj ew negihiştin armanca xwe ew ferq kirin û bêbandor kirin. Sedema şer ji demê re belav bû, şerê nava bajar şerê taktîk e û gelek zor e. Çekên nû bikartînin û xwe ji çalakiyên me diparêzin lê sernakevin."

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê meha sêyemîn li pey xwe hiştin. Gelê Kobanê û şervanên YPG û YPJ'ê 90 rojin li hemberî hemû cur êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ber xwe didin û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şikandin û ji çeteyan re darbeyên mezin dan xwarin. Ji sedî 80 kontrola bajar di bin kontrola şervanên YPG û YPJ'ê de ye û di demên dawî de çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîtên bombebarkirî û êrîşên xwekujî êrîşan dike û dixwaze encamê bigir. Şervanên YPG û YPJ'ê ev êrîşên çeteyên DAIŞ'ê jî vala derxistin û li bajar gav bi gav pêş dikevin û bi çalakiyên li gundên Kobanê li dar dixin darbeyên mezin li çeteyên DAIŞ'ê didin.

Çima Kobanê hedef girtin?

Fermandara YPJ'ê Gulîstan Kobanê di roja 90'an de, berxwedana 3 mehan, rewşa şervanên YPG û YPJ'ê, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û têkildarî tiştên bên kirin nirxandin kirin. Gulîstan Kobanê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê demek dirêje êrîşan li Kobanê dike û piştî guherîna Suriyeyê çeteyên DAIŞ'ê derketi holê û ji bilî wan wan tu hêzan xwe negirt û wiha got: "Bi şerê Suriyeyê li hemberî talukeyan em YPG û YPJ ava kir û ji bilî me tu hêzên din li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer nekirin û vîna berxwedanê nîşan nedan. Armanca çeteyên DAIŞ'ê ew e ku hemû Rojhilata Navîn bêxe bin kontrola xwe. Ji ber ku em weke li pêşiya asteng didîtin hêzên herî berfireh li hemberî me pêk anîn. Ji ber ku bîrdozî û vîna felsefîk a em danî holê ji hemû gelên Rojhilata Navîn û bindestan bû çavkaniya sîrûşê. Desthilatdarên herêmê bi sedan salin li ser esasê me careke din bikin kole tevdigerin. YPG û YPJ ji bo lîstikin sedan salin li ser me tên lîstin vala derbixin û me xeta parastina cewherî esas girt. Me koletî red kir û di vê rê de berdêl dan ber çavên xwe. Çeteyan jî xwest me bikin kole û desthilatdariya xwe li ser me bidomînin. Ji ber vê yêkê ye çete 3 mehin êrîşan li me dikin."

‘Şerê Kobanê şerê 3 mehan nîn e...'

Gulîstan Kobanê anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran ên li Mûsil û herêma Kerkukê bi dest xistin bi hêza xwe ya herî mezin bi ser wan de hatin û hemû cihanê jî vê yêkê dizane û têkildarî têkoşîna dan meşandin wiha axivî: "Şervanên me ligel hemû zehmetiyan bi keleşan li hemberî tang û topan destaneke layîkî rûmeta mirovahiyê nivîsandin. Şerê Kobanê şerê sê mehan nîn e encama plansaziya 3 salan e. Ligel ceribandina me ya şerê nava bajar tunebû hevalên me Baran û Arîn û dehan hevalên me yên din di nava dijmin de xwe kirin bombe û hem li hemberî dijmin û hem jî li hemberî hemû cihanê gotin, 'Em dê xwe biteqînin lê em destûrê nadin dijmin li ser axa me ya pîroz desthilatdariyê bike û gelê me bike kole'"

‘Berxwedana bêhempa dijmin ji xeyala didît hişyar kir'

Gulîstan Kobanê da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê bi hêza çek û mirovan a ji bajarên bi dest xistin ewil li Qubeyê (aliyê başûrê yê bajar) dest bi êrîşan kir û wiha pê de çû: "Di wê demê de di dijmin de moral û çosa dewletên herêmê yên bi salane desthilatdariyê dikin têkbirin hebû. Çeteyên DAIŞ'ê fersenda Kobanê di aliyê piştgiriya lojîstikê ji kantoyên din qût e dît û hîs kir dê erwil vir pişt re jî kantonên din teslîm bigire. Di rojên ewil de bi hêzên anîn li hinek gundan bi bandor bûn û dest bi xeyala li hemberî şervanên YPG û YPJ'ê serkeftin qezenc kirin, kirin. Heya gelek bi rihetî hesabên dê nimêja cejnê li Kobanê bikin kirin. Lê berxwedana hevalên me yên fidaî û bêhempa dijmin ji xeyal didîtin hişyar kirin."

‘DAIŞ rêxistinek ji rêzê nîn e'

Gulîstan Kobanê got, "Belgeyên em bi dijminek ji çeteyên çeçen, tirk, elman, ereb û gelek welatiyên din ên cihaê şer dikin di destê me de hene." û wiha têkildarî çeteyên DAIŞ'ê de nirxandin kir: "Mînak komên bi salan e ji aliyê hêzên cuda ve bi perwerdeyên taybet hatin amadekirin hene û ev yekê şênber bûne. Çeteyên DAIŞ'ê rêxistinek wisa ji rêzê nîn e û gele hêzên navneteweyî û dewlet piştgiriyê didinê. Gelek rêbazên cuda ceribandin û bi israr xwestin pêş bikevin lê serneketin û li hemberî hêzên me ew tengav bûn. Ceribandinên şer ên hevalên me yên li eniyan û raseriya li ser çeteyan qezenc kirî moral û motîvasyona wan bi bandor kir. Niha di aliyê organîze bûnê de zehmetiyan dikêşin. Em YPG û YPJ terzê şerê çeteyên DAIŞ'ê dizanin. Herî zêde bi çekên giran û bombebaranê dizanin zextan pêk bînin û encamê bigirin. Lê ev hesab bi berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê vala derket. Em soza em heya dilopa xwîna xwe ya dawî gelê xwe bi rihê fedî biparêzin da."

‘Hewl didin xwe ji çalakiyên me biparêzin lê sernakevin'

Gulîstan Kobanê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê di demên dawî de bi êrîşên întîxarî û hewanan dixwazin careke din êrîşan bikin lê nikarin pêşbikevin û heya paşde diçin û têkildarî şerê nava bajar de wiha got: "Di nava 3 meha de 26 êrîşên wesayîtên bombebarkirî û êrîşên xwekujî li dar xistin. Xwestin bi van êrîşan bandora şoqê pêk bînin û encamê bigirin. Lê hêzên me hêj ew negihiştin armanca xwe ew ferq kirin û bêbandor kirin. Sedema şer ji demê re belav bû, şerê nava bajar şerê taktîk e û gelek zor e. Em şerê çeteyan bi tememî ji bajar paqij bikin dikin. Di vê çarçoveyê de hinek çalakiyên me yên bi bandor û operasyonên me çêbûn. Di çarçoveya van operasyonan de gelek cenazeyên çeteyan û xebilxaneyên wan ketin destê me. Êdî weke berê nikarin bi komên qelebalix tev bigirin. Niha dûr ve bi çekên giran dixwazin encamê bigirin. Çekên nû bikartînin û xwe ji çalakiyên me diparêzin lê sernakevin."

Ji parastina nirxên mirovahiyê dewet

Gulîstan Kobanê anî ziman ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê sebra hemû gelê kurd da zorê û riheke berxwedanê ya hevpar derket holê û wiha bang kir: "Ji ber vê yêkê ji Kurdistanê ciwan û kesên pîr sînor derbaskirin û di nava YPG û YPJ'ê de di berxwedanê de cihê xwe girtin. Sekna gelê me moral û hêz da hevallên me. Ji ber vê yekê ez bang li hemû kurd û ciwanên şoreşger dikim ji bo parastina nirxên mirovahiyê di nava YPG û YPJ'ê de cihê xwe bigirim, dikim."

(bd/wk)