1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fermandara YPJ’ê: Em bi dil û can li ber xwe didin
Fermandara YPJ’ê: Em bi dil û can li ber xwe didin,fermandara,ypj,ê,em,bi,dil,û,can,li,ber,xwe,didin

Fermandara YPJ’ê: Em bi dil û can li ber xwe didin

A+ A-

BRÜKSEL 15.07.2014 09:13:59 Fermandara Yekineyên Parastina Jin (YPJ) ku ji şervanên jin yên Rojava pêk tê, Meysa Ebdo da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê dixwazin gelê sivîl qir bike û cîhan jî li vê temaşe ye. Ebdo bang li hêzên Kurdistanê kir û got: “Bila niha cudahiyan li aliyekî bihêlin û Kurdistanê biparêzin. Ez bang li ciwanan dikin. piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê. Ev dê sînorên berxwedanê tune bike.

Ebdo duh êvarê bi telefonê tevli bernameya Rojava ya televîzyona Med Nûçe bû û da zanîn ku ji 2’ê Tîrmehê de li dijî êrîşên DAIŞ’ê di eniyê de ne û got derfetên wan yên temaşekirina televîzyon û çapemeniyê nîne, lê em ji bo her kesê xwedî li berxwedana me derdikeve spas dikin.

Abdo diyar kir ku li Koanê çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gelê sivîl dike û wiha berdewam kir: “DAIŞ îro dixwaze bi hezaran sivîlî qir bike. em li dijî vê berxwe didin. Û cîhan jî bêdeng dimîne. Yên ku ji xwe re dibêjin em rêxistinên mafê mirovane bê deng dimînin. Ev jî nîşan dide ku DAIŞ tenê li ser navê xwe naxebite. DAIŞ kurdan wek çeka teslîmgirtinê bikartîne.

ÇI DIBE BILA BIBE JI ÇETEYAN RE RÊ TUNE

Meysa Abdo da zanîn ku ji her sê aliyan de êrîşê Kobanê dikin û wiha berdewam kir: “Bi dehan hevalên me li hemberî van berxwe dan û şehîd ketin. Niha bi hezaran şervanên me destanê dinivîsin. Me jin û mêrên li gundan asê mabûn tahliye kir. her kesê ku destê wan çekan digire, ji bo parastina mal û welatê xwe li dijî çeteyan berxwe didin. Bila vê baş bizanin ku em tu car rê nadin van çeteyan. Kî li pişt van dibe bila bibe, çi çekê bikartîne bila bÎne em şûnde gavê navêjin. Tu tişt şûnde gavê bi me navêje. Bila her kes vê bizane.

BILA NIHA CUDAHIYÊN SIYASÎ LI ALIYEKÊ BIHÊLIN

Meysa Abdo got êrîş tenê Kobanê û gelê Kobanê hedef nagire û wiha berdewam kir: “Ev êrîş li dijî îradeya gelê kurd, li dijî her miroviye. Bila îro her partiyek bizane ku ev êrîş li dijî wane. Di şexsê Kobanê de hemû Kurdistan hedefe. Hemû partiyên me divê cudahiyên siyasî li aliyekê bihêlin û Kurdistanê biparêzin. Ez çalakiyê Bakurên Kurdistanê jî slav dikim û banga seferberiyê dikim.

BANG LI CIWANÊN BAKUR

Meyse Abdo wiha got: “Kobanê dê sînorên berxwedanê tune bike. Dê sînorê Bakur û Rojava ji holê rabike. Divê hemû ciwanên Bakur piştgiriyê bidin berxwedana me. Bila her kes vê bizane. Emê li dijî pêkanînên dij mirovahî têbikoşin û bi serbikevin. Emê bo azadiya gelê xwe û ji bo ala me bi azad li esmanan bileqe dê berxwe bidin. Gelek îro jib o pêşeroja xwe ya azad di berxwedanêde ye. Her kesê ji xwe re dibêje ez xwedî rumetim divê hêz bide.”