Fermandara YPJ’ê: Konferansa me dê hêviyên gelan pêk bîne
ŞÎLAN MIHEMED
KOBANÊ – Fermandara YPJ’ê ya Kantona Kobanê Şîlan Kobanê diyar kir ku Konferansa Berxwedana Kobanê ya YPG’ê bi nêrîn û nîqaşên siyasî û rêxistinî dagirtî bû. Şîlan destnîşan kir ku konferansa wan dê hêviyên azadî û demokrasiyê yên gelan pêk bîne.
Fermandara YPJ’ê ya Kantona Kobanê Şîlan Kobanê derbarê konferansa YPG’ê ya Kantona Kobanê û girîngiya wê de ji ANHA’yê re axivî.
Fermandara YPJ’ê ya Kantona Kobanê Şîlan Kobanê diyar kir ku konferans di encama berxwedana efsaneyî ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê de pêk hat û got: “Ev konferans zayîna berxwedana dîrokî ya Kobanê ye. Berxwedana Kobanê mînaka lehengiyê di dîrokê de ye û di berxwedana xwe de parastina tevahî gelên cîhanê kir. Her wiha bû mînaka yekîtiya gelan li dijî hêzên tarî li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan û li dijî hemû şêwazên zulm û nişadperestiyê li ber xwe da.”
Şîlan Kobanê anî ziman ku ji bo wateya berxwedana Kobanê bête naskirin û li tevahî cîhanê bête belavkirin, pêwîstî bi lidarxistina konferansekê hebû. Şîlan destnîşan kir ku wan wekî hêzên YPG’ê û YPJ’ê armanc kiriye ku piştî van serkeftinên pîroz gavên mezintir bavêjin û wiha dom kir: “Em dixwazin tevahî herêmê biparêzin û ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê têbikoşin. Divê em ji hemû rewşên awarte re amade bin û gelê xwe ji rewşên tirsnak biparêzin.”
Derbarê nîqaşên ku di konferansê de hatine kirin de Şîlan Kobanê ev agahî dan: “Konferans bi nêrîn û nîqaşên siyasî û rêxistinî dagirtî bû. Derbarê pêşeroja Sûriye û Rojhilata Navîn de nîqaşên berfireh hatin kirin. Her wiha pêwîstiya peywendiya bi hêzên azadî û demokrasîxwaz, siyasî û leşkerî re ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokratîk hate gotûbêjkirin. Bi taybet derbarê pêşeroja Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û şêwazên hevkariyê yên di navbera hemû aliyên leşkerî ku ji bo tunekirina zulm û nişadperestiyê tevdigerin de nîqaş hatin meşandin.
Şîlan Kobanê got ku ew wekî hêzên YPG/YPJ’ê li ser riya fikr û felsefeya li dijî hemû şêwazên zulmê dimeşin û bawariya wan bi wekhevî û aştiyê jî gelekî mezin e û ji ber vê yekê ew hemû pêkhateyan di nava xwe de qebûl dikin û wiha domand: “Hevgirtina hemû pêkhateyan û piştgiriya wan bi hêzên YPG’ê re hişt ku ev serkeftinên mezin bêne bidestxistin. Em wekî YPG/YPJ’ê ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk û pêkanîna netewa demokratîk têdikoşin.”
‘Biryarên girîng hatin girtin’
Şîlan Kobanê derbarê biryarên ku di konferansê de hatine girtin de jî got ku ew ê çarçoveya hevkariya xwe bi pêkhateyên herêmê re berfirehtir bikin û dê peykerekî wekî sembola şehîdên berxwedanê çêbikin. Şîlan wiha got: “Her wiha kesên ku di serhildanên Bakurê Kurdistanê de ji bo piştgiriya bi berxwedana Kobanê re jiyana xwe ji dest dane û qurbaniyên komkujiya Pirsûsê wekî şehîdên berxwedana Kobanê hatin binavkirin. Ji bo asta pisportiya hêzên YPG’ê û YPJ’ê xurtir bibe dê sîstema rêxistinî ji nû ve bê avakirin. Dê bang li hemû pêkhateyên herêmê bê kirin ku yekîneyên xwe yên hevbeş ava bikin.”
Fermandara YPJ’ê ya Kantona Kobanê Şîlan Kobanê di dawiya axaftina xwe de lidarxistina konferansê li hemû jinan û gelên azadî û aştîxwaz pîroz kir û got ku ew bi hêvî ye ku ev konferans asta têkoşîna wan bilindtir bike, hêviyên gelên herêmê yên azadî û demokrasiyê pêk bîne.
(jh/aq)
ANHA