1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fermandarek û 2 leşker hatin kuştin
Fermandarek û 2 leşker hatin kuştin,fermandarek,û,2,leşker,hatin,kuştin

Fermandarek û 2 leşker hatin kuştin

Li Gever, Lîce û Sîlopiyê teqîn: 1 jê fermandar 2 leşker hatin kuştin 2 leşker birîndar bûn

A+ A-

10:40 04.06.2012

AMED/ŞIRNEX/COLEMÊRG (DÎHA) - Di teqîna navbera navçeyên Lîce û Pasûrê yên Amedê de maşîneya leşkerî perçe bû û Fermandarê Cendirmeyan a Lîceyê û çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest da. Li Geverê jî maşîneya leşkerî pê li mayinê kir û teqîn pêk hat. Di teqînê de 2 leşker birîndar bûn.

Şevê din li ser rêya Lîce û Dara Hênê turîstek ji aliyê endamên HGP'ê ve hate girtin. Hate zanîn ku serê sibê jî endamên HPG'ê li dijî Fermandariya Cendirmeyan a Lîceyê êrîşa bi roket pêk anî. Di êrîşê de Fermandarê Cendirmeyan ê Lîceyê û Çawîşê pispor jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku tûrist hate girtin û li dijî Fermandariyê êrîşa bi roket pêk hat, leşkeran operasyon li dar xist. Hate zanîn li ser rêya Lîce û Dara Hênê 3 kîlometre dûrî navçeya Lîceyê maşîneya leşkerî ya derket operasylonê pê li mayinê kir. Di teqînê de Fermandarê Cendirmeyan a Lîceyê û çawîşekî pispor birîndar bûn. Fermandar û Çawîşê pispor yê bi giranî birîndar bûn, bi helîkopterê rakirin nexweşxaneyê, lê di rêde jiyana xwe ji dest dan. Hate zanîn ku piştî teqînê li herêmê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Turîstê ku duh hate girtin jî serê sibê hate berdan û birin Fermandariya Cenrdirmeyan a Dara Hênê. Cenazeyên Fermandar û Çawîşê pispor anîn Nexweşxaneya leşkerî ya Amedê.

Li Sîlopiyê teqîn:

Li Sîlopiyê jî şevê din li dijî lojnamên Gumrukê yên taxa Ofisê saet di 23.00'an de êrîşa bi bombe pêk hat. Di êrîşa bi bombe de der barê kuştin û birîndaran de agahî nehat girtin.

Li Geverê jî teqîn: 2 leşker birîndar bûn

Hate zanîn ku li qada sergo Çemê Pilong yê 15 kîlometre dûrî Geverê dema konvoya leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de leşkerên bi navê Yusuf Petekkaya û Îbrahim Kanat birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Geverê. Piştî teqînê gelek helîkopterên kobra çûn herêma teqînê. Li herêma Peyanisê jî operasyona leşkerî hate destpêkirin.

(mae)