1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fermandariya HPG’ê ya Şengalê Rûdaw TV derewand
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê Rûdaw TV derewand,fermandariya,hpg,ê,ya,şengalê,rûdaw,tv,derewand

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê Rûdaw TV derewand

A+ A-

ŞENGAL/ANF Fermandariya HPG’ê ya Şengal diyar kir çalakiya şermezarkirinê ya gel a berî niha bi du rojan li Çiyayê Şengalê pêk hat, Rûdaw TV bi şêweyekî ji rastiyê dûr weşandiye. Fermandariya HPG’ê ya Şengal wiha got: “Berî niha bi du rojan gel çalakiyeke şermezarkirinê pêk anî. Lê ji ber ev bûyer nebû sedema ti hewldaneke provokatîf û ji bo dijminê me pê kêfxweş nebe me rast nedît ji çapemeniyê re ragihînin” û diyar kir ku Rûdaw TV bûyer berevajî kiriye û weke ku HPG'ê gel li hemberî pêşmergeyan sor kiriye nûçe weşandiye û got: “Tiştekî wiha ti carî ne mijara gotinê ye; berevajî wê em ji bo gel rawestînin û rê li ber ti bûyereke wiha venekin ketine dewreyê, ji bo gel aram bibe em ketin nav hewldanan.”

Fermandariya HPG’ê ya Şengal a daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir çalakiya berî niha bi du rojan li Çiyayê Şengalê ji aliyê gel ve pêk hat ji aliyê Rûdaw TV ve hatiye berevajîkirin. Fermandariya HPG’ê ya Şengal diyar kir ku Rûdaw TV çalakiya berî niha bi du rojan berevajî kiriye û mîna ku hêzên HPG’ê gel li hemberî pêşmergeyan sor kirine weşandiye û wiha got:

"Berî niha bi du rojan gel li Çiyayê Şengalê çalakiyek şermezarkirinê pêk anî. Lê ji bo ev bûyer nebe sedema ti hewldaneke provokatîf û ji bo moral nede dijminên me, weşandina wê di medyayê de rast nedît. Lê ji aliyê Rûdaw TV ve ev bûyer ji rastiya wê hat derxistin û di aliyê weke hêzên me li hemberî pêşmergeyan gel sor kirine de nûçe weşandiye. Tiştekî wiha qet ne mijara gotinê ye; berevajî wê ji bo aramkirina gel em ketin nav hewldanan. Tevî vê jî dayina bûyerê ya bi şêweyekî ji rastiyê dûr şermezar dikin û em bang li rayedarên pêşmergeyan ên li Şengalê yên pêvajoya li vir baş dizanin dikin da ku nûçeya ji rastiyê dûr û rastiya wê çawa çêbûye ji raya giştî re ragihînin. Berevajî vê em ê neçar bimînin dîmenên di destê xwe de bê bûyer çawa derketiye û li hemberî meşa gel mûdaxeleyeke çawan hatiye kirin biweşînin.

Weke hêzên HPG û YBŞ yekane armanca me ev e ku em li hemberî hêzên faşîst û qetlîamker ên DAIŞ têkoşînê pêş bixin û li gel hemû hêzên di vê mijarê de berxwedanê dimeşînin bibin yek. Berxwedana heya niha me meşandiye ji niha şûn ve jî berdêla wê çi dibe bila bibe em ê bimeşînin. Em di vê berxwedana xwe de ji hemû pêşmerge û eşîretan dixwazin li rex me cih bigirin. Ger ew jî dixwazin divê berxwedanê de cih bigirin, bila di bin sîwana fermandariya hevbeş de cihê xwe bigirin û bingeha vê yekê di serî de bawerîdayîna gelê li Şengalê ye. Naxwe bi rûniştina li lûtkeya Şengalê ti tevkariyekê li berxwedana Şengalê nake. Ger em bi hev re tevbigerîn û nêzîkatiyek li ser vî esasî pêş bixin û tevlî nava berxwedanê bibin, wê ji bo daxwazên gel jî bibe bersiv û di vê mijarê de em bawer dikin ku wê pêşî li nerazîbûnên gel jî bên girtin. Li ser vê bingehê em dixwazin ji hemû aliyên peywendîdar re diyar bikin ku li hemberî daxwazên gel ne bi rêbaza zextê, bi rêbaza rastfêmkirina gel û bersivên pêwîst bidin daxwazên wan wê pirsgirêk çareser bibin.”