Fermandariya YPG: Newroza îsal dê bibe cejna herêmên xweser
NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPG'ê Cejna Newrozê li hemû gelê Rojhilata Navîn, gelê kurd, 3 herêmên xweser ên Rojavayê Kurdistanê û tevahî têkoşer û berxwedanvanan pîroz kir.Fermandariya YPG'ê got ku Newroza îsal dê bibe cejna azadî û herêmên xweser ên Rojavayê Kurdistanê.
Bi munasebeta Cejna Newrozê Fermandariya YPG'ê daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro gelê kurd cejna vejîna roja azadî, edalet, dadmendî, roja vebûna buharê, Newroza rêwitiya li ser şûpa Kawayê Hesinkar û Mezlûm Dogan pêşwazî dike.
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Newroza Kurdan roja cejna biratî, aşitî, germahiya şoreşê û jiyana wekhev û azadiyê ye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şervanên YPG'ê di çemberên herî pêş de şerê êrîşkar û dijberan dikin û wiha hate domandin: “Em şoreşgerên Rojavayê Kurdistanê, şervanên azadî û demokrasiyê, di çeperên herî pêş de, li dijî Dehakên sedsalê neviyên Ehrîmanan, şerê ronahî, germahî û qenciyê dikin. Em bi agirê berxwedana Newrozan şerê li dijî zivistana bi xwîn dimeşînin.”
Di daxuyaniyê de hate bibîr xistin ku YPG'ê bi hemû hêza xwe kevneşûpiya berxwedana Mediyan, Huriyan û hemû tekoşerên netewa Kurdan zindî dihêlin û agirê berxwedanê geş û gûr dikin û wiha hate gotin: “Îro Şehîdên me, bi xwîna xwe ya zelal û pak kulîkên Newroza azadiyê av didin û geş dikin.”
Fermandariya Giştî ya YPG'ê di daxuyaniya xwe de got ku hêzên wan ji roja avabûna xwe û heya niha, erka xwe ya parastina pêk anine, li seranserî xaknîgariya Rojava şoreşa azadiyê diparêze û li dijî nevî û zarokên Dehakê Xwînmij ên ku dixwazin welatê Kurdan, axa buhar û Newrozê dagir bikin şer dikin.”
Fermandariya Giştî ya YPG'ê derbarê êrîşên li ser kobanê jî got : “Şervanên me îro li kobanê berxwedaneke mezin û dîrokî li dijî hov û Dehakan dimeşînin, Şervanê me îro li Kobanê dîrok û destaneyên berxwedanê dinivîsin. Keç û xortên me bi tîpên zêrîn qehremaniyan diafirînin û şopa bapîrên Kawa ya li dijî Dehakan dimeşînin. Îro YPG'ê jî li dijî Dehakan û xwînmijan li ber xwe didin û dê Newroz wê bikin cejna serkeftinan.”
Di dawiya daxuyaniyê de Newroza îsal li gelê Rojava, Rojhilata Navîn û hemû Kurdan hate pîrozkirin û wiha hate gotin: “Newroz bûye Newroza buhara Kurdan, buhara azadiyê, buhara xweseriya demokratîk, buhara azadiya Rêber APO.Newroza bûye cejna herêmên xweser ên Rojavayê Kurdistanê û tevayî têkoşer û berxwedanvanan.”
(ie)