Fermandariya YPG'ê: Em nuçeyê lêkolîn dikin bila gelê me hişyar be
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), diyar kir ku ew li ser nuçeya ku fermandara wan Şaha Elî Evdo (Nujîn Dêrik) nehatiye kuştin lêkolînê dikin û ji gel xwest ku heta ew rastiya vê nuçeyê, her wiha wateya di hundirê xwe de vedişêre derxînin holê, hişyar be.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê têkildarî nûçeya "fermandara YPG'ê Şaha Elî Evdo (Nujîn Dêrik) nehatiye kuştin û dijî" daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê ev tişt hatin gotin: "Di saziyên çapemeniyê yên nêzî komên çekdar ên ku hevala me Nûjîn Dêrik girtine de, agahiyên ku hevala me hîn dijî hatine belavkirin. Beriya van nuçeyan komên çekdar ji mere ragihandin ku wan hevala me Nujîn Dêrik înfaz kiriye û bi vî rengî ji me tol hildaye. Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi aşkera dibêjin ku tu kes nikare bi hestên gelê me bilîze yan jî sebra wî bi ceribîne. Me bihîst ku hevala me şehîd neketiye, em dixwazin ev nuçe rast be û ji gelê me re bibe mizgîniyek. Lê bi aşkera dibêjin ku helwesta gelê me helwestek bi nirx û giranbuha bû. Lewre jî em giraniyê didin lêpirsîna vê meseleyê. Em bang li gelê xwe dikin ku hişyar bin, heta em rastiya vê nuçeyê zelal dikin, wateyên di hundirê xwe de vedişêre derxînin holê."
(mae)