1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fermandariya YPG’ê: Tiliya yek sivîlekî jî xwîn nebûye
Fermandariya YPG’ê: Tiliya yek sivîlekî jî xwîn nebûye,fermandariya,ypg,ê,tiliya,yek,sivîlekî,jî,xwîn,nebûye

Fermandariya YPG’ê: Tiliya yek sivîlekî jî xwîn nebûye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPG’ê bersiv da kampanyayên reşkirinê yên hinek derdoran û bal kişand ku di Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de, heta niha tiliyê yek mirovekî sîvîl jî xwîn nebûye. Fermandariyê diyar kir ku derdorên van kampanyayan dimeşînin, zîhniyeta xwe eşkere dikin û got: “Em bi xwîna şehîdên xwe yekîtiya Suriyeyê mîsoger dikin. Lê tu ferqa van derdoran û DAIŞ’ê tu ne ye. Dema DAIŞ’ê komkujî dikirin çima dengê xwe nedikirin?”

Fermandariya YPG’ê got: “Ew derdorên ku bi van derew û îdîayên ji rastiyê dûr me tawanbar dikin, zîhniyeta xwe eşkere kirin. Bi vê awayî hat dîtin ku di navbera van aliyan û DAIŞ’ê de ti ferq tineye. Em dûbare pirs dikin; dema DAIŞ, Kobanê şewitand, wêran kir çima dengê xwe nekirin; ji ber ku qirkirinek li dijî Kurdan dihat hedefkirin pê kêfxweş dibûn û pîroz dikirin? Dema DAIŞ gund û warên gelê me yên Ereb a wekî Dehma, Mebrûka, Rawiya valakir û xirakir çima yek gotin jî li dijî DAIŞ’ê nekirin? Dema DAIŞ êrîşî gundên gelê me yên Asûrî ya li ber çemê Xabur kirin, mal û milkên wan wêrankirin, jin û zarokan revandin çima dengê xwe nekirin?

Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Weke gelê me û raya giştî jî ji nêz ve dişopîne ji 6’ê meha Gulanê û vir ve pêngava me ya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin berdewam dike. Pêngava me, rizgarkirina çiyayê Kezwanê û paqijkirina gund û warên li derdora çemê Xabur û herêma Alya, piştre herêma Mebrûka, Dehma û Rawiya û herî dawî jî bajarokên Suluk û Girê Spî hedef kirin û li gorî hatiye plankirin ev pêngava me bi serkeftî bi dawî bû. Armanca vê pêngava me, terora DAIŞ’ê ya li ser herêm û welatiyên me dawî kirin, aşitî û aramiya herêmê çekirin bû. Ev armanc bi awayekî serkeftî hatiye bicîhanîn.

Ji ber ku em DAIŞ’ê ne têne wekî dijminê gelê Kurd, lê belê wekî dijminê gelên me yên Ereb, Asûrî, Dûrzî û hemû gelên ku li Suriyê û Rojhilata Navîn dijîn dibînin û lewma her serkeftina xwe ya li hember terora DAIŞ’ê jî wekî serkeftina tevahî gelan dibînin. Serkeftina YPG’ê ya di van pêngavan de di heman demê de serkeftina gelên Ereb, Kurd, Misliman û Xiristiyan e. Ev serkeftin serkeftina Surî ya demokratîk e. Ji ber ku gelên me jî van serkeftinan wekî serkeftina xwe dibînin bi coş û kêfxweşiyek mezin pîroz dikin.

Hovîtiya DAIŞ’ê dûrxistina ji van herêman ji bo me berpirsiyartiyek mezin bû. Ji bo bicihanîna vê berpirsiyatiyê me wezîfe hilgirt ser milên xwe û bi hevkariya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, hêzên Burkan El Firat, Lîwa El Tehrîr û hîn rexistinên dost re me ev pêngav bi encam kir. Em bawer dikin ku ev serkeftin derbeyek mezin li çeteyên DAIŞ’ê xist û ew lewaz kirin. Her wiha tehdîda li ser gelên herêmê berteref kir û ewlekariya Kantonên Cizîr û Kobanê misoger kir.

Her kesê ku ji Suriyê û Rojavaye Kurdîstanê hez dikir ji vê serkeftinê kêfxweş e. Lê mixabin hîn derdor ji vê serkeftine ne kêfxweş in. Ew derdor ji binkeftina terorîstên DAIŞ’ê ya ku bi salan e li hemberî gelên me yên herême bûne bela pirr ne rihet bûn. Ji bo vê, li dijî me û hemû derdorên ku tevlî van hemleyên pîroz bûne, tevgere reşkirinê dan destpêkirin. Bi awayekî ji rastiyê dûr îdîa dikin ku em gundên Ereban vala dikin, zirarê didin xelkê herêmê û di nava projeyên perçekirina Suriyê de cîh digrin.

Em eşkere dibejin; em wekî YPG’ê ne perçekirina Suriyê, berevajî vê, di nava refên xwe de bi xwîna şehîdên xwe yekîtiya Suriyê misoger dikin. Bi vê hemleya xwe em yekîtiya hemû pekhateyên Suriyê, tevgerên demokratîk û şoreşger çêdikin. Armanca me, parastina şoreşa Rojava, avakirina Suriyeya demokratîk û azadkirina xelkê herêmê ye. Berterefkirina terora DAIŞ’ê û ewlekirina herêmê ye. Hedefekî me têne hebû, ev jî xilaskirina terora DAIŞ’ê ya ji herêmê bû. Ji bo vê jî pêşiya herkesî xelkê me yê Ereb ên vê herêmê piştgiriya me kirin û kêfxweş bûn. Ji ber ku herî baş ew dizanin serkeftinên YPG’ê tên çi wateyê, lewma em alikarî û piştgiriya herî zêde jî ji gelê xwe yê Ereb digirin.

Ew derdor bi van derew û îdîayên ji rastiyê dûr me tawanbar dikin, zîhniyeta xwe eşkere kirin. Bi vî awayî hat dîtin ku di navbera van aliyan û DAIŞ’ê de ti ferq tineye. Em dûbare pirs dikin; dema DAIŞ, Kobanê şewitand, wêran kir çima dengê xwe nekirin; ji ber ku qirkirinek li dijî Kurdan dihat hedefkirin pê kêfxweş dibûn û pîroz dikirin? Dema DAIŞ gund û warên gelê me yê Ereb yê wekî li Dehma, Mebrûka, Rawiya vala kirin û xira kirin çima yek gotin jî li dijî DAIŞ’ê nekirin? Dema DAIŞ’ê êrîşî gundên gelê me yê Asûrî ya li ber çemê Xabur kirin, mal û milkên wan wêran kirin, jin û zarok revandin çima dengê xwe nekirin?

Dema em tevî van gelên ku zilm û hovitiya DAIŞ’ê dîtin, van herêman rizgar dikin bi derewan me dixin bin tawanan û dixwazin DAIŞ’ê pak nîşan bidin. Ew derdor heta niha jî li hemberî DAIŞ’ê ne têkoşînek meşandin ne jî dengê xwe kirin. Dema em bi DAIŞ’ê re şer dikin, li hember me derketin, me tawanbar kirin baş nîşan dide ku DAIŞ û ew derdor di heman eniyê de ne.

Em eşkere dibejin ku di van pêngavên me de heta niha tiliya yek mirovekî sîvîl jî xwîn nebûye. Tevî ku DAIŞ gelên medenî/sîvîl dixwest weke mertalên zindî bikar bîne jî bi vê hîşyarî û berpirsiyartî tevgerandina hêzên me, ji kesên fêm bike re pirr tiştan dibêje.

Ev kes û derdorên xêrnexwaz ger li dijî DAIŞ’ê bûna, ji Surî hezkiribana wê pişt me bigirtana. Ji ber ku em wekî YPG, bi xwîna şehîdên xwe yêkitiya gelan diparezin û li dijî perçekirina welatê xwe têdikoşin. Yên ku Surî perçe dikin ew zîhniyetên ku bi awayekî şovenîst û faşîst nêzî gelên me dibin e. Yên ku destê wan di xwîna gelên Surî de heye, ti mafe wan tineye ku dersa mafên mirovan bidin me.

Em bi rihekî berpirsiyar nêzî gelên li Sûrî dibin. Ji bo vê em berdelên pirr giran jî didin. Ji wan berdêlan em ne poşman in, em pê ser bilind in. Ji ber ku em di xizmeta gelên xwe de xwe fêda dikin. Tu tişt nikare me ji vê rihê berpirsiyartiya dîrokî vegerîne. Serkeftina YPG a ji Kobanê heya Til Hemis, ji Çiyaye Kezwan heya Til Ebyad, serkeftina Surî ya demokratîk û projeya biratiya gelan e. Ji ber ku hemû gelên me jî bi vê awayî nêz dibe, kombûna li derdora YPG zêde dibe.

Em carek din hemû kesên ku di vê serkeftina dîrokî de piştgirî û alîkarî me kirin spas dikin. Em ê wezîfa xwe ya parastina nirxên mirovahî berdewam bikin. Em bawerin ev serkeftina ku bi piştgiriya xelkên herême ya mezin hat bi dest xistin wê bibe ji bo lewazkirina DAIŞ’ê li ser tevahiya erdê Suriyê.”

(aq)

ANHA