Fermandarê AAS Şêx: Divê hemû mafên Kurdan bên naskirin
QAMIŞLO - SEYID EVRAN Fermandarê Konseya Leşkerî ya Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) Mûstafa Şêx da xuyakirin, ku Kurd bi têkoşîna xwe re dikare pêşeroja Sûriyê û tevahiya herêmê diyar bike û got, "Kurd xwediyê vê axê ne, divê hemû mafên wan yek bi yek bên dayîn."
Serokê Konseya Leşkerî ya Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) Tûggeneral Mûstafa Şêx der heqê şoreşa Sûriyê de ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku mîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, bi yekitiya gelan re wê Sûriye bi ser bikeve. Şêx da xuyakirin ku ji ber piştevaniya hêzên navnetewî ya ji bo Beşar Esad, şoreşa li Sûriyê ewçend dirêj dewam kiriye û bal kişand ser kêmasiyên mûxalefeta Sûriyê dike.
PERÇEBÛNA ARTÊŞA AZAD A SÛRIYÊ
Şêx ragihand ku sedema bingehîn a perçebûna Artêşa Azad a Sûriyê, rêxistina bi navê Birayên Misliman e û got, "Vê perçebûnê, deriyê dojehê li gelên Sûriyê vekir. Ev şoreş, şoreşeke civakî ye. Şoreşeke ji hemû ziman, çand û gelan e. Şoreşê bi vî rengî destpê kir, lê dûre "Birayên Misliman" hemû nirx binpê kir û rengê Îdeolojiya Îslamê da vê şoreşê. Vê rewşê jî rê vekir, ku herkes bi navê şoreş û şoreşgeriyê xwe li Sûriyê bi rêxistin bike. Bi vê yekê re komên Îslamî ji derve ve ketin nava Sûriyê û pêşeroja Sûriyê xistin xeteriyê."
Fermandarê Konseya Leşkerî ya AAS Mûstafa Şêx bal kişand ser hewldanên avakirina hukûmeteke nû ya derbasbûnê û diyar kir, ku ev yek planeke hêzên navnetewî ye. Şêx got, "Bi van hewldanan dixwazin bingeha artêşa rejîmê biparêzin. Hêzên navneteweyî Beşar Esad, kesayetiya wî naparêzin. Rejîma berjewendiyên wan diparêze, piştevaniya wê dikin. Eger çareseriyek bi vî rengî ferz bikin, wê artêşa azad hîn bêtir li ber xwe bide."
Şêx îddîayên ku dibêjin Beşar Esad çekên kîmyewî bikaraniye piştrast kir û got, "Satalît û lêkolînên li atmosferê, nîşan dan ku Esad li Xan Esel, Hûmûs, Baba Emrû, Helep, Şêx Meqsût, Şam, Cevbûr û Uteybî ya li Idlipê, gaza bi jehr bikar aniye.
YPG JI ARTÊŞA AZAD BÊTIR RÊXISTINKIRÎ YE
Serokê Konseya Leşkerî ya Artêşa Azad Mûstafa Şêx, çavdêriyên xwe yên di dema serdaneke li Rojavayê Kurdistanê bajarê Efrînê jî anî ziman û got, "Min hêza leşkerî baş lêkolîn nekir. Lê min dît ku YPG ji hêzên Artêşa Azad a Sûriyê bêtir rêxistinbûyî ye, xwedî dîsîplîn û pîvanan e."
Şêx di axaftina xwe de serdema Selahattîn Eyyûbî bibîr xist û got, "Ez her tim dibêjim, netewa Ereb û Îslam, ji ber karê Selahattîn Eyyûbî her tim deyndarên Kurdan e. Di wê demê de ol ber bi tinebûnê ve diçû, Selahattîn Eyyûbî ew serdema têkçûna Îslam û Ereban veguherand serdemeke herî baş û pîroz. Lewma biratiya navbera gelan a wê demê, çareseriya ji bo serdema niha ye."
KURD XWEDÎ DOZA AZADIYÊ YE
Fermandarê AAS Mûstafa Şêx da xuyakirin ku gelê Kurd xwedî doza azadiyê ye û got, "Ne tenê li Sûriyê, li gelemperiya herêmê li ser Kurdan zilm heye. Ez weke welatiyekî dixwazim, ev zilm were rakirin. Çawa ku em weke Ereb doza mafên xwe yên netewî û însanî dikin, divê em mafê Kurdan ên li gel me dijîn jî bibînin û biparêzin. Bila herkes vê bizanibe; Ez heta niha bi awayekî rewa bi nasnameya xwe ya netewî diaxivîm, lê Kurd nekarîbû biaxive. Ev nêzîkatî gelekî şaş bû û divê êdî çareser bibe."
Şêx ragihand, ku gelê Kurd xwe li bajarên xwe baş birêxistin kiriye û destnîşan kir, ku feyda Kurdan a li şoreşa Sûriyê wê pêşeroja Sûriyê diyar bike û got Ev rola Kurdan her weha ji bo tevahiya herêma Rojhilata Navîn jî diyarkere.