Fermandarê Eniya El Ekrad Cibo jiyana xwe ji dest da
HELEB 18.02.2014 10:38:20 Fermandarê Giştî yê El Ekrad (Eniya Kurd) Elaa Cibo li Helebê di encama êrîşa bi topan a rejîma Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Navendî ya Eniya El Ekradê ya di malpera fermî ya eniyê de hat weşandin, hêzên rejîma Sûriyeyê di 13'ê Sibatê de bi topan êrîşî herêma Seken Şebabî ya taxa Eşrefiye ya Helebê kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama vê topbaranê de fermandarê giştî yê Eniya El Ekrad Elaa Cibo yê weke Ebu Sitef tê naskirin, jiyana xwe ji dest daye.
Elaa Cibo yê di sala 1976'an de li gundê Qirekuz ê Helebê hat dunyayê, ji sala 2013'an û vir ve fermandariya giştî ya Eniya El Ekrad dikir. Eniya El Ekrad ji sala 2013'an û vir ve li herêmên Kurd û Ereb lê dijîn, hem li hemberî hêzên rejîmê hem jî li hemberî çeteyên El Qaîdeyê têdikoşe û gel ji wan diparêze.
YPG'ê jî der barê ji destdayîna jiyanê ya Elaa Cibo de daxuyaniyek nivîskî weşand û ji malbata Cibo re sersaxî xwest.
YPG'ê destnîşan kir ku Cibo nîşaneya biratiya gelên Kurd û Ereb e.