1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fermandarê Giştî yê DAIŞ'ê beriya 10 mehan hatibû kuştin
Fermandarê Giştî yê DAIŞ'ê beriya 10 mehan hatibû kuştin,fermandarê,giştî,yê,daiş,ê,beriya,10,mehan,hatibû,kuştin

Fermandarê Giştî yê DAIŞ'ê beriya 10 mehan hatibû kuştin

A+ A-

Medya Tirk, mirina Fermandarê Giştî yê DAIŞ'ê Omer el Çeçenî yê di dema şerên li Rojavayê Kurdistanê de, piştî 10 mehan ragihand.

Fermandarê Giştî yê DAIŞ'ê Omer el Çeçenî, di pevçûnên Îlona 2013'an de hatibû kuştin. Pevçûnan di 24'ê Îlonê de bi êrîşa komên El Qaîdeyê ser bi du girên di destê YPG'ê de destpê kiribûn.

Li herêma navbera navçeya Cinderes a Efrînê û navçeya Atma ya bajarê Îdlîb ê li ser sînorê Tirkiyeyê sê rojan pevçûnên dijwar qewimîbûn û zêdeyî 60 endamên DAIŞ'ê hatibûn kuştin. Di nava van de cenazeyên Fermandarê Giştî yê DAIŞ'ê Omer el Çeçenî, emîrê vê rêxistinê Abdulkerîm El Îmaratî û Ebû Maaz ê ji Asya Navîn jî hebûn.

10 meh piştî mirina Çeçenî, di demeke ku DAIŞ'ê herêmeke berfireh a Iraqê xist bin kontrola xwe û li hin herêmên Sûriye û Iraqê xelîfetî îlan kir de, medya Tirk bi awayekî balkêş mirina Çeçenî ragihand. Ji çavkaniyên YPG'ê, der barê vê mirinê de ti daxuyaniyeke nû nehatibû dayîn.