1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fermandarê Qereqola Hezanê: Min ferman da
Fermandarê Qereqola Hezanê: Min ferman da,fermandarê,qereqola,hezanê,min,ferman,da

Fermandarê Qereqola Hezanê: Min ferman da

A+ A-

09:06 27.04.2014 YASİN KOBULAN

AMED (DÎHA) - Di 28'ê Hezîrana 2013'an de li navçeya Licê girêdayî Amedê li gundê Hezanê di çalakiya şermezarkirina avakirina qereqolande leşkeran gule barandibûn ser gel. Di bûyerê de Medenî Yildirim bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest dabû. Pişti bûyerê Fermandarê Qereqola Hezanê J. Utgm Mustafa Ozturk diyar kir ku wî ferman daye leşkeran ku gule bireşîne ser gel.

Di 28'ê Hezîrana 2013'an de girseya ku avakirina Qereqola Hezanê ya Lice şermezar kirin rastî gulebarana leşkeran hatibû. Di gulebaranê de Medenî Yildirim jiyan xwe ji destdabû û 8 kes ji birindar bûbûn. Dozgerê Komarê ya Amedê di derbarê bûyerê de lêpirsin dabû despêkirin. Piştî der barê dosyayêde biryara dizî hat rakirin rastiya bûyerê jî derket holê. Li gorî rapora hatiye amadekirin li cihê ku Medenî Yildirim lê hat kuştin cebilxane hat dîtin. Her wiha der barê berpirsiyar û kujeran de jî heta niha tiştek nehat kirin. Mufetişên Mulkiyeyan ê Wezareta Karên Derve, di rapora têkildarî kuştina Medenî Yildirim û 8 kesên birîndar de diyar kir ku leşkeran gule reşandine ser girsê û di lêkolînêde 317 guleyên çekên lûledirêj, 2 bombeyên destan ên nehatin teqandin û 24 bombeyên gazê hatiye dîtin. Di raporê de hat diyarkirin ku ji qereqolê li ser girsê gule hatiye reşandin. Di îfadeya fermandarkê Qereqola Hezanê J. Utgm Mustafa Ozterk jî hat ditin ku wî fermana gulebaranê daye. Di hemû îfadeyên leşkeran de jî agahî şibiyan hev. Piştî rapora pêşîn Mufetişên Wezareta Karên Hundir bi Fermandarê Qereqola Hezanê Mustafa Ozturk re hevditin pêk anî. Di îfadeyan de hat îdîakirin ku operasyonên li dijî qereqolê ji bo operasyonên kenevir û esrarê bû. Fermandar Ozturk, diyar kiribû ku qereqola ku nû li şûna ya kevn dihat avakirin avahiya xizmetê bû.

Fermandardê Qereqolê: Min ferman da

Fermandar Ozturk, di berdewama îfadeya xwe de anî ziman ku di bûyeran de leşkeran gule li ser girsê reşand û ji ber girse ket nîzamiya qereqolê wî fermana ku gule bireşînin daye. Oztur, anî ziman ku dema girse ket nîzamiya qereqolê tîma JOH'ê û hin leşkena guleyên hişyariyê berda hewa û wiha got: "Bêyî ku ez ferman bidim li derve guleyên hişyariyê hatin avêtin. Piştre ez fêr bûm kesên gule berdan ji bo ewlehiya canê xwe gule berdan. Dema ez ketim qada nîzamiyê û min gulebaran da birîn. Ozturk, dîsa di beşek îfadeya xwe de jî anî ziman ku beşek dema xwest têkeve sînorê qereqolê min tîmên komando yên li ber kuleya 6'an amade bûn 4-5 heb şand8 ber mewzîya 4'an. Wê demê min ji komando û personelan xwest 3 destan gule berdin. Piştre min gule avêtin da qutkirin, lê koma din dengê min nebihîstin û gule reşandin hewayê. Li gel ku min xwest gulebaranê rawestînin jî demekê gulereşandinê berdewam kir.

Cîgirê Fermandar: Min gule avêtin hewa

Cîgirê Fermandarê Qereqola Hezanê J. Bçvş. Kubilay Seyhan jî heman parastin kir û diyar kir ku ji ber molotof û bombeyên deng avêtin fermandarê wan xwest 4-5 leşker û komando 3 destan gule berde.

Fermandarê Tîma JOH: Min şarşorek vala kir

Fermandarê Tîma JOH'ê J. Bşvç Seyit Ahmet Yurtoglu jî ani ziman ku wan mudaxaleya bombeyên gazê kir û wiha got: "Piştî êrîşan berdewam kir û li aliyê din gule hatin avêtin, min jî bêyî fermanê jarjorek gule berda hewayê. Lûleya çekê raste rast ne li hewayê bû. Di tîma min de 5 heb tivingên piyade yê marka 5.56 mm Hk-33 û hebek tifinka marka 7.62 mmbixi hebû. Dîsa hebek T40 bombe avêj a Gaz avêja tabûre ya G37/38 hebû. Bi vê tabûrayê nêzî 40 heb gav hatin avêtin.

Leşkerê bi navê Hasan Kaysin jî di îfadeya da Dozgeriya Komarê de anî ziman ku wî bi fermana Fermandarê Qereqolê gule avêt. Di raporê de derdikeve holê ku kijan gule ji kijan çekê hatiye avêtin.

(mae)