Fermandarê YPG’ê: Em bersiva banga gel didin
ELÎŞÊR DILOVAN/ASYA ÎSMAÎL
SERÊKANRIYÊ – Yek ji fermandarên YPG’ê yên Serêkaniyê Bîlal Rojava, diyar kir ku operasyona wan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ser daxwaza gel hatiye destpêkirin û dîsa bi piştgiriya gel berbi serkeftinê ve diçe. Bîlal Rojava got ku ew ê bi azadkirina herêmê û xurtkirina biratiya gelan, bersiv bidin antîpropagandayan.
Şêniyên herêma Aliyan ku 25 kîlometre dikeve başûrê bajarê Serêkaniyê yê Kantona Cizîrê, ji ber êrîş û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê demek beriya niha ji hêzên YPG’ê alîkarî xwest. Hêzên YPG/YPJ’ê jî di 6’ê Gulanê de bi armanca paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de heta niha gelek gund û gundik hatine rizgarkirin.
Yek ji fermandarên YPG’ê yên Serêkaniyê Bîlal Rojava derbarê operasyona ku hîn didome û geşedanên li herêmê de ji ANHA’yê re axivî.
‘Operasyon li ser daxwaza gel hate destpêkirin’
Bîlal Rojava bibîr xist ku operasyona wan li ser daxwaza gelê herêmê bi piştgiriya pêkhateyên herêmê hatiye lidarxistin û got; “Ji gelek gund û eşîrên herêmê rûspiyên gel bi me re hevdîtin kirin û daxwaz kirin ku em herêmê ji zulma çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin. Di encama nirxandina ku me bi wan re û di nava xwe de daye meşandin de, biryara operasyonê hate dayîn.”
Bîlal Rojava da zanîn ku gelê herêmê ji destpêkirina operasyonê gelekî kêyfxweş bûye û bi hemû derfetên xwe tevlî operasyonê dibe.
’15 gund hatin rizgarkirin’
SEREKANIYE-FERMANDARE-YPG-BILAL-ROJAVA-1
Fermandarê eniya Serêkaniyê Bîlal Rojava anî ziman li herêmên ku operasyona rizgarkirinê lê tê meşandin, heta niha 15 gund hatine rizgarkirin, her wiha pevçûnên gelekî dijwar tên jiyandin û ev agahî dan: “Bi taybetî di 8-9’ê gulanê de û şevê din pevçûnên dijwar çêbûn. Hêzên YPG/YPJ’ê lehengiyek mezin nîşan dan û di van pevçûnan de derbeyên giran li dijmin xistin. Heta niha 15 gund û gelek mezra hatine rizgarkirin. Niha ev herêm di bin serweriya YPG’ê de ne.”
Çeteyan 150 windahî dan
Derbarê pevçûnên dijwar ên di 8 û 9’ê gulanê de li herêma Aliya hatiye jiyandin de jî Bîlal Rojava agahî dan û wiha axivî: “Çeteyan ji bo ku operasyona YPG’ê bidin rawestandin êrîş pêk anîn. Lê bersiveke gelekî tund hate dayîn. Di ser 100’î re windahiyên wan çêbûn. Gelek çek û cebilxaneyên wan hatin desteserkirin. Êrîşên wan şikestin û qedemeyekê paşve çûn. Ji bo ku cihên me rizgar kirine, dîsa paşve bigirin, car caran êrîş dikin. Lê her carê windahiyên mezin didin û paşve diçin. Di êrîşa duh de jî herî kêm 20 windahiyên wan hebûn. Heta niha zêdetirî 150 çeteyan hatine kuştin. Gelek çekên wan ên wekî tang, panzer ku ji artêşên Suriyê û Iraqê girtine jî hatin tunekirin. Me ev jî bi raya giştî re parve kirin.”
‘Dê operasyon bidome’
Bîlal Rojava destnîşan kir ku di navbera gelên herêmê de têkiliyên biratî û dostaniyê yên hezaran salan hene, lewre çi dibe bila bibe, ew ê van têkiliyan biparêzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Operasyona me heta ku gelên herêmê ji zulma çeteyan tê xilaskirin dê bidome. Ji ber ku qedera me yek e û em bi hevre jiyan dikin. Di vê operasyonê de gelê me yê ereb û hêzên tifaqê jî cihê xwe digirin. Em ê bi hev re herêmên xwe ji çeteyan paqij bikin û biratiya xwe nîşanî hemû kesî bidin.”
‘Em ê bersiva antî propagandayan bi biratiyê bidin’
Bîlal Rojava got ku ew ê li dijî antî propandayên wekî, “herêmên ku gelê ereb lê jiyan dike digirin bin kontrola xwe” têkoşîna mezin bimeşînin. Bîlal anî ziman ku bersiva wan a herî mezin dê xurtkirina biratiya gelan a dîrokî be û wiha dom kir: “Tevlîbûna gelên me li gorî operasyonên berê zêdetir e. Gelê herêmê bi me re ye. Lewre dê serkeftin jî ya me be. Gel YPG’ê wekî hêviya azadiyê dibîne, serkeftina wê dît. Lewre me berisva banga wan da.”
Fermandarê YPG’ê di dawiya axaftina xwe de bang li jin û ciwanan, her wiha hemû kesên ku dixwazin ji zulma çeteyên DAIŞ’ê xilas bibin, kir ku tevlî operasyonê bibin.
(aq)
ANHA