Fermandarê YPG'ê: Êrîşên DAIŞ'ê hatin şikandin!
ÎSMAÎL ESKÎN
KOBANÊ (DÎHA) - Li hember êrîşên DAIŞ'ê ku 3 hefteye berdewam dike, operasyona bi navê "Tolgirtina Şehîdên Kobanê" ya hêzên YPG û YPJ'ê jî berdewam dike. Fermandarê Eniya Rojava ya YPG'ê Serdar Kobanê, da zanîn ku hêzên êrîşkar yên DAIŞ'ê ji holê hatiye rakirin.
Operasyona YPG'ê ya bi navê "Tolgirtina Şehîdên Kobanê" ku ji bo pêşî êrîşên DAIŞ'ê ya li aliyê Cerablûsê bê girtin berdewam dike. Di operasyonan de, navendên leşkerî ya DAIŞ'ê ku gundê kurdan bombe tê barandin hedef tên girtin û gelek çekên DAIŞ'ê jî hatin bidestxistin. DAIŞ li hember vê operasyonê derbeyek giran girt û mecbûr ma ku vekişe gundê nêzîkê Cerablûsê, her wiha gundê Çeloglu jî hat rizgarkirin. Fermandarê Cepheya Rojava ya YPG'ê Serdar Kobanê derbarê operasyona YPG û YPJ'ê de ji DÎHA'yê re axivî û got ku di 22 tîrmehê de dest bi operasyonê kirine û ji bo bîranîna kesên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dana ev operasyon dane destpêkirin. Kobanê, destnîşan kir ku wan operasyonê ji gundê Zor Magara ku di destê DAIŞ'ê de ye dest pê kiriye û wiha got: "Ji ber sivîl û hevalên me yên jiyana xwe ji dest dan me navê operasyonê wiha diyar kir." Kobanê, anî ziman ku wan operasyonê ji gundê Çeloglu dest pêk kir û heya Çemê Firatê di şevek de hatin û wiha axivî: "Beriya operasyonê me haziriyek xurt kir. Ew rihê ku hevalên me hiştin em operasyonên xwe berdewam dikin. DAIŞ'ê derbeyek mezin girt ji ber ku êrîşêk bi vî rengî hêvî nedikirin. Bi rojan li ser gelê me bombe dibarandin û wehşet pêk dianîn."
'Armanca ne ew ku mirovan bikujin'
Kobanê, destnîşan kir ku di operasyonê de tu windayên wan çênebûye û bi vê operasyonê peyamek dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: "YPG û YPJ li hember van êrîşan bêdeng namîne. Divê DAIŞ baş bizanibe ku em dikarin êrîş li navendên wan jî bikin. 42 çete hatin kuştin. Hin ji wan dîl hatin girtin." Kobanê, anî ziman ku yek sivîlekî jî ji operasyonên wan zirar neditiye û wiha got: "Lê DAIŞ bi êrîşên xwe kesên sivîl jî hedef digirin. Heke me wek wan bikira heya niha sedan kes ji wan kuştibûn. Bi taybetî ji bo ku zar û jin zirarê nebînin ji destê me çi hat me kir. Ji ber vê rewşê gelek çete reviyan. Armanca ne ew ku em mirovan bikujin. Ji bo şer raweste û ji welatê me derkevin em şer dikin." Kobanê, destnîşan kir ku DAIŞ ev salek e di serî de li hember kesên sivîl û gelê kurd polîtîqayên komkujiyê dimeşîne û wiha got: "DAIŞ ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelan tehdîtek mezin e. Dema DAIŞ êrîşê li me dike gelê erep jî bikartîne û wan jî qetildike."
Kobanê, got ku ji vir pê de jî ev hemle dê berdewam bike û tu carî van cihan nehêlin ku bikeve destê DAIŞ'ê û wiha pêde çû: "Bila dijmin baş binazibe ku em ê operasyon li navêndan wan bikin. Ev hê destpêk e. Me amadehiyên xwe kirin."
DAIŞ ji ber derbeya giran hêzên takvîye tîne
YPG û YPJ di gund û mezrayên ku ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin de mewzî dikole û hat hînbûn ku gundiyên ji ber topên DAIŞ'ê çûne de vegerin gundê xwe. Dibe ku di demên pêş de li Eniya Rojava ku YPG û YPJ'ê bergiriyên mezin girtine pêvçûnên mezin derkevin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin jî DAIŞ ji ber derbeyên giran ji YPG'ê xwarin, hêzên takvîye tîne û ji Deriyê Sînor Karkamişa li Bîrecûk jî bi sedan endamên çete derbas bûne.
(gka/lg)