1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ferzad Kemanger li Amedê hate bîranîn
Ferzad Kemanger li Amedê hate bîranîn,ferzad,kemanger,li,amedê,hate,bîranîn

Ferzad Kemanger li Amedê hate bîranîn

Li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Ferzad Kemanger a Şaredariya Rezan ji bo Mamosteyê Kurd Ferzad Kemanger merasîma bîranînê li dar xist

A+ A-

AMED (DÎHA) - Li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Ferzad Kemanger a Şaredariya Rezan ji bo Mamosteyê Kurd Ferzad Kemanger ê ku di 9'ê gulana 2010'an de ji aliyê Dewleta Îranê ve hate darvekirin merasîma bîranînê li dar xist.

Ji bo Mamosteyê Kurd Ferzad Kemanger ê ku di 9'ê gulana 2010'an de ji aliyê Dewleta Îranê ve hate darvekirin li Salonan Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Ferzad Kemanger bernameya bîranînê hate lidarxistin. Alîkara Şaredar Yuksel Aslan, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên MEYA-DER, mamosteyên Mala Piştgiriya Ferzad Kemanger, xwendekar û gelek welatî tevlî bernameyê bûn. Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Koordînatorê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê yê Ferzad Kemanger Tahîr Saçakli di bîranînê de axivî û wiha got: "Kurd û mamoste bûn bi xwe re gelek tiştên bên gotin tîne. Ferzad Kemanger bi van her du taybetmendiyan rê li zarokên welatê xwe vekir û bi hînbûna vê yekê riya zor û zehmet ji xwe re hilbijart. Ferzad, bi bawerî jiyana xwe ji bo nirxên xwe fida kir. Divê ji bo layîkî wi bibin mamost bên amadekirin." Ji mamosteyên mala piştgiriya perwerdehiyê Irmak Aktaş Yildirim jî ji jiyana Kemangerî hinek beş vegotin.

Piştî axaftinan sînevîyona jiyana ciwanên kurd ên li Îranê hatin darvekirin hate pêşandan. Pişt re xwendekaran helbesta mijarê wê Kemangerî xwendin. Pişt re koru derket ser dikê.

Ferzad Kemanger, di sala 2006'an de bi îdîaya bi muxalîfên kurd ên li Îranê re tevkarî kir hatibû girtin û di 9'ê gulana 2010'an de bi Alî Heydaryan, Ferhad Vekîlî, Şîrîn Elemhulî û Mehdî Eslamyan re hatibûn darvekirin. Kemanger di pêvajoya girtî de rastî îşkenceyên gelek giran hatibû û îşkenceyên li wî hatin kirin di rapora Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî de cih girtibûn.

(bd)