1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Filmamed yadî jinan hate kirin
Filmamed yadî jinan hate kirin,filmamed,yadî,jinan,hate,kirin

Filmamed yadî jinan hate kirin

3. Festîvala Filmên Dokûmenterî ên Filmamed yadî jinan hate kirin

A+ A-

ANF - Amed 3’mîn Festîvala Filmên Dokumenterî ên Filmamed ku ji aliyê Şaredariya Kayapinar, Navenda Çand û Huner ya Cegerxwîn û Komeleya Akademiya Sînema ya Rojhilata Navîn ve hatî organîzekirin, vekirina wê hate kirin. festîvala îsal yadî sê jinên şoreşger yên Kurd ku 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, kirin.

Vekirina 3’mîn Festîvala Filmên Dokûmenterî ên Filmamed li Navenda Çanda Cigerxwîn bi resepsiyonekê hate kirin. Wekîlê Şaredarê Kayapinarê Mahmût Dag, alîkarên şaredar Aynur Yilmaz û Ihsan Avci, Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, Emîn Yildiz, Sekreterê Giştî yê Yeketiya Şaredarên GAB’ê Ehmed Ertak, Endamê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Seydî Firat, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek sînemahez tevlî vekirinê bûn. Vekirina festîvalê bi anîmasyonekî 3 jinên Kurd yên şoreşger yên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin vegotin dike û deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir.

Di vekirina festîvalê de endamê Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Rojhilat Aksoy got; “Li Amedê perdeyên sînemayê ji bo azadî û aştiyê vedibin. Me hewilda tekoşîna jinan ya azadiyê bi girîngiyek mezin bigirin dest. Di giştî filman de em hinekê bi cûdakariyek pozîtîf nêzbûn. Eleqeya li hember festîvala ku bi kedek mezin pêkhat her roja ku diçe zêde dibe.”

Wekîlê Şaredar Mahmût Dag jî di axaftina kirî de anî ziman ku, perwerdeya ku Akademiya Hunerê ya Cigerxwîn sê sale di warê sînema, şano, muzik, folklorên gelêrî, wêne û wêjeyê de dide, li bajar bûye yek ji qadên girîng yên hunerî, perwerde, hilberîn û anîna gel ya cem hev.

Dag destnîşan kir ku, festîvala îsal ya diyarî tekoşîna azadiya jinê kirîn, gelek filmên ji hemû erdnîgariyên Kurd lê jiyan dikin, ji Tirkiye û welatên din film tevlî festîvalê bûn.

Di şeva ku dengbêjên jin yên di bin ya Navenda Çanda Geverê de xebatên xwe birêve dibin, derketin ser dikê, filmê dokûmetnerî yê Haşim Aydemîr, Rojhilat Aksoy hate pêşkêş kirin. Di festîvala ku dê heya 24’ê Gulanê berdewam bike de, li gel 17 filman 25 filmên dokûmenterî dê bên pêşkêş kirin.


Bêjeyên Miftehî