Filmekî kurdî xelatekî navneteweyî wergirt
A+
A-
NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS Filmekî derhênerê kurd Teha Kerîmî xelata yekemîniyê ya festîfalekî Asyayê bidestxist.
Filma ‘1001 Sêv’ ya ku Teha Kerîmî derhêneriya wê kiriye tevlî 8’mîn Festîfala Asya Pasîfîk bû. Vê filmê di festîfalê de xelata dokumenteriya 2014’an a herî baş bidestxist.
Xelat ji aliyê birayê Teha Kerîmî ve hat wergirtin.
Teha Kerîmî derhênerekî kurde û sala 2013’an ji ber bûyerekî trafîkê li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da û piştre cenazeyê wî ji bo bajarê Bane yê rojhilatê Kurdistanê hat veguhestin.
Bêjeyên Miftehî filmekî,kurdî,xelatekî,navneteweyî,wergirt