1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Fitir û zekatên xwe bidin Rojava"
"Fitir û zekatên xwe bidin Rojava",fitir,û,zekatên,xwe,bidin,rojava

"Fitir û zekatên xwe bidin Rojava"

Mele Hadî: Fitir û zekatên xwe bidin Rojava

A+ A-

MEHMET CURAN

AMED (DÎHA) - Serokê DÎAY-DER'ê M. Hadî Koç diyar kir ku di meha Remezana pîroz de divê gel bi zekat û fitirên xwe piştgirî bide Kobanê û Rojava. Koç anî ziman ku di vê demê de wazifeya kurd û misilmanan hîmayekirina gelê Kobanê ye.

Di îslamiyetê de zekat û fitir cîhekî girîng digire. Zekat û fitir hêstên piştgirî û piştewaniyê pêş dixe. Civaka kurd bi salane ev kevneşopiyê didomîne. Zekat salekî carek tê dayîn û du ali ye. Zekata mal heye ya duyemîn jî fitre ye ev jî zekata can e. Zekata mal ew ên ku bi tavê, bi avê bi xweliyê bi hewayê, mehsûlên ku tên meydanê. Kesên ku dixebite malê wî ji 10'î yek ji feqîran re zekat e. Danûstandinên ku bi bazirganiyê dibe wek bazirganiya zêr, zîv û wekî din zekata wî jî ji 40'î yek e. Ev her du jî di salekê de carekî ye. Zekat ji feqîran re, ji mûşkîl û deydaran re ji ew ên ku hîn nû misilman bûne, yên ku di rêya xwedê de cîhat dikin û yên ku di rêyan da mane diçe. Zekat ji hamilên dewletê re nayê dayîn.

Çete xwînê dirijin û mirovan dikûjin

Serokê Komeleya piştgirî û piştewaniya kesên oldar (DÎAY-DER)'ê M. Hadî Koç diyar kir ku kesên ji bo ola xwe, ji bo malên xwe, ji ber zilm û zorê berxwe bide û bên kuştin ew şêhîd in û wihat got: "Îro em li Rojhilata Navîn dinêrin çeteyên ku navê wî DAIŞ'ê heye. Amerîka, Katar, Sûûdî Arabîstan û Tirkiye van çeteyan derxist holê û bi van çetan li Rojava zilmê dikin. Ev çete xwînê dirijin û mirovan dikûjin. Malê mirovan agir berdidin û xira dikin. Ceyran û avê li ser mirovan dibirin. Di pirtûka pîroz de dibêje ku ew ên mirovên mezlûm bikûje sankî tevî mirovan kuştiye. Ew mirovên mehsûm ji kîjan ol dibe bila bibe, ji kîjan erdnîgariyê dibe bila bibe û ji kîjan netewê dibe bila bibe, yê ku ev mirov kuştiye sankî tevî mirovan kuştiye."

'Bila gelê me fitir, zekat û derman bidin Kobanê'

Hadî Koç da zanîn ku ambargo û qetlîama ku li Kobanê tê kirin sûcê mirovatiyê ye û wiha domand: "Çeteyên DAIŞ'ê ku li Kobanê zilm li ser gelê kurd dike melûm in. Eleqeya wan bi misilmantiyê re tune. Xwedê xezaba xwe li wan kiriye. Wezîfeyê me ye kurd û misilmanan jî hîmaye kirina gelê Kobanê ye. Bila gelê me fitre, zekat û derman bidin wan. Bila gelê me biçe kêleka wan cîh bigirin av ê ceyranê bidin wan. Meha Remezanê ye divê em ji gelê Kobanê û Rojavayê re zekat û fitrê xwe bidin. Fitir herî kem serê mirov 2,5 panot e. Lê kesên ku çiqas zêde bide ewqas baş e. Fitir û zekatê me li ser me ferz e, pêwiste em bidin."

'Xelasiya kurdan yekîtî ye'

Koç, anî ziman ku kurd di doza xwe de mafdar in û biratî, aşitî û edaletê dixwazin, ji bo mafê mirovan wekheviyê dixwazin. Koç, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewletên Rojhilata Navîn ziman û nasnameyan înkar dikin. Ciwanan dikûjin û xwîn dirijînin. Dayîk digirîn û hestirên wan dikeve ser xwîna zarokên wan. Ev nayên qebûl kirinê. Xelasiya me kurdan jî yekîtî û evînî ye."

(mc/ça)