1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. FKÊ û Meclîsa Jinên Êzidî cejna Êzî pîroz kirin
FKÊ û Meclîsa Jinên Êzidî cejna Êzî pîroz kirin,fkê,û,meclîsa,jinên,êzidî,cejna,êzî,pîroz,kirin

FKÊ û Meclîsa Jinên Êzidî cejna Êzî pîroz kirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN FKÊ û Meclîsa Jinên Êzidî bi peyamekê cejna Êzî (Ezda) pîroz kirin. Di peyamê de bal hat kişandin ser fermana 73'an a îsal li ser civaka Êzidî rabûye û hat gotin, "Em weke FKÊ û Meclîsa Jinên Êzidî girî û gazinan qebûl nakin. Divê bi vîneke xurt li gorî ruhê şehîdan, bersiv ji komkujiyê re bê dayîn. Berî her tiştî rêxistinbûyîn û yekîtî ji bo me girîng e."

Federasyona Komeleyên Êzidiya (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzidî, bi peyameke hevpar Cejna Êzî li tevahiya Êzidiyan û gelê Kurdistanê pîroz kir.

Di peyama hevpar de hat destnîşankirin ku mîna di gelek qewl û dirozên Êzidiyan de tê gotin, 'çêkirina yekîtî û tifaqê li ser her kesê Êzidî ferz e' û hat destnîşankirin ku ola Êzidiyatiyê yekîtî û biratiyê dixwaze.

Di peyamê de hat gotin, "Lewma pêwîste her Êzidiyek cihê xwe di nava yekîtiyê de bigire, li hemberî toreyên paşverû û bêtifaqiyê derkeve" û bal hat kişandin ser fermana 73'an a îsal li ser civaka Êzidî rabû, ku di encamê de bi hezaran jin, zarok û bêguneh hatin qetilkirin, bi sed hezaran Êzidî neçar man cih û warên xwe biterikînin.

Di peyama FKÊ û Meclîsa Jinên Êzidî de hat ragihandin, ku ne cihê girî û gazinan e û hat destnîşankirin, ku divê bi vîneke xurt, li gorî ruhê cangoriyan bersiv ji neyar û dagirkeran re bê dayîn. Hat diyarkirin, ku ji bo vê yekê jî berî her tiştî pêwîstî bi yekîtî û rêxistinbûyînê heye.

Di peyamê de wiha hat gotin: "Bi munasebeta Cejna Êzidî em banga yekîtî û hevgirtinê li hemû Êzidiyên dilsoz dikin. Ji bo Xweseriya Şengalê ev ferz e. Em weke FKÊ û Meclîsa Jinên Êzidî bang li hemû Kurdên Êzidî û welatparêz dikin, ku li nirxên xwe yên olî û neteweyî xwedî derkevin û ji bo aştî û azadiyê têbikoş in."

Di daxuyaniya peyamê de hat gotin, ku cejna Êzî wê îsal jî li Ewroayê li salonan bê pêşwazîkirin û banga tevlîbûnê li civaka Êzidî hat kirin.

CEJNA ÊZÎ (EZDA)

Li gor baweriya ola Êzidiyan “Ezda” an jî Xweda yek ji 1001 navên Xwedê ye. Bi gotineke din, ev cejn cejna Ezda ye. Bi vê cejnê re Êzidî careke din girêdan û baweriya xwe bi Xwedê re qewîntir dikin. Beriya vê cejnê jî, sê rojan ji bo vê yekê rojî tên girtin û roja Înê jî cejn tê pîrozkirin. Di vê demê de Êzidî hêvî û daxwazên xwe bi zimanê xwe yê zêrîn bi Kurdî dikin.