FLAŞ! Amar Dadixî Hate Kuştin
Fermandarê Hêza Bahoza Bakûr Amar Dadîxî di gel 4 çekdarên din hate kuştin
A+
A-
Fermandarê Hêza Bahoza Bakûr Amar Dadîxî, di encama êrîşa YPGê de, li gundê Qestel Cindo di gel 4 çekdarên din hate kuştin.
Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku di encama çalakiya YPGê de tu zaiyatên YPGê nebûne.
Tê zanîn ku ev çeteyên di bin kontrol, destek û parastina dewleta tirk de ne, çend car in hewl didin bikevine gundên êzîdiyan ên li Rojavayê Kurdistanê û bi darê zorê wan bikine musulman, ango dev ji dîn û baweriyên wan bidine berdan.
Li gor agahiyên ku me ji herêmê girtine, Amar Dadîxiyê ku bi xwe Turkmen bû, piştî li gel çar hevalên xwe ve hate kuştin, endamên çeteyê yên din revîne Tirkiyeyê.
Amîda Kurd
Bêjeyên Miftehî flaş,amar,dadixî,hate,kuştin