1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. FLAŞ!! Ji Karayilan daxuyaniyên grîng
FLAŞ!! Ji Karayilan daxuyaniyên grîng,flaş,ji,karayilan,daxuyaniyên,grîng

FLAŞ!! Ji Karayilan daxuyaniyên grîng

”Em dê piştî çareseriya pirsa kurd dest ji çekan berdin”

A+ A-

Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) Murat Karayilan, derbarê pêvajoyê de daxuyaniyên grîng da televizyona navdar a erebî El Cezîreyê.

Karayilan di hevpeyvîna xwe ya El Cezîre de, bersiva gelek pirsên grîng da ku di raya giştî ya bi taybet kurd de dihat payîn.

Serokê Konseya Rêveber a KCKê Karayilan derbarê nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha got: ”Nameya rêber Apo, ne tenê ji bo pirsgirêka kurd, lê ji bo çareseriya pirsirêkên hemû gelên Rojhilata Navîn gaveke grîng e. Rêber Apo, serdemek ku çek têne rawestandin û siyaset dê biaxive da destpêkirin.

Karayilan derbarê agirbestê de jî diyar kir ku wan berê jî 8 caran agirbest îlan kirine û ji bo rewşa nû, divê zemîneke qanûnî bê avakirin. Karayilan wiha berdewam kir: ”Em ji sala 1993an ve hewl didin vê pirsgirêkê bi rêyên siyasî çareser bikin, lê dewleta tirk xwe nêzî vê yekê nekir û di pêvajoya vekişîna sala 1999an de jî, hukûmeta tirk bi sedan hevalên me bi rê de şehêd xistin. Me wê demê ziyanên giran dîtin.

Karayilan derbarê helwesta hukûmeta AKPê de jî diyar kir ku, hukûmetê di van demên dawîn de helwesta xwe guherandiye û dibêje ku ji bo vekişînê pêdivî bi zemîneke qanûnî nîne, PKK bila çekên xwe deyne û vekişe. Karayilan got: ”Eger vekişînek bibe jî, em dê biçine kampên xwe yên li Başûrê Kurdistanê.

Serokê Konseya Rêveber a KCKê Karayilan da zanîn ku pêvajoya ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji bo wan stratejîk e û em ê ji bo pêkhatina wê bixebitin, Lê eger dixwazin Ocalan vê projeyê bi ser bixe, divê rê lê bê vekirin ku bikaribe bi me re bi hêsanî di nav dan û stendinan de be.

Karayilan her wiha da zanîn ku ji bo destpêkirina vê pêvajoyê, li gel partiyên kurd ên din bi hev re biryar dane, lewra nexwestine bi tenê biryarek bigirin.

Karayilan diyar kir ku ev pêvajo ji sê merheleyan tê pê: 1- Rawestandina şer, 2- Avakirina zemîneke qanûnî û 3- guherandina Qanûna Bingehîn. Karayilan wiha berdewam kir: ”Divê nasnameya kurdan û yê hindikahiyên din jî, di Qanûna Bingehên de bê naskirin û Qanûna Bingehîn bê guherandin. Eger ev bibin û mafê xwebirêvebirinê bidine kurdan, em dê derbasê merheleya din bibin. Eger kurd mafên xwe bidest bixin, wê demê em ê jî li Tirkiyeyê bibine partiyeka normal û em ê wê demê dest ji çekan berdin.

Murat Karayilan axaftina xwe wiha domand: Me tu sûcî nekiriye û em doza efûyê jî nakin. Li dijî gelê kurd komkujî pêk hatin. Divê gelê kurd dewleta tirk efû bike.

Karayilan derbarê destpêka pêvajoyê de jî agahî dan û diyar kir ku ev pêvajo 5 meh berê li Îmraliyê dest pê kiriye û keda Hukûmeta Federe ya Başûrê Kurdistanê û yê aliyên siyasî yên başûr jî tevlî vê pêvajoyê bûye û ev ked hîn jî didome.

Karayilan derbarê pirsa rola Amerîkayê ya vê pêvajoyê de jî da zanîn ku tu agahiyeke wî di vî warî de nîne.

Karayilan da ragihand ku di sala 2012an de operasyonên serkeftî yên gerîllayên wan bûne û piştre Amerîkayê pêşniyaza çareseriya siyasî li Tirkiyeyê kiriye. Karayilan her wiha nerazîbûn nîşan da ku Amerîka çewa dibe dikare dostê kurdên Başûr û dijminê kurdên Bakur be û wan bike lîsteya terorê, ev nakokiyek e, û tevlîkirina PKKê ya vê lîsteyê, neheqiyek e.

Serokê Konseya Rêveber a KCKê Murat Karayilan derbarê rewşa Sûriyê de jî diyar kir ku destekkirina wan a rejîma Sûriyê ne rast e û wan li herêmê rêyeke sêyemîn pêk anîne. Rêyeke sêyemîn a ku desthilatdariyekê naxwaze û daxwazên gelên li Sûriyeyê destek dike. Karayilan wiha berdewam kir: ”Em siyaseta kurd a li Rojava destek dikin. Birayên me li Rojava şoreşê destek dikin û tevlî muxalefeta çekdar nabin, lê ji bo parastina xwe rahiştine çekan.

Karayilan di dawiya axaftina xwe de ragihand ku şerên îroj, şerên komkujiyê ne û dê ew tevlî van şeran nebin.

Amîda Kurd