1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Forma Girê Spî ji NY xwest derheqê Tirkiyrê de lêpirsînê veke
Forma Girê Spî ji NY xwest derheqê Tirkiyrê  de lêpirsînê veke,forma,girê,spî,ji,ny,xwest,derheqê,tirkiyrê,de,lêpirsînê,veke

Forma Girê Spî ji NY xwest derheqê Tirkiyrê de lêpirsînê veke

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Forma Girê Spî (Til Ebyed) ya Civaka Sivîl ji neteweyên Yekbûyî xwest derheqê bipêkirinên Dewleta Tirk ên li Girê Spî de lêpirsînê vebike.

Forma Girê Spî (Til Ebyed) ya Civaka Sivîl têkildarî êrîşên guh ên komên çete yên DAIŞ’ê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Formê got ku dewleta Tirkiyê sînor ji çeteyan re vekir û wan derbasî Girê Spî kirin, Formê her wiha da zanîn ku Artêşa Tikr di heman demê de gule li ser navendên hêzên YPG’ê reşandin.

Daxuyanî wihaye: “Di sibeha roja sebetê (27-02-2016) komên çete yên DAIŞ’ê êrîşî hejmarek navendên bajarê Giê spî (Til Ebyed) kirin. Navendên rastî êrîşî hatin jî ev in: “Navenda Asayîşê, Nexweşxaneya wetenî, Herêma Firehkirinê (Iskan), Bajaroka Ên Arûs û gundê Tirkman Hemam kirin. Li ser vê yekê Hêzên Asayîşê û Hêzên Sûriya Demokratîk derhal bersiva êrîşan dan û di encamê de şerekî dijwar derket.

Komên çete piştî ku hêzên dewleta Tiriyê yên li ser sîno bajaroka Hemam Tirkman topbaran kir derbasî herêmê bûn. Armanca hêzên Tirkiyê ew bû ku hêzên parastina herêmê dikin bi wê herêmê muştixil bibin, div ê navberê de teroristên DAIŞ’ê di ser sînor re derbasî herêmê bûn.

Em wekî Forma Girê Spî (Til Ebyed) ya Civaka Sivîl di dema em sersaxiyê ji malbatên şehîdên di êrîşî de jiyana xwe jidest dane re dixwazin, em êrîşa ku Dewleta Tirkiyê bi piştgiriya komên çete yên DAIŞ’ê kirin û wan di sînor re derbasî herêmê kirin şermezar dikin. DI heman demê de em bang li Neteweyên Yekbûyî û di serî de Konseya Ewlekariyê dikin ku derbarê binpêkirinên Dewleta Tirk de lêpirsînê bidin destpêkirin.

Di dema Civaka Navdewletî ji bo agirbesta li ser xaka Sûriyê lihev kirin, Dewleta Tirk komên çete derbasî xaka Sûriyê kir, da ku tişta hemû civaka navdewletî li ser lihev kiriye têk bibe.”

(dc)

ANHA