´Fransa dizane kê ew komkujî kir´
Karasu: Tê zanîn ka kê komkujiya Fransayê pêk aniye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, diyar kir ku bi komkujiya Parîsê rêveberiya PKK’ê hedef hatiye girtin û destnîşan kir ku kir ku Fransa dizane kî li pişt vê komkujiyê ye lê naxwaze bêje. Karasu wiha got: “Îhtîmaleke mezin Fransa û Tirkiye bazarekê dikin. Li hev kirin. Herhal li ser Sûriyeyê li hev kirin. Di mijarên din de li hev kirine.”
Endamên Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû roja yekşemê roportajek da bernameya Gundemê ya Nûçe TV û êrîşa di 9’ê çile de li Parîsê pêk hat nirxand. Karasu anî ziman ku komkujî bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye û wiha got: “Nêrîna me; Ev komkujî hat ferqkirin lê Ewropayê ev ji nedîtî ve dît.” Karasu anî ziman ku rasterast Fransa sûcdar nekirine lê ji ber ku ev bûyer ronî nekirin dê her tim di bin tohmetê de bimîne. Karasu destnîşan kir ku piştî komkujiyê di navbera du welatan de di mijara Sûrieyeyê de bazarî hatiye kirin.
‘EM BI SARAYÊ RE BI SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MAN’
Karasu wiha pê de çû: “Beriya ez dest bi axaftina xwe bikim ez ji bavê Leyla Şaylemez, Cumalî Şaylemez, bavê Fîdan Doganê, Hasan Dogan û hevalê xwe birayê xwe Metîn Cansiz re silav û hurmetê xwe dişînim. Qetilkirina van hevalên me bi rastî em kirin nav êşeke mezin. Min hevala Leyla nas nedikir lê yên din nas dikim. Bi Sarayê re ji xwe em bi salan di girtîgehê de man. Bi salan li çiya ma. Hevaleke me ya damezrînera partiyê ye. Êrîşa li dijî van hevalan li dijî tevgerê ye.”
KOMKUJIYA PARÎSÊ NE JI RÊZÊ YE
Karasu destnîşan kir ku gotina Ocalan ya ; “Ger komkujiya Parîsê ronî nebe dê pêvajo bixetirme’ bi wate ye û wiha pê de çû: “Ji ber ku komkujiya Parîsê ne ji rêzê ye. Qetilkirina hevala Sara ku yek ji kadroyên damezrinda PKK’ê bû û heta dawiyê di kadroya rêveberiya PKK’ê de û di têkoşîna azadiyê de cihê xwe girt, bûyereke mezin ya siyasî ye” û destnîşan kir ku komkujiya Parîsê ne bûyereke ji rêzê ye.
TÊKILIYA TIRKIYEYÊ YA BI KOMKUJIYÊ RE AŞKERE YE
Karasu di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Kesê ku komkujî pêk aniye, nîjadperet û şoven e. Ji xwe kesekî ji rêzê nikare vê bike. Enceq kesekî wisa netewperest bike. Polîsek jî nıkare bike. Leşkerek jî nıkare bike. An jî kesekî ku li dijî PKK’ê kiribin dijmin vê komkujiyê pêk bîne. Vê jî enceq rêxistinên îstîxbaratê dikarin bikin. Ev bûyer oganîzekirî ye. Têkiliya wê bi Tirkiyeyê re aşkere ye. Ger hêj di nava delweta Tirk de kesên wisa plana kuştinê dikin hebin, xuyaye ku projeyek wan ya çareseriyê tune. Ev tê fêmkirin. Ger komkujî ronî nekin, kujer neyên mehkumkirin pisgirêka kurd jî nayê çareserkirin. Divê helwest û nêrîna li dijî kurdan lid ijî PKK’ê bê guhertin.”
GER TASFIYE DI DEWRÊ DE BE BEHSA ÇARESERIYÊ NAYÊ KIRIN?
Karasu wiha got: “Ger ku hêj planên tasfiyekirina tevgera azadiya kurd di dewrê de be, ma mirov dikarin behsa kîjan çareseriyê bike. Em jî wisa difikirin. 2-3 sal e hatibû plankirin û dixwazin pêk bînin. Hem jî ev di dema AKP’ê de hat plankirin. Ev jî parçeyeke planê bû. Ji ber vê jî divê em komkujî derkeve holê û bê mehkumkirin. An jî her tişt derew e, ne jidilî ye. Durûtî ye. Ger ev komkujî dernekeve holê, wê demê ev lîstikek nû ye. Ev tasfiyekirin e.”
EWROPA JI NEDÎTÎ VE HAT
Karasu anî ziman ku ev komkujî hat dîtin, lê Ewropayê ji nedîtî ve hat û got: “Ligel vê kesek tê girtin lê Fransa tu tiştekî nabêje. Çima? Ev jî têkiliya Tirkiye û Fransayê nîşan dide. Dostên Fransayê dixwazin Tevgera Kurd bê tasfiyekirin. Jixwe her roj êrîş dikin. Hevalên me digirin. Di hevdîtinên Osloyê de hevalên me yê Adem hat girtin. Dîsa piştî komkujiyê gelek hevalên me hatin girtin. Ev hevkarî ye.”
TIRKIYE Û FRANSA DI BAZARÊ DE NE
Karasu di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Rêber Apo gotibû; kesên berê xwe dane min û dane hevala Sara heman in’. Îhtîmaleke mezin Fransa bi Tirkiyeyê re bazarê dike. Li hev kirin. Herhal li ser Sûriyeyê li hev kirin. Di mijarê din de li hev kirin. Demek nêz de Davutoglu çû wir, çima çû? Niha dewletên ku bi Sûriyeyê de ketine yek Frans ye û ya din jî Tirkiye. Fransa dixwaze Tirkiyeyê bike pêveka xwe. Ma Fransa komkujiyê nizane? Bê guman dizane. Şopandiye. Lê naxwaze vebêje. Yekitiya wan a berjewendiyê ye. Bê guman emê Fransayê ku bûyerê ronî neke, sûcdar bibînin. Em nabêjin tu di nav de ye lê, ger ronî neke emê di bin tohmetê de bihêlin.”