1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fransa hat şermezar kirin
Fransa hat şermezar kirin,fransa,hat,şermezar,kirin

Fransa hat şermezar kirin

A+ A-

Rewşênbîr û sîyasêtmedarên kurd yen Herêma Kurdistan a Federal dijî biryara girtina ROJ TV ya şirkêten dewleta Fransa şermezarkirin û anîn ziman ku eger di navbera rejîma Fransa û Tirkîye de hevkarîyek qirêj tûnebe lazime ev biryara şaş be rastkirin.

Li dijî ragihandinên kurd êrîş û zextên ku heyî hem li Tirkîye hem jî li navnetewî her ku diçe zedetir dibin. Di encama wan zextan de weşana ROJ TV ji alîye rejîma Fransa ve hate sekinandin. Nerazîbûnen li dijî wan pekûtiyan jî her ku diçe zêde dibin. Siyasetmedar Abdulxanî Elî diyar kir ku ROJ TV ji bo pêşxistina gelê kurd roleke giring dileyîze û got, “Ev telêvîzyon çavê kurdane. Tirkiye jî bo çavê kurdan bigire û tekîlîyen wan ji derve qut bike ket nav hewldanan. Hincet nîşan didin ku ROJ TV dezgayeke teroriye. Ev ne raste. Terorîst dewleta tirke. Li Bakûrê Kurdistanê her roj komkujiyan li dijî welatiyen sivîl yen kurd pêk tîne. Jî ber ku ev gemariya dewleta tirk rayagîştî re parve dike ROJ TV hat girtin. Ev bûyer hevkariya qirej a di navbera dewleta tirk û fransî derxistîye holê. Li aliyekî li ser navê Êrmenîyan li dijî hev derdikevin li aliyê din jî komkujiya kurdan de hevkarî dikin”

'Vê biryara şaş rast bikin'

Elî, anî ziman ku ger tekîliyek qirêj di navbera rejîma Fransa û Tirkîye de tûnebe lazime ev biryara şaş bê rastkirin û destûr bidin ku ROJ TV bikaribe wêşana xwe bike û wiha got: “Dewleta tirk dixwazê kurdan tûne bike. Li dijî wan hovîtiyan jî kurd tekoşînek rewa peşdixin. Bi taybêtî jî ev 13 salin bi rebazek aştiyane dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Lê Tirkîye beramberî wê yekê li her derê komkujiyê pêk tîne. Herî davî li Qilabanê 34 welatiyen kurd qatil kirin. Pewîste ji bo çareseriyek demokratîk û aştîyane dewleten navneteweyî zextan li ser Tirkîye bikin”

Evdilxaluq: Li şûna ROJ TV, divê televizyonên hevkarê komkujiyê bên girtin

Berpirsyarê Dezgeyê Standart Mesud Evdilxaluq, jî diyar kir ku di sedsala 21’an de girtina televîzyonekê nayê pejîrandin. Evdilxaluq da zanîn ku nezîkatiyek dirû beramberî kurdan heye û wiha pêda çû. “Eger vîcdan û exlaq hebî ev telêvîzyonên ku li dijî komkûjiya kurdan bedengin ev ben girtin. 25 milyon mirov bi zimanên xwe jiyan dikin û hertim di bin zext û zordarîye de. Ez hêvî dikim ku ev nezîkatîyen şaş ên li dijî kurdan bên rastkirin." DÎHA (mk/mae)


Bêjeyên Miftehî