1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fransa ji bo Roja Kobaniyê dadikeve kolanan
Fransa ji bo Roja Kobaniyê dadikeve kolanan,fransa,ji,bo,roja,kobaniyê,dadikeve,kolanan

Fransa ji bo Roja Kobaniyê dadikeve kolanan

Li Fransayê wê li gelek navendan ji bo destekkirina Kobanê çalakî bên lidarxistin. Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) banga beşdariya li van çalakiyên li gelemperiya Fransayê kir

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Li Fransayê wê li gelek navendan ji bo destekkirina Kobanê çalakî bên lidarxistin. Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) banga beşdariya li van çalakiyên li gelemperiya Fransayê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya CDK-F de hat gotin, "Zîhniyeta AKP'ê ya faşîst û DAIŞ'ê, bi awayekî topyekûn êrîşî gelên qedîm ên Rojhilata Navîn kirin, jîngehên wan şewitandin, talan kirin û çi zarok çi extiyar bi hezaran mirov bi awayekî hovane qetil kirin."

'DOR A MIROVAHIYÊ YE'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku artêşên dewletan jî nikarîbûn bi DAIŞ'ê, lê belê li Kobanê serketin hatiye bi dest xistin û hat gotin, "Ev serketin bûye serketina mirovahiyê. Bi armanca parastina serketina Kobanê û ji nû ve avakirina Kobanê, em bang li tevahiya welatparêz û her kesên alîgirê wekhevî û biratiyê dikin ku beşdarî meş û mîtîngan bibin. Girîng e em bi şiyara 'Kobanê ji bo mirovahiyê li ber xwe da, niha jî dor hatiye mirovahiyê ku Kobanê ji nû ve ava bike' tevlî çalakiyan bibin."

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Dem û cihê çalakiyan ên li Fransayê bi vî rengî ye:

Parîs Saet: 14:00 Meydana Bastîlle

Marsîlya Saet: 13:00 Réformés Canebière

Lyon Saet: 18:00 Place des Terreaux

Strasboûrg Saet: 14:00 Place Kleber

Bordeaûx Saet: 15:00 Place de la Bourse

Toûloûse Saet: 14:00 Place du Capitole

Rennes Saet: 13:30 Dalle de Colombier

Montpellîer Saet: 13:00 Place de la Comédie

Metz Saet: 14:00 Place de République