1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Futbolvanên Kurd komkujiya Rojava şermezar kirin
Futbolvanên Kurd komkujiya Rojava şermezar kirin,futbolvanên,kurd,komkujiya,rojava,şermezar,kirin

Futbolvanên Kurd komkujiya Rojava şermezar kirin

A+ A-

ALÎ GULER - HAGEN - ANF Li Rojavayê Kurdistanê, komkujiya El Nûsra ya li dijî sivîl û zarokan li her devera Kurd lê dijîn tê şermerzarkirin. Lîstikvanên SV Ararat ku yek ji klûba herî kevin a futbolê ya Kurdên li Elmanyayê ye, di maça dostaniyê ya bi SSV Hagen a Elman re, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Rojava banda reş girêdan û pankart vekirin. Berdevkê Klûbê Mehmet Sari bang li gelê Kurd kir ku li her devera lê dijî, komkujiya li Rojava şermezar bike.

Tîma SV Ararat a li Gevelsberg a ser bi bajarê Elmanya Ennepentalê di sala 1990 de ji aliyê ciwanên kurd ve hat damezrandin, duh li hemberî tîma Elman SSV Hagen maçeke dostaniyê lîst û di vê maçê de komkujiya li Rojava şermerzar kir. Lîstikvanên tîm banga reş girê dan û bi pankarta bi nivîsa "Em qirkirina li Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin" derketin maçê. Beriya maçê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin.

'DIVÊ KURD SPORT JI VÊ RE PÊŞENGIYÊ BIKE'

Berdevkê Klûba Futbolê ya SV Ararat Mehmet Sari da xuyakirin ku ji bo ew balê bikşînin ser komkujiya li Rojava û raya giştî ya Elman di vî warî de agahdar bikin, wan çalakiyeke weha pêk anîne.

Sari diyar kir ku divê ti Kurd li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemîne û got, "Rojava birîna me ya xwîn jê tê ye. Lê îro haya kesî ji wê derê tineye. Dev ji Elmanan berde, haya Kurdan zêde ji wir tineye. Ji bo em bala mirovan bikşînin ser rewşê, em jî bi pankart û girêdana banda reş derketin maçê."

Mehmet Sari bang li Kurdan kir ku li her devera lê dijî çalakiyan bikin û got, "Ji destê me ev tê. Dibe ku tiştekî biçûk e, lê li gorî me watedar û girîng e. Em bi dil û can li gel Rojava ne. Divê ev baş were fêmkirin. Me li vê derê bala ciwanên Ewropî yên ji bo temaşekirina maçê hatine, kişandin. Eger tevahiya tîmên Kurd vê bike, emê xwe bigihînin bi hezaran mirovan û dengê xwe bidin bihîstin."

Sari diyar kir ku divê El Nûsra û çeteyên din ên bi navê Îslamiyetê vê komkujiyê dikin werin teşhîrkirin û got, "Çi pêwendiya pêkanînên van bi Îslamiyetê re nîne. Divê were teşhîrkirin. Diviyabû Yekitiya Sportvanên Kurd "Kurd Sport" a beriya çend mehan li Ewropayê ava bû, pêşengî bikira. Diviyabû klûbên Kurd ên li Ewropayê, ji bo çalakiyeke bi vî rengî pêşniyar bikira. Lê mixabin ji wan jî ti deng derneket. Me jî biryar dan ku nerazîbûna xwe bi vî rengî bînin ziman. Em hêvîdarin tîmên din ên futbolê yên ev helwesta me dîtine, wê çalakiyên bi heman rengî pêk bînin."

Sari bang li her kesî kir ku di warê madî û manewî de alîkariyê bidin Rojava û got, "Bêdengê, ne însanî ye." Sari ragihand ku eger komkujî dewam bike, ewê bi pankart û banda reş derkevin hemû maçên lîgê yên di meha Îlonê de destpê bikin.

SV Ararat ku di sala 1990 de li Gevelsberg a ser bi bajarê Elmanya Ennepentalê ji aliyê ciwanên Kurd ve hat damezrandin, ev pênc salin di Kreis Liga A de dileyze. Klûb xwedî tu tîman e. Di nava tîm de li gel Kurdan, lîstikvanên Elman, Îtalî, Azerî û Tirk jî hene.