1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Fîlmê Mandela bi jêrnivîsa Kurdî dikeve vîzyonê
Fîlmê Mandela bi jêrnivîsa Kurdî dikeve vîzyonê,fîlmê,mandela,bi,jêrnivîsa,kurdî,dikeve,vîzyonê

Fîlmê Mandela bi jêrnivîsa Kurdî dikeve vîzyonê

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 26.12.2013 08:43:34 Piştî ku lîderê efsanewî yê Afrîka Başûr Nelson Mandela di 7'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da, fîlmê "Mandela: Rêya ber bi Azadiyê ve" li Tirkiyê yekemcar bi jêrnivîsa Kurdî dikeve weşanê.

Fîlmê "Mandela: Rêya ber bi Azadiyê ve" ku ji bo namzetiya Oscarê tê bilêvkirin, 90 kopyayên wê bi Tirkî û 30 kopyayên wê jî bi jêrnivîsa bi Kurdî dikeve vîzyonê. Ev pêkanîn ku li Tirkiyê weke rewşeke nû tê binavkirin, li Amedê di afîşên fîlman de xwe nîşan dide. Hem afîşên bi Kurdî hem jî yên bi Tirkî hatin daliqandin.

Li gorî nûçeya Radîkalê, îthalatkarê fîlm rayedarên MGbeyond diyar dikin ku yekemcar e li Tirkiyê fîlmekî ji derveyî wlat bi jêrnivîsa bi Kurdî dikeve vîzyonê.

Rayedarên kargehê diyar kirin ku ji ber fîlm behsa çîroka jiyana mirovekî jiyana xwe diyarî azadî û aştiyê kiriye, wan xebateke bi vî rengî meşandin û ji ber vê yekê jî reaksiyonên gelekî erênî digihêjin wan.