1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Fîncanci: Ji pêvajoyê veger nîne
Fîncanci: Ji pêvajoyê veger nîne,fîncanci,ji,pêvajoyê,veger,nîne

Fîncanci: Ji pêvajoyê veger nîne

Prof. Dr. Şemnem Korûr Fîncanci da xuyakirin ku aliyê Kurd ji çareseriyê roleke erênî girtiye ser milê xwe û divê zext li dewletê bike ji bo gavan bavêje

A+ A-

ALÎ BARIŞ KÛRT - ENQERE - ANF Prof. Dr. Şemnem Korûr Fîncanci da xuyakirin ku aliyê Kurd ji çareseriyê roleke erênî girtiye ser milê xwe û destnîşan kir ku divê zext li dewletê bike ji bo gavan bavêje. Fîncanci diyar kir ku ewê di konferansa li Enqerê de rê û rêbazên ji bo têkûzkirina aştiyê biaxivin.

Di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka KUrd de wê di 25 û 26'ê Gulanê de li Enqerê Konferansa Aştî û Demokrasiyê bê lidarxistin. Yek ji bangdarên konferansê Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, ji me re behsa pêvajoya aştiyê û konferansê kir.

'ALIYÊ KURD HÎN BI ÇALAK TEVDIGERE'

Fîncanci ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de aliyê Kurd roleke girîngtir girtiye ser milê xwe û got, "Gelek berdêl dan. Kuştinên bê dareza, valakirina gundan, êşkence û hemû wendahiyên di nava şer de Kurdan jiyan, berdêlên gelekî giran dan. Li gel vê jî nîşan da ku ew alîgirê aştiyê ne û ev yek hêviyek mezin dide me. Tevî van hemû berdêlan em dibînin ku gelê Kurd di pêvajoya çareseriyê de hîn çalak tevdigere. Ev jî hesta me ya li beranberî jidilbûyîna wan xurtir dike. Lê ji aliyê din ve jî bawerî yan nebaweriya bi dewletê jî heye. Ji zarokatiya xwe, ti ji me bi dewletê ne bawer bûye ne jî piştrast."

Fînanci diyar kir ku divê dewlet di pêvajoya çareseriyê de pêşî li "qezayên rê" bigire û anî ziman ku bi têkûzkirina aştiyê re di warê civakî de berpirsyarî dikeve ser milê herkesî. Fînanci got, "Di vî warî de Kurd hîn bi çalak tevdigere, hîn bêtir dikeve nava hewldanan. Li ser pêvajoya piştî aştiyê jî disekine. Bi dîtina me ev girîng e. Ji ber ku hatina aştiyê nayê wateye bidawîbûna her tiştî. Karê mezin, di wê demê de destpê dike. Bandora şerê 30 salan a li nava civakê heye. Em dizanin pêvajoya aştiyê zehmet e. Me li Îrlanda, Spanya, Efrîka Başûr, Fîlîpîniyan dît, çiqasî bi zor pêk tê. Lewma divê ji vê pêvajoyê re ked bê dayîn."

'NEXŞERÊYA REWŞA PIŞTÎ AŞTIYÊ'

Fîncanci ragihand, ku ew Konferansa Aştî û Demokrasiyê ji bo pêvajoya aştiyê û rewşa piştî pêvajoyê gelekî girîng dibînin û got, " Em girîngiyê didin konferansê, di heman demê de wê ji bo aştî û rewşa piştî wê bibe nexşeyeke rê. Ji bo pêvajoya aştiyê asteng nebe, emê kar û barên divê werin kirin di konferansê de binirxînin. Wê li ser peymaneke civakî were rawestîn. Zerarên civakê ji ber şer dîtine û rûbirûbûna bi kêmasiyan, werin axaftin."

Fînanci diyar kir ku ewê mijarên gerîla û leşkerên jiyana xwe ji dest dane, kesên êşkence dîtine û ji ber şer jiyana xwe ji dest dan, di konferansê de bigirin dest û got, "Travmayeke mezin a civakî heye, divê dest lê were werdan. Emê li ser pêvajoya rehabîlîtasyonê jî rawestin."

'JÊ VEGER NÎNE'

Seroka Giştî ya TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci destnîşan kir ku êdî ji pêvajoya aştiyê veger nîne û got, "Ya rast, ti pêvajo ne bi veger e. Em çiqasî bêjin ku li paş mane jî, dîsa pêvajo bi pêş diçe. Mînak ji bo pêvajoya Xabûr gotin "qezaya rê". Lê ji pêvajoya Xabûr pêştir pêvajoyekê destpê kir. Dibe ku zehmetî û pirsgirêk rû bidin. Lê ev kêmasî ne jêveger e. Tevgerên sosyolojîk neçarî pêşketinê ne. Ya girîng, emê karibin çiqasî bi pêş ve bibin."