1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fînlandiya wê der heqê DAIŞ'ê de wezîfedarê taybet bişîne Tirkiyeyê
Fînlandiya wê der heqê DAIŞ'ê de wezîfedarê taybet bişîne Tirkiyeyê,fînlandiya,wê,der,heqê,daiş,ê,de,wezîfedarê,taybet,bişîne,tirkiyeyê

Fînlandiya wê der heqê DAIŞ'ê de wezîfedarê taybet bişîne Tirkiyeyê

A+ A-

MÛRAT KÛSEYRÎ - STOCKHOLM Polîsê Ewlekariya Fînlandiyayê (Skypo), ji bo rêyên derbasbûnê yên kesên ji Fînlandiyayê ji bo şer bikin diçin Rojhilata Navîn, bi taybetî jî diçin Sûriyeyê diyar bike, xwe amade dike wezîfedarekî taybet bişîne Tirkiyeyê.

Di hevdîtinên li ser budçeyê yên duh li parlamentê de derket holê ku polîsê Fînlandiya xwe amade dike wezîfedarekî/e taybet bişîne Tirkiyeyê. Wezîra Maliye Paivi Resenen da xuyakirin ku wê budçeyeke zêdetir ji Polîsê Ewlekariya Fînlandiyayê (Skypo) re bê veqetandin û got, "Piştî amadekirina budçeyê, ji bo Sykpo hiştina kesekî li Tirkiyeyê mîna rêberekî, weke pêwîstiyeke şênber derket holê. Bi vî rengî wê agahiyên aktûel ên li ser kesên diçin herêmên şer ji me re bên ragihandin."

Tê gotin ku wezîfedarê taybet wê di sala pêş de dest bi wezîfeyê bike, li Enqereyê bimîne û bi saziyên Tirk û rêxisitnên îstîxbaratê yên welatênd in re her tim di nava têkiliyê de be.

BEŞDARIYA LI NAVA DAIŞ'Ê ASTENG BIKIN

Polîsê Ewlekariya Fînlandiyayê (Skypo) dabû xuyakirin ku ji Fînlandiyaê 40 kes, ji bo li nav refên cîhadperestan şer bikin, çûne SÛriyeyê. Di nava kesên çûne de ji 17 qewman jin û mêrên 20 salî hene.

Rojnameya bi nave Yle nasnameya 15 ji van aşkera kir. Pênc ji van Somaliyî, du jê Fînî yên piştre bûne Misilman, yên din jî welatiyên DYA, Namîbya û Fînlandiya yê li Balkanan ji dayik bûye, ne. Hat tespîtkirin ku 3 ji yên çûne di şer de hatine kuştin.

Rayedarên Fînlandiyayê, ji ber negirtina tedbîran rastî nerazîbûnan tên. Yek ji siyasetmedarên herêmî yê bajarê Esbo Nûr Mûhamad ê ji Somalî, hefteya derbasbûyî ji sazî û dezgehên Fînlandiya re nameyeke vekirî nivîsand, Federasyona Fînlandiya-Somalî jî daxuyaniyek da û ji rayedarên Fînî xwestin ku ji bo astengkirina tevlîbûna ciwanan li nav DAIŞ'ê, tedbîran bigirin.

JI YÊN TEVLÎ DAIŞ'Ê DIBIN RE 10-15 HEZAR DOLAR TÊN DAYÎN

Mûhamad dixwaze sîstemek bê avakirin ku yên tevlîbûna ciwanan li nav DAIŞ'ê teşwîq dikin bên diyarkirin, personelên li gel ciwanan wezîfeyê dikin der heqê DAIŞ'ê de ciwanan agahdar bikin, ji bo ciwanên ji Sûriyeyê vegeriyane, bernameyeke rehabîlîtasyonê bê amadekirin.

Mûhamad xwest, bi armanca astengkirina tevlîbûna li nav DAIŞ'ê hemû sazî bi hev re bixebitin, Somaliyî jî tevlî vê xebatê bên kirin û got, "Em Somaliyî qebûl nakin ku DAIŞ ji xwe re endaman peyda bike." Mûhamad fikar û gumana xwe ya li ser windakirina ciwanên Somaliyî anî ziman.

Serokê Federasyona Fînlandiya-Somalî Arshe Saît da xuyakirin ku wan hejmara ciwanên Somaliyî yên çûne Sûriyeyê baş diyar nekirin, yên tevlî bûne bi dizî çûne û malbatên wan jî bi derengî pê hesiyane û got, "Haya me piştre ji çûyîna Sûriyeyê çê dibe. Malbat jî ji medya sosyal yan jî me hîn dibe ku ciwanên wan çûne. Kes nizane DAIŞ li ku û çawa ji xwe re endaman peyda dike."