Gabrîel: Bi pêngavê re xaka me ewle bûye; mirov dikarin vegerin
Ji berdevkên QSD'ê Gabrîel destnîşan kir, ku bi pêngava 'Xezeba Xabûrê' re Kantona Cizîrê ewle bûye
ŞEDADÊ / ANF - MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ Ji berdevkên QSD'ê Gabrîel destnîşan kir, ku bi pêngava 'Xezeba Xabûrê' re Kantona Cizîrê ewle bûye. Gabrîel da xuyakirin, ku Şedadê ji aliyê leşkerî, aborî û erdnîgarî ve cihekî stratejîk e û banga vegerê li gel kir.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel serketina pêngava 'Xezeba Xabûrê' ya li Şedadê ji ANF'ê re nirxand.
Gabrîel da xuyakirin ku serketina pêngava Şedadê ji bo siberoja gelên li Sûriyeyê gaveke girîng e û destnîşan kir, ku mîna tevahiya gelên Sûriyeyê, gelê Asurî-Suryanî jî ev serketin bi kêfxweşî pêşwazî kiriye. Gabrîel bibîr xist, ku çeteyên DAIŞ'ê di 23'ê Sibata 2015'an de êrîşî gundên Til Temir û gundên Asûrî-Suryanî yên li qiraxa Xabûrê kirin, bi dehan sivîl qetil kirin, bi sedan dîl girtin û got, "Ji bo hilanîna tola gelê xwe yê li herêma Xabûrê hatin qetilkirin, me ev nav li pêngavê kirin."
'PÊNGAVA TOLHILDANÊ'
Gabrîel bal kişand ser encamên siyasî, leşkerî û civakî yên azadkirina Şedadê ji aliyê hêzên QSD'ê ve û got, "Bi vê pêngavê re Kantona Cizîrê ewle bûye." Gabrîel girîngiya leşkerî, aborî û erdnîgarî ya Şedadê bibîr xist û got, "Êrîşên li hemberî Kantona Cizîrê li Şedadê dihatin birêxisitnkirin û kordînekirin. Bi taybetî navend û kordînasyona êrîşên li hemberî gelê Asûrî-Suryanî û Êzidiyan Şedadê bû. Çeteyan gelê me yê esîr girtibûn anîn vê derê. Jinên Êzidî yên li Şengalê esîr girtin, anîn li vê derê firotin, qetil kirin.
Pêngava 'Xezeba Xabûrê' ji bo gelên me gelekî girîng û stratejîk bû. Dema me dest bi vê pêngavê kirin, gelê herêmê destekeke watedar da me. Piştî Hol û Tişrînê pêngava sêyemîn a serketî ya QSD'ê ye. Bi vê pêngavê re başûrê Hesekê û Şedadê ji çeteyan hat paqijkirin. Cara yekê bi azadbûna Şedadê re me Kantona Cizîrê ewle kirin."
Gabrîel da zanîn, çeteyan ji her alî ve zilmeke mezin li gelê herêmê kirin û anî ziman, ku pêngav jî li ser daxwaza gelê herêmê hat kirin.
'QSD Û NÛNERÊ XWE YÊ SIYASÎ MSD, NABIN KU JI NEDÎTÎ VE WERIN DÎTIN'
Gabrîel di dewama axaftina xwe de ragihand, ku hêza QSD'ê ya ewçend serketin bi dest xistiye û nûnerê wê yê siyasî MSD, nabe ku ji nedîtî ve bên dîtin û got, "Di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de bêguman hêza herî xurt û dînamîk em in. Bi qasî encamên leşkerî wê serketina Şedadê encamên siyasî jî bi xwe re bîne. Pêngava me ji sedî sed li gorî berjewendiyên gelên Sûriyeyê ye. Ji bo li qada navneteweyî pirsgirêka Sûriyeyê were çareserkirin, beriya her tiştî divê herêm ji komên çete bê paqijkirin. Hêza ku bi awayekî herî serketî vê dike, QSD ye."
'YÊN WELAT TERIKANDINE BILA CIHÊ XWE DI AVAKIRINÊ DE BIGIRIN'
Gabrîel da xuyakirin, ku bi pêngava 'Xezeba Xabûrê' re wan xaka Kantona Cizîrê cara yekemîn bi temamî ji dagirkeriya çeteyan rizgar kirine û got, "Ti gefa çeteyan li ser xaka me nîne." Endamê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel diyar kir, Kantona Cizîrê êdî ewle ye û hincetek ji bo terikandina xaka xwe nemaye.
Gabrîel got, "Em careke din bang li mirovên ji ber rîska ewlekariyaê axa xwe terikandine dikin, ku vegerin welatê xwe. Ji bo ji nû ve avakirina welatê xwe di vê gelê me û gelên me bi hev re bixebitin û alîkariyê bidin hev."
Gabrîel herî dawî got, "Çawa ku me Hol, Şedadê û Girê Spî azad kirin, em ê di demeke nêz de cihên din ên di bin dagirkeriya çeteyan de ne, azad bikin."