Gaziya Dayikeka Kurd
Li ser gotina ji 23 cenazeyên li Satiya Tipa Edlî ya Meletiyê ku tê îdîakirin aydî endamên HPG'ê ne yek jê Ebru Muhikanci ye malbata Muhikanci ber bi meletiyê ve bi rê ket. Dayika Muhîkanci, Bîrgul Muhîkanci, diyar kir ku di 30 salan de dilê hezaran dayik şewitiye û êdî bila bes zarok bên kuştin û dilê dayikên kurd û tirk bes bişewitin.
Heyeta BDP, ÎHD, MEYADER'ê ji bo nasnameya 23 cenazseyên ku li Saziya Tipa Edlîya Meletiyê tespît bikin ketin nava hewldanan û serî li Dozgeriyê dan. Lê tu encam bi dest nexistin. Heyetê diyar kirin ku cenaze 5 rojin li mortê tên rawestandin û li gorî wêneyên ku dîtine hovitiyek hatiye jiyandin. Piştî ku hate îdiakirin 23 cenazeyên li Meletiyê têne rawestandin aydî HPG'iyan e û yek ji wan jî ya Ebru Muhîkancî a 22 salî ye, malbata Muhîkanci ji Stenbolê ber bi Meletiyê ve bi rê ket. Malbata Ebru Muhîkanci ya ku hate hînbûn dema li Zanîngeha Kafkasê dixwend di 2008'an de tevli HPG'ê bûye ji Ataşehîra Stenbolê derket rê. Bîrgul û Nûrettîn Muhîkanci piştî ku bi ÎHD'a Meletiyê re ketin nava têkîliyan ber bi Meletiyê ve bi rê ketin. Dayika Ebru Muhikanci Bîrgul Muhikanci, diyar kir ku keça wê ji temenê biçûk de di nava têkoşîna gelê kurd de bi awayekî çalak dixebite. Muhikanci, anî ziman ku keça wê pir zane, çalak, welatparêz û girêdayî dozê bû û wiha got: "Dema li vir bû jî pir dixebitî. Qet destûr nedida ku kes neheqiyê li kurdan bike. Bi qasî pirtûkxaneyekê pirtûkê wê hebûn. Di dema lîseyê de pir pirtûk dixwendin. Piştî dît ku neheqî zêde li gelê kurd tê kirin êdî îdare nekir û derket çiyê. Her tim digot 'Pir li me neheqiyê dikin em dê çawa li hemberî vê yekê beng bin. Pir cahd dikir û pir zane bû. Ez bi wê serbilind û kêfxweş im. Ez dê di rêça wê de bimeşim."
Muhikancı, anî ziman ku dilê wê şewitî lê bila dilê tu dayikên din neşewite û wiha axivî: "Êdî bila dilê tu dayikan neşewite. Bila dilê dayikên kurd û tirk neşewite."
Bîrgul Muhikanci, destnîşan kir ku di şerê 30 salan de bi hezaran ciwan hatin kuştin û dilê hezaran dayik şewitîn. Muhîkanci, da zanîn ku berpirsiyarên kesên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin tenê Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan e û wiha pêde çû: "Polîtîkayên hikûmeta AKP'ê tenê zulmê pêş dixe. Êdî bila dilê kesî neşewite. Ez naxwazim bêjim Serokwezîr Erdogan. Ji ber ku zilmkar e. Zarokên me bi çekên kîmyevî dikuje. Ez dixwazim ev şer bi dawî bibe. Êşa hemû dayikên ku zarokên wan di şer de tên kuştin pir mezin e. Erdogan zarokê xwe bi berdêl dişîne leşkeriyê. Lê zarokên me jî bi çeken kimyevi dikuje. Êdî bes e. Bila ev şer bi dawî bibe."
Bavê Ebru Muhikanci, Nurettin Muhikanci jî ku ber bi Meletiyê ve bi rê ket jî anî ziman ku li gel ew her tim ji bo aştiyê têdikoşin, dîsa hikûmet polîtîkayên şer pêş dike û helwesta hikûmeta AKP'ê şermezar kir. Nurettin Muhikancı, bang li Erdogan kir wiha got: "Dilê me dişewite. Lê bila dilê tu kesên din neşewite. Em aştiyê dixwazin şer naxazin" DÎHA (mae)