Gef li girtiyan dixwin
11:11 18.02.2014
ENQERE (DÎHA) - Di girtîgeha Tîpa M ya Bandirmayê de girtiyên siyasî di heman kampusê de dimînin. Girtiyên siyasî ji bo ku daxwaza wan ya derbasbûna Tîp T pêk were, dernakevin sporê û hevdîtinan. Rêveberiya girtîgehê gef li girtiyan xwar û wiha got: "Baldar bin, li vir 500 girtiyên edlî hene, em wan asteng nakin." Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê diyar kirin ku lîsteya hilbijêran hatiye girtîgehê, lê di lîsteyan de navê wan nîne.
Girtiyê siyasî yê bi navê Sezaî Memîş ku di girtîgeha Tîpa M ya Bandirmayê de dimîne diyar kir ku li girtîgehê hemû tişt li gorî girtiyên edlî hatiye dîzaynkirin û van pêkanînan qebûl nakin. Memîş der barê mijarê ji DÎHA'yê re name şand û diyar kir ku gelek daxwazên wan hatine redkirin û der barê wan lêpirsîn hatiye vekirin. Memîş anî ziman ku rêveberiya girtîgehê gef li wan xwariye û wiha got: "Ji me re dibêjin baldar bin li vir 500 girtiyên edlî hene, em wan asteng nakin û provake dikin. Em ê li hember van pêkanînan berdekên xwe bidomînin. Ji ber ku em her tim diyalogê esas digirin. Lê mixabin bersiveke neyînî da daxwaza me. Me gelek caran xwest, em bi lê bersiveke erênî nedan daxwaza me. Em nikarin bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin pêk bînin."
2 hefteye dernakevin hevdîtinan
Memîş destnîşan kir ku daxwaza wan ew e ku derbasî hejmar T-1 an jî T-2 bibin û wiha axivî: "Ji ber ku em li vir bi awayekî vekirî, tên tecrîdkirin. Heta ger provokasyonek pêşbikeve, jiyana me di tahlukeyê de ye. Wekî girtiyên siyasî, ji 6'ê sibatê vir ve em dernakevin spor û hevdîtinan. Heta derbasî Tîpa T bibin em ê çalakiyên xwe bidomînin."
Li lîsteya hilbijêran de navê wan nîne!
Girtiyî bi navê Orhan Çaçan ku di girtîgeha Tîpa T ya Şakranê de dimîne, name şand û diyar kir ku di lîsteya hilbijêran de navê wan nîne. Çaçan da zanîn ku li girtîgehê 5 hezar deng hene, dixwazin wan dengan ji bo demokrasiyê bi kar bînin û îradeya xwe nîşan bidin. Çaçan xwest derdorên demokratîk di vê mijarê de hesas bin, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bikevin nav hewldanan û dê girtî serî li Lijneya Hilbijartina Bilind bidin.
Girtiyê bi navê Mehmet Polatsoy ji girtîgeha Tîpa D ya Amedê name şand û diyar kir ku nexweşê KOAH, astim û ulserê ye, divê her tim di kontrolê de bê girtin, ger wisa nebe di qeyranekê de dê jiyana wî bikeve xetereyê. Polatsoy da zanîn ku bijîşkan gotine nikare di girtîgehê de bimîne 6 dermanên cuda bi kar tîne û derman bandoreke neyînî li ser wî dikin. Polatsoya anî ziman ku bijîşkên Uniteya Alerjiyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê rapor dane û di raporê de wiha tê gotin: "Bi vê nexweşî û rewşa heyî de di girtîgehê de mayîna te bi xetere ye. Hem ji bo rêveberiya girtîgehê û hem jî ji bo dewletê rîsk e. Lê tiştek di destê min de nîne."
(ça)