1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gel bi konvoyan ber bi Helepçeyê ve diherike
Gel bi konvoyan ber bi Helepçeyê ve diherike,gel,bi,konvoyan,ber,bi,helepçeyê,ve,diherike

Gel bi konvoyan ber bi Helepçeyê ve diherike

A+ A-

Girseya di nav de parlementerên BDP'ê jî hene ji bo tevlî salvegera Komkujiya Helepçe bibin bi konvoyan ber bi Helepçeyê ve diherike.

Parlementerên BDP'ê Ayla Akat Ata, Mulkiye Bîrtane û Nazmî Gur, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Nûnertiya BDP'ê ya Hewlêrê, PÇDK, RJAK, Tevgera Hemwelatiyên Azad û Hekhev, Genceni Welatparezên Kurdistan û şêniyên Kampa Mexmurê û gelek kesên din serê sibê bi konvoyan ber bi Helepçeyê ve derketin rê.

Li Helepçeyê bi minasebeta salvegera komkujiyê dê du bernameyên bîranînê ji bo şehîdên komkujiyê bên lidarxistin. Ji van yek hikûmeta herêmê organîze dike ya din jî gelê Helepçeyê yên dibêje hikûmeta herêmê tenê di salvegera komkujiyê de wan bibîrtîne û bi pirsgirêkên kesên ji çekên kîmyevî bi bandor bûn û gelê Helepçeyê re eleqedar nabe organîze dike.

Parlementerên BDP'ê yên li ser deweta hikûmeta herêmê çûn herêmê dê tevlî bîranîna fermî bibin û rêxistinên din jî dê tevlî bernameya gelê Helepçeyê li dar dixe bibin.

(bd/mae)