Gel di bin dorpêça polîsan de dimeşin qada Newrozê
STENBOL (DÎHA) - Polîs, ji bo kombûna welatiyan ên li ber avahiyên HDP'ê yên Bahçelievler, Esenyurt, Bagcilar û Sancaktepe û gelek navçeyên din asteng bike, dora avahiyan dorpêç kirine û destûr nade welatî kom bibin. Welatiyên dixwazin biçin avahiyên HDP'ê û bi girseyî bimeşin qada Newroze, rastî astengiyên polîsan tên. Welatiyên rastî astengiyên polîsan tên bi derfetên xwe berê xwe didin qada Newrozê. Li gel astengiyan herikîna gel a qadan didome.
Newroza Stenbolê bi drûşmeya "Her der Newroz, her der berxwedan" li qada Bazara Gel a Bakirkoyê tê pîrozkirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag û yê DBP'ê Kamuran Yuksek dê beşdardi pîrozbahiyê bibe. Li gel hemû astengiyên polîsan gel berê xwe dide qada Newrozê û diherikin qada Bazara Gel a Bakirkoyê. Gelê ku dixwaze bi girseyî bimeşin qadê û li ber avahiya HDP'ê ya Bahçelievler kom bûn, rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan kolana Fevzi Çakmak li trafîkê girt û çûn û hatin asteng kir.
Polîsan avahiyên HDP'ê yên Esenyurt, Bagcilar û Sancaktepe jî dorpêç kir. Welatiyên ku di avahiyên partiyê de jî dema dixwazin derkevin rastî astengiya polîsan tên. Li gel hemû dorpêç û astengiyên polîsan dîsa gel bi derfetên xwe berê xwe dide qada Newrozê.
Qada Bakirkoyê ji aliyê TOMA û maşîneyên zirxî ve hatiye dorpêçkirin. Qada Bazara Gel a Bakirkoyê jî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Ji rawestgeha Încîrlî ya Munubusan û şûnde hemû rawestgeh di bin dorpêça polîsan de ye. Ketin û derketina Qada Bakirkoyê di kontrola nasnameyan de tê kirin.
(mae)