Gel ji bo cîhaneke nû dengê xwe didin Demîrtaş
ZUHAL ATLAN/MEHMET ŞAH ORUÇ
STENBOL (DÎHA) - Rûm, ermen, suryanî û cihûyan diyar kirin ku dê di hilbijartinên serokomariyê de piştgirî bidin namzetê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş. Rûm, ermen, suryanî û cîhûyan sedemê dengdayînê vegotin û anîn ziman ku wekî yên din tên dîtin, ji bo cîhaneke ku hesreta wê ne ava bikin dê piştgirî bidin.
Li Tirkiyeyê amadekariyên hilbijartinên serokamariyê didomin û namzet diçin serdanên saziyên civakî û partiyên siyasî. Namzetê AKP'ê Erdogan di axaftinên xwe de her tim dibêje 'Yek ziman, yek dewlet, yek al' û li hember vê helwesta Erdogan gelê kurd, ermen, suryan, êzidî, elewî, cihû, rûm, pomak, çerkez bi bertek in. Namzetê CHP û MHP'ê, Ekmeleddîn Îhsanoglu bi nasnameya xwe ya neteweperest tê zanîn. Li hember her du namzetan dê gel û baweriyên cuda piştgiriyê bidin namzetê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş.
'Ez ê piştgirî bidim Demîrtaş'
Aktîvîsta suryani Barbara Kaplan anî ziman ku hem ji ber nasnameya xwe ya jin û hem jî ji be nasnameya suryanî du caran rastî neheqiyê tê û diyar kir ku dê di hibijartinên serokomariyê de piştgiriyê bidin Selahattîn Demîrtaş û wiha got: "Sekna HDP û Demîrtaş li gorî min samîmî ye. Ji ber ku ez difikirim dê Demîrtaş mafê jinan û gelên din biparêze, piştgirî didim Demîrtaş."
2 xet û 3 namzet dikevin pêşbirkê
Endamê Nor Zartonk ê bi eslê xwe ermen Sayat Tekîr diyar kir ku di hilbijarinên serokomariyê de 2 xet û 3 namzet dikevin pêşbirkê, xetek neteweperst e û xeta din jî Demîrtaş e. Tekîr da zanîn ku serokwezîr Erdogan 12 sal in Tirkiyeyê rêve dibe, her tim gef li ermeniyan dixwe û wiha got: "Ekmeleddîn Îhsanoglu di hevpeyvînê de dibêje dayika min ji Rodosê ye û lê tirk e. Ev sekna wî nîşan dide. Dema mirov her du namzetan dinêre, tu ferqê nabîne. Her du jî neteweperest in û dişibin hev. Li aliyê din Selahatîn Demîrtaş heye." Tekîr anî ziman ku li hember cudaxwaziyê ye, wekheviya gelan diparêze û dê kesên derdora wî piştgiriyê bidin Demîrtaş.
Li hember polîtîkayên AKP'ê bi fikar in
Aktîvîsta cihû Elî Holîgua destnîşan kir ku serokomar her tim bûne, hegemonyaya tirkan û yekem car namzetekî serokomariyê ango Demîrtaş anî ziman ku divê ji bo komkujiya ermenî û cihûyan ji gel lêborîn bê xwestin û ev yek girîng e. Holîgua bilêv kir ku Demîrtaş baweriyê dide cihûyan. Rojnameger Hayko Bagdat anî ziman ku li hember polîtîkayên AKP'ê bi fikar in, divê derdorên fikar xwe bi rêxistin bikin û wiha got: "Divê kesên ku bi fikar in, ji bîr nekin ku li hember kurd û ermenan her tim rewşeke awarte hebû. Li hember vê rewşa awarte heta hevpariya ku îrok pêktê, hevparî çênebûbû. Ji ber vê yekê projeya HDP'ê kelecan da min." Hayko got namzeta Demîrtaş ya ji bo serokomariyê biryareke di cih de ye û dê piştgiriyê bidin Demîrtaş. Aktîvîsta ermen Nîvart Bakircioglu destnîşan kir ku serokomariyê heyî, ermenbûnê wekî heqaret dibîne û serokwezîrekî ku ermenbûnê wek heqaret nabîne dixwazin.
'Kesek nikare pirsgirêka 72 mîlyon kesî çareser bike'
Midûrê Karê Nivîsan ya Rojnameya Apoyevmatini Mihail Vasilyadis ji bo hilbijartinên serokomariyê wiha axivî: "Tu kes di wê rewşê de nîne ku bibe serokomar û pirsgirêkên me çareser bike. Jixwe em li benda tiştekî wiha nîn in. Bila dewlet çareseriya pirsgirêkên min asteng neke. Mesele ev e. Jixwe kesek nikare pirsgirêka 72 mîlyon kesî çareser bike. Eger bibêje ez ê çareser bikim xwe dixapîne. Divê dewlet wan derfetan bide me, da ku em jî xwe rêxistin bikin û wekî saziyên civakî pirsgirêkên xwe çareser bikin."
(ça)