Gel ji bo Kobanê daketin qadan
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Cizîr û Wanê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Li Meletiyê jî komek ber bi sînorê Kobanê ve bi rê ket. Li Edeneyê welatiyê ku xelatên di şahiya sunetkirina kurê wî de hatin pêvekirin ji bo Kobanê şand.
ŞIRNEX
Li taxa Nur a navçeya Cizîra Şirnexê bi hezaran welatî dektin kolanê û bi berzkirina dirûşmên "Kurdistan ji faşîzimê re bibe goristan" hêrs û kîna xwe ya li hemberî AKP û DAIŞ'ê anîn ziman. Girse di nava kuçeyên taxê de meşiyan. Balkêş bû ku polîsên bi bombeyên gazê êrîşÎ girseyê kir û gule bera hewa dan. Çalakî heta derengiya şevê berdewam kir û dawiyê ji hev belav bûn.
MELETÎ
Gelê bakurê Kurdistanê yên ku ji piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê ber bi Pirsûsê ve diherikin. Li Meletiyê ji bo piştigiriyê otobusek ber bi Pirsûsê bi rê ket. Di seatên serê sibê de di nava wan de rêveberên DBP'ê jî hebûn gelek welatî li ber rawestgeha zanîngehê kom bûn û ji bo biçin Pirsûsê li otobusê siwar hatin. Otobus li noqteya polîsan hat rawestandin û nasnameyên welatiyan kontrol kirin. Bi hinceta ku belgeya siwarkirina rêwiyan tune ye nehişt ku otobus bi rê bikeve. Welatî li ser vê yekê bang li otobuseke din kirin û dîsa ber bi Pirsûsê ve bi rê ketin.
WAN
Li Wanê li ser bangewaziya Meclisa Ciwanên DBP'ê gelek welatî li ber Mavî Plazayê hatin cem hev û ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmên "Bijî berxwedanê Kobanê" û "Biji berxwedana YPG" berz kirin. Ajor bi lêdana koneyan û esnafên derdorê jî bi lêdana çepakn piştgirî dan çalakiyê. Meş li ber Garaja Şaredariyê bi dawî bû. Welatî li wesayîtan siwar bûn û ber bi Pirsûsê ve bi rê ketin.
MÊRSÎN
Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Tîpa Kurkçulerê de tên girtin ji bo Rojava û Kobanê dest bi kampanyaya alîkariyê kir. 55 girtiyên ku li gorî derfetên xwe alîkariyên ku berhev kirine bi riya malbatên xwe û TUHD FED'ê gihandin cihê alîkariyê. Serokê TUHD FED'a Mêrsînê Abdulkadîr Oral diyar kir ku alîkariya girtiyan gelekî watedar e û got ku dibe ku ev alîkarî kêm be lê ji bo dersê bide her kesî xwedî wateyeke mezin e. Oral bang li her kesî kir ku ji bo Kobanê bi ruhê seferberiyê tevbigerin.
EDENE
Li aliyek gel ji bo Kobanê ber bi sînor ve diherikin li aliyê din jî welatî mal bi mal digerin û ji bo Rojava alîkariyê berhev dikin. Welatiyê bi navê Eyup Tunç ê ku li taxa Akbayê ya Yuregîra Edeneyê dijî ji bo Rojava û Şengalê ket nava liv û tevgerê. Tunç ji bo alîkariyê ji Rojava û Şengalê re bişîne şahiya sunetê ji bo kurê xwe çêkir. Xelatên ku ji şahiyê hatin ji Rojava û Şengalê re şand. Hunermendên NÇM'ê yê Edeneyê jî piştgirî dan vê hewldana mirovî.
'Ji bo di nava civakê de hestyariyek çêbibe serî li vê rêbazê da'
Tunç diyar kir ku wî pirsa "gelo ji bo Rojava û Şengalê çi karim bilim" ji xwe re kiriye û di encamd vê pirsê de biryareke bi vî rengî girtiye û wiha got: "Ji bo şahiyê ez çûm bi hunermendên NÇM'ê re axivîm. Min rewş ji wan re vegot û wan ev biryara min di cih de dîtin û pere ji min nestendin. Xelatên şahiyê nib ji gelê Rojava û Şengalê re şand." Tunç spasiyên xwe pêşkêşî hemû kesên ku destek dane wî kir û banga hestyariyê li her kesî kir.
(wk)