Gel li Wêranşarê avahiya AKP'ê da ber agir
RIHA (DÎHA) - Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê piştî ku Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraza AKP'ê ya ji bo jimartina dengan qebûl kir, gel avahiya AKP'ê ya Wêranşarê da ber agir.
Li navçeya Wêranşarê ku di hilbijartina 30'ê Adarê ya Rêveberiya Herêmî de BDP bi ser ket, li ser îtîraza AKP'ê dê ji nûve 200 sindoqên ku AKP diyar dike bên jimartin. Serlêdana AKP'ê ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ve hat qebûlkirin û dê 200 sindoqên ku AKP diyar bike ji nûve bijmêre. Piştî jimartina dengê 200 sindoqan dest pê kir, bi hezaran gel li ber avahiya Edliyê ya Wêranşarê kom bûn û îtîraza AKP'ê şermezar kir. Di çalakiye de polîsan mudaxaleyî girsê kir û buyer derketin. Wekîlên BDP'ê yên Rihayê û Hevşaredarên BDP'î yên Wêranşarê gel hişyarkirin û xwestin gel belav bibe. Pişti girse belav bû polîsan bi TOMA û gaza îsotê dîsa mudaxaleyî girsê kir. Li ser vê yekê girseya meşiyan ber avahiya AKP'e ya Wêranşarê, avahiya AKP'ê dan ber agir û şewitandin. Komê molotof avêtin avahiya AKP'ê û di avahiyê de şewat derket. Îtfaiya Şaredariya Wêranşarê hat cihê bûyerê û mudaxaleyî şewatê kir.
Li navçeya Serêkaniyê jî li hin cihan şer û pevçûn berdewam dike.
Li nêzî Parka Azadî ya li taxa Mehmet Akif Ersoy avahiyek dar û text ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat şewitandin.
(mae)