"Gelek leşker anîne Nexweşxana YYU’ye"
Hate angaştkirin ku gelek leşker anîne Nexweşxana YYU’ye
Şer û pevçûnê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê her ku diçe berdewam dike û berfireh dibin. Hate îdîakirin ku di şer û pevçûnê ku duh de qewîmîne gelek leşkerên mirî û birîndar bi helîkoptêran anîn Nexweşxana Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncê Yilê (YYU).
Li mezrayên Navrezan û Rubunusê yên gundê Nehrî yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê di 24'ê Tîrmehê de pevçûnan dest pê kir û her diçe pevçûn zêde dibin û berfireh dibin. Duh li çoltarên gundên Gelaşk, Mergesave, Serbera, Sertet û mezraya Nirkole û qontarên çiyayên Gomanê dijwar bibûn. Duh gelek leşker bi helîkopteran ber bi herêma operayonê vehatibûn sewqkirin û herêm hatibû bombebarankirin. Heta niha rayedaran têkildarî pevçûnê de tu daxuyaniyê nedan.Li gorî çavkaniyên herêmî jî di pevçûnê de gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dan û gelek leşker jî birîndar bûne. Hate îdîakirin ku gelek leşkerên di peçvûnê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn anîn Nexweşxaneya YYU'yê. Li gorî agahiyên hatin bi destxistin duh saetên êvarê de bi gelek helîkopteran leşker anîn Wanê. Hate hinbûn ku şevên din beşa lezgînî ya nexweşxaneyê ji welatiyan re hate qedexekirin û beşa lezgînî serê sibê ji welatiyan re hate vekirin. Têkildarî hejmara leşkerê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn nehate zanîn.
Hate hînbûn ku cenazeyên leşkeran li morga nexweşxaneyê tên girtin. Leşkerên birîndar jî li Nexweşxaneya Leşkerî ya Wanê tên dermankirin.
(bg/bd)