Gelo axaftina bi Kurdî kêm dibe?
Piraniya rewşembîrên ku em pêre axivîn, vê nêrîna Farqînî rast dibînin
Abdullah Bîlen –ANFTaybet / 10:02 / 19 Avrêl 2012 Pisporê Zimanê Kurdî (zaravayê kurmancî) Zana Farqînî ku demek dirêj e xebatên bêhempa ji bo zimanê Kurdî dimeşîne û ferhenga mezin a Kurdî amade kir, beriya demekê ji ANF’ê re axivîbû û bal kişandibû ser xeterî û metirsiyên li ser zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê. Farqînî gotibû; “Erê rast e, li gorî berê jimara kesên kurdî dixwînin û dinivîsin zêde bûye, lê belê jimara kesên bi Kurdî diaxivin jî kêm dibe. Çima? Nîşana vê yekê zarok in.” Me ev tesbîta Farqînî ji nivîskar, zimanzan, rojnamevan û rewşembîrên Kurd pirsîn. Nêrîna hevpar; “Ji bo parastina ziman divê zarokan fêrî Kurdî bikin”. Her wiha, piraniya rewşembîrên Kurd ji dahatuya zimanê Kurdî bi fikar in.
Piraniya rewşembîrên ku em pêre axivîn, vê nêrîna Farqînî rast dibînin. Lê hin nêrîneke cûda jî dibêje; “heke ez bajarê Amedê ji xwe re wekî bingeh bigirim, ez tevlî vê nêrîna mamoste Zana Faqînî nabim. Ji ber rewşa vî bajarê ku nêzî deh salane ez lê dijîm gelekî ber bi başiyê ve hatiye guhertin di warê axaftina kurdî de.”
Nêrînên rewşembîrên Kurd ên li ser nêrîna Zana Farqînî û rewşa Kurdî wiha ne:
PIRSGIRÊK NE NÛ YE
Ezîzê Cewo, Zimanzanê Kurd Bi rastî, dema mirov gotinên Zana Farqînî, yên ku bi rêya ANF’ê hatine belavkirin, dixwîne, di nav wî de ev raman rû didin; Yek ew e, ku bi rastî pirsgirêka axaftina bi zimanê dê di Bakûrê Kurdistanê de heye û ew pirsgirêk nû nîne. Ya duyem bingehên wê pirsgirêkê yên dîrokî hene, û ji bo çareserîyê divê mirov wan bingehan bi kûrayî binirxîne. Û ya seyem jî ew e, ku dîsa dest bi kampanyayek nû bike, ya ku piştî demekê, piştî hinek govtûgoyan wê vemire… Û dîsa ew pirsgirêk, wek ku hebûne, dê wisa jî bimînin!
Lê belê rastî ew e, ku ev êdî çend sedsal in, hem neyarên gelê kurd, hem jî hinekên di nav gel bi xwe de dibêjin, ku zimanê kurdî ber bi mirinê va diçe û piştî demekê gelê kurd dê wek netewe ji hole rabe…
Lê dîrokê tiştekî din ji me re hiştiye, dibêjin: “Gelê ku nexwaze bimire, tu kesê nikaribe wî bikuje!” Û ev rastîyek e! Û hebûna gelê kurd, têkoşîna wî ya ji bo mafê xwe yên neteweyî vê yekê piştrast dikin.
Helbet, dikare di hinek cîyan de hinek kurd bihelin, û eger bişavtineya wisa ji bo hinek gelên din zêde balê nekişîne ser xwe, ji bo me trajêdî ye. Lê hema mirov li hember vê tenê bi kampanyeyan û pirsgirêk nipixandinê nikare bisekine. Li ser pirsgirêkên heyî pir û pir hatiye nivîsandin û axavtin, lê belê tenê bi nîvîsandin û axavtinan nabe. Jixwe têkoşîna gelê kurd ji bo parastin û pêşxistina nirxên neteweyî tê meşandin, û di nav wan nirxan de jî yê sereke, yê ku hemû nirxên din li dora wî tên hûnandin, ZIMAN e.
ZIMANÊ MERCÊ SEREKE YÊ HEBÛNA HER NETEWEKÊ YE!
Eger zanebûna zimanê dê bibe norma jîyana civaka kurdî, eger zanebûna zimanê kurdî, bi wî nivîsandin û axavtin, bi wî stran û girîn, bi wî jiyana û xewdîtin bibe şêwazê jîyana me ya rojane, wê demê bersîva hemû pirsgirêkan dê bi xwe bê dayîn.
Û dijmin vê yeke ji me çêtir dizane, ji bo wê jî her tiştî dike, ku wî zimanî tune bike û bi wê jî gelê kurd, wek netewe, ji holê rake.
Ji bo ku ziman bê parastin û pêşxistin, ji bo ku xwendevanên kurdî hebin, divê yên ku bi kurdî biaxivin û bixwînin hebin. Û ev yek jî divê girseyî be- li seranserê Kurdistanê. Dewletên serdestî Kurdistanê li şûna merc û derfetan ji bo pêşkevtinan biafirînin, berovajî vê, her tiştê ku ji destê wan hatiye, kirine (û îro jî dikin!), ku gelê me di tarîyê da bimîne.
Ji bo wê jî divê rê û rêbazên çareserîyê bêne dîtin.
Helbet, tê zanîn, ku di rewşa îro de bi hewlên tunekirinê yên dagerkeran re tevayî, wisa jî mercên bişavtin û windabûnê yên objêktîv jî derketine holê –têlêvîzîon û çapemenî, sazî, komele û navendên çandên biyanî. Lê belê, gelê kurd jî altêrnatîvên van avakirine. Her çiqas jî ew heya dawîyê bi peywira xwe ranabin û rola xwe nalîzin, lê dîsa jî, ew êdî bûne nirxekî neteweyî, gel li dora wan dicive û bi ziman û çanda xwe ra pêwendîdar dibe... Û ev ê jî, zû an dereng, berhemên xwe bide.
Belê, mercê sereke û garantîya parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî azadî û serxwebûna gelê kurd e, lê heya gelê kurd bigihîje armanca xwe ya, di vê rewşê de kî divê îro bi vê peywirê rabin?
ROLA SAZÎ, KOMELE, ÇAPEMENÎ
Sazî û rêxistinên me, kom û komele û navendên me yên civakî û çandî hene, çapemanî, radyo – televîzîon, rojnamegerî û weşanên me hene. Yekîtîyên nivîskar, hunermend, mamosta û rojnamegeran hene. Dawîya dawîyê, û ya sereke, malbatên hene.
Wê demê bê, û zanebûna zimanê dê bibe norma jîyana civaka kurdî, dê zanebûna zimanê kurdî, bi wî nivîsandin û axavtin, bi wî stran û girîn, bi wî jiyan û xewdîtin bibe şêwazê jîyankirina me, û ziman û çanda kurdî jî wê rengê xwe yê neteweyî wergirin. Û, wê demê bê, di Kurdistanê de dê neaxavtina bi zimanê dê bibe tiştekî şermê, di welêt de dê atomosfêrake wisa bê avakirin, ku her kurdek bixwaze bi zimanê biaxive û wê ji bo xwe serbilindî bibîne. Lê, heya ku ev hemû pêk bên, divê her yekî me bi peywira xwe rabe.
Û mercekî din ê yê girîng jî: eger em dibêjin zimanê kurdî zimanê kurdan e, divê em perwerdeya zimanê kurdî ji bo wan dayîkan avabikin, ên ku ji ber mercên dîrokî zimanê kurdî nizanin, an jî baş nizanin, ji ber ku her zarokek zimanê dê ji dayîka xwe fêr dibe.
Ji bo van hemûyan jî îro gelê kurd û Tevgera azadîxwaz gelek merc û derfet afirandine...
DIVÊ MERCÊN SIYASÎ BÊN BINAVKIRIN
Dr. Zerdeşt Haco, Serokê PEN’a Kurdî Hikûmetên Tirkiyeyê bê cidayî bi hemû hêza dewletî tunekirina zimanê me ji xwe re kirine armanc. Ez bê dudilî piştgîriya dîtinên zanistî yên Mamoste Zana Farqînî dikim, nirxandinên wî rastiya rewşa zimanê me neynik dike, ya ku encama vê siyaseteke zordar e.
Êdî li tenişt rastiyên ku birêz Farqînî dîtine, divê mercên siyasî jî werine binavkirin. Rizgarkirin, bipêşvebirin û geşkirina zimanê me bi rewşa siyasî li welatê me ve girêdayî ye. Kengî zimanê me li welatê me bû zimanê dewletê, hingî bêçare wê dê û bav ji bo pêşeroja xwe nav di zarokên xwe bidin, da hînî Kurmanciyeke bilind bibin. Ji wan re wê Kurmancî bibe alavê pêşketina jiyana wan, di piraniya beşên jiyanê de.
TEVAHIYA KESÊN XWEDÎ BI TIRKÎ DIPEYÎVIN
Robîn Reşvan, Rojnemevan û Dersdarê zimanê Kurdî Birêz Farqînî, ji salên dirêj vir ve xebatên hêja li serzimanêKurdî dike û berhemên wî cîh pêşabûna me hemîyan e.
Farqînî di hevpeyvîna xwe de dibêje “Jimara kesên ku Kurdî dixwînin û dinivîsin zêde bûye, lê ji mara kesên bi Kurdî daxivin jî kêm dibe”.
Bi rastî nizanim li ser çi bingehê wiha dibêje, çimkî di destê min de pêzanînên wî rengî tune.Lê, rastîyeke tahl heye ku karanîna Kurdî di jîyana rojane de bi awayekî ber bi çav hindiktir dibe. Li Amedê û li bajarên din ên Kurdistanê, zimanê serekîyê kûçe û kolanan Tirkî ye û ew yek li ser zimanê Kurdî dibe xetereke mezin.
Gava mirov diçe xwaringehekê yan jî qehwexaneyekê, bi xemgînî dibîne ku piranîya civatan bi Tirkî ye. Qada Kurdî ya jîyanê teng dibe û zimanê Kurdî tenê ji alîyê kal û pîran û ji alîyê kesên ku xwendingeh (ênTirkî) nedîtîne tê axaftin. Zarok, xort û hema tevahîya kesên xwendî bi Tirkî dipeyîvin.
Zana Farqînî di hevpeyvîna we (ANF) de qala gelek xalên girîng jî dike. Wekî mînak, Farqînî ba ldikşîne ser oto-asîmîlasyonê ku Kurd bi destê xwe, zimanê xwe qels dikin. Li şûna ku bi zimanê xwe yê dayikê bipeyîvin, di jîyanarojanê de zimanên din bi kar tînin. Ev yek, taybetî li Bakur di astekexeter de ye û hema bêje her warên jîyanê di bin serdestîya Tirkî de ye.
Birêz Farqînî rast dibêje ku mafê perwerdeya bi Kurdî pir girîng e û di parastin, vejandin û pêşvebirina zimanê Kurdî dê roleke jîndar bilîyze. Bê guman, gava zimanek dibe alava perwerdeyê, pêşveçûna wî jî xûrtir û lêztir dibe. Bi vî awayî, ziman li xwendingehan tê hînkirin, bi hezaran pirtûk û materyalên din yên fêrbûn û fêrkirinê têne amadekirin û gelek lêkolînên zanyarî li ser zimên têne kirin. Lê, divê em ji bîr nekin ku mafê perwerdeya bi Kurdî, biryareke sîyasî ye ku girêdayî desthilatdaran e. Bi gotineke din, perwerdeya Kurdî çiqas girîng be jî, biryara wê ya dawî di destê karbidestên dewleta Tirkîye de ye û divê Kurd li benda wê biryarê nemînin. Bi hemî karîn û zanînên xwe xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û wî zimanî biparêzin.
HIN DÊ Û BAV KURDÎ FÊRÎ ZAROKÊN XWE NAKIN
Cîhê daxê ye ku gelek dê û bavên Kurdan zimanê xweyê zikmakî fêrî zarokên xwe nakin û nifşên nû bi zimanê Tirkî mezin dibin. Zarok gava bi zimanekî xencî zimanê xwe yê dayikê mezin dibin, xeter heye ku ji çand, folklor, muzîk û cıvata xwe jî dûr bikevin. Wekî ku zimanzanê navdar ê Amerîkî Michael Chyet dibêje, “Zimanê ku zarok pê napeyîvin, zimanekî bê paşerojê ye”. Loma jî, erka herî girîng ya dê û bavên Kurdan ev e ku li gel zarokên xwe Kurdî bipeyîvin û misoger bikin ku nifşên nû zimanê xwe yê zikmakî rind bizanin. Bê biryaryan jî erê kirina kar bi destên dewletê, hemî dê û bav dikrin zimanê xwe, an ku çand, folklor û muzîka xwe hînî zarokên xwe bikin û nasnameya Kurdî biparêzin. Bi dîtina min, ev xal ji perwerdeya Kurdî ji girîngtir e û her dê û bav dikare vê yekê bi cîh bîne. Ji bo pêkanîna wê, Kurd ne hewceyî alîkarî yan jî destûra dewletê ne.
DIVÊ QEDRA ZIMÊN BÊ ZANÎN
Bi dîtina min, Kurd divê berî her tiştî pênasînê bi vê rastîyê bikin û xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û wî zimanî hembêz bikin. Heta ku Kurd qedra zimanê xwe nizanin, hemî pêngavên ku têne avêtin kêm dimînin û nagehijin tu armancan.
JI BO KAMPANYAYÊN JI BO ZIMAN TÊN DESTPÊKIRIN REXNE
Her sal ji alîyê sazîyên Kurdan ve kempeynên axaftin û karanîna zimên têne kirin, lê piştî demekê ew hemî têne jibîrkirin. Roleke pir girîng dikeve ser milên sîyasetvanên Kurd ku di kêşeya ziman de samîmî û jidil bin û zimanê Kurd îwekî alav kar neyînin. Wekî nîşaneya qiymetdana zimên, divê hemî berbijar (namzed) ên partîyên Kurdan zimanê xwe yê zikmakî bizanin, kesên ku Kurdî nizanin nebin namzed. Divê em ji bîrnekin ku ji bo vejandin, parastin û dewlemendkirina zimanekî qadên jiyînê hebin da ku ziman winda nebe û geşbûnîya xwe biparêze.
TESBÎTA FARQÎNÎ RAST E
Ji Înstîtûya Kurdî Li Stockholm, Şoreş Reşî, Kamran Simo Hedilî, Xizan Şîlan: Wek tê zanîn di destên kesî ji me de hijmareke îstatîstîkî nîne. Hemû şîrove û nirxandinên beşê Bakur li ser esasê çavdêrî û texmînan tên kirin.
Bi vê re jî, em tesbîta mamoste Farqînî rast dibînin. Mirov dema ”Rojnnameya Kurdistan” derketî (1889) dema niha bide ber hev, dibîne ku ferqeke neyê texmînkirin pêk hatiye. Wê demê kurd hema hema ji sedî not li ser axa Kurdistanê bi Kurdî dipeyivîn û xwendin û nivîsandin pir kêm bû. Eger em texmînekê bikin, ew ê bibe ji sedî 90 û ji sedî 5!
Piştre eger mirov bê serdema (1932-33) ”Hawar” ê, rewş hema hema wek hev e. Lê dibe ku di xêra wan rojname û kovaran de hêjmara yên dixwînin û dinivîsin bibe ji sedî 90 û 6-7!
LI BAJARAN KURDÎ HAT DERECEYA DUWEMÎN
Dîsa mirov dikare nirxandinekê berî serdêma 1984 an piştî wê jî bike. Berî 84 an gund nehatibûn valakirin û ew wek kaniyeke Kurdî bûn. Piştî 84 an gund hatin vala kirin û ew kanî bi piranî zûha bû. Xelkê hatî bajaran bi kurdî nehatine bajaran. Li bajaran zimanê tirkî hekimê jiyanê bû û yên hatine bajaran xwestin zû fêrî wî zimanî bibin. Yanî kurdiya xwe li gundan hiştin, lê siyasî hatine bajaran. Li bajaran bi jiyanê re siyaset jî bi tirkî bû. Ji bo wê li bajarên Bakur Kurdî hate dereca duyem.
AXAFTIN TENÊ LI MÊRDÎN, BOTAN Û HEKARÎ MAYE
Yên koçberî metrepolan bûyîn, hema hema Kurdî ji bîra kirin û nifşê nû bi temamî bi Tirkî diaxife. Ev bû derbeyeke û li Kurdî ket. Aliyê din piştî 84 an Tevgera Azadîxwez û kadroyên giredayî wê; bi bedelên mezin, bi qehremaniyên bêhempa, tekoşîneke bênavber berdewan kirin. Lê mixabin ser dema pêşî giringî nedana axiftina kurdî. Ji axiftinê pirtir di nivîsandin û xwendinê de gavên mezin dan avêtin. Rojnameyên rojanê, kovar, TV û pirtûk derketin. Vê yekê di aliyê nivîsandin û xwendina kurdî de standartkirin û di pêkhatina zimanekî bilind de roleke mezin leyîst. Vê yekê, nivîsandina bi devokan hema hema ji holê rakir, heta zarava jî nêzikî hev kirin. Îro gelek kes dikarin Dimilkî, Soranî (bi tîpê latînî) bixwînin û fêm bikin. Di rewşa îro de pila xwendin û nivîsandine zêde bû. Lê ji alî axaftine ve mirov berbiçav dibîne ku kêm bûye. Îro li bajaran dengê Kurdî gelekî kêm tê bihîstin.
Tenê xêta jêrê ango navçeyên Mêrdîn, Botan û Hekarî mane, li yên din Tirkî serdest e. Kurdîaxifî îro hatiyê dereceya ji sedî 30-40 lê xwendin û nivîsandin bûyê ji sedî 12-16.
RÊ Û RÊBAZÊN NÛ YÊN BIŞAFTINÊ
Bê gûman, ev yeka tenê bi îhmalkariya kurdan pêk nehat. Dewletê jî rê û rêbazên nû yê pişaftinê (asîmîlasyonê) dîtin. Dibistan vekirin, Tv zêde bûn, programên taybet di tv de hatin wêşandin, kurd koçber kirin û hwd. Di kêmbûna axaftina Kurdî de rola wê yekê jî zêde ye.
BILA KREŞ BÊN VEKIRIN
Berî her tiştî pêwist e kurd bi tekoşîna xwe, mafê perwerdeyê bi dest xin. Heta ku ev yeka pêk neyê, Kurdî di nava xeterê de ye. Çi dibe bila bibe divê ji vê daxwazê bi paş ve gav nayê avêtin.
Heta ku ev mafê bê bidestxistin gelek karên pratîk û komple yê ku em bikin jî hene: Di serî de gereg li her derê krêş bên vekirin.
JI BO BDP’Ê ÇEND PÊŞNIYAR
Tevgera siyasî divê di Kurdî axaftinê de bi israr be. Bi taybetî jî BDP ne ku carna ji bo reklamê, şaredar û kadroyên wan bi Kurdî bipeyivin. Divê kurdî di hemû aliyên jiyanê de bi kar bînin.
Koroyên zarokan bên avakirin û ev koroyên zarokan li gelek bajar û taxan konseran bidin. Fîlm û pirtûkên bi CD ji bo zarokan bê belavkirin. Şanoyên seyar bîne sazkirin û ev şano hero li taxekê bileyîzin. Li bazar û kolanan, herkes bi israr bi yên hemberê xwe re bi Kurdî bi axaftin. Her meh, an jî ji du mehan carekê ji bo kurdî axaftinê kampanyayên cor bi cor werine destpêkirin. Divê em zimanê kolanan bikin kurdî. Kirîn, firotin, dan û standinên xwe bi tevayî bi kurdî bikin, da ku zimanê me li herderê welatê me belav bibe û ser bikeve.
Xetereyek wiha demkin nebe jî, di dema dirêj de heye. Ziman wek darekê ye, perwerde jî rayên (kokên) darê ye. Eger tu wî rayî bibirî dar dê hişk bibe. Lê yê ku temenê darê dirêj dike rayên wê ne. rayên civaka jî zarok in. Eger zarok perwerde nebîne, ziman bi pêşnakeve û berheman nade. Perwerde ji bo ziman oksîjen û ava jiyanê ye. Ji bo wê, li ser mafê perwerda bi Kurdî divê niqaş neyê kirin. An bi destxistina perwerde, an bi destxistin. Ji vê pê ve riyeke din nîne û em nabînin.
EZ TEVLÎ VÊ NÊRÎNA ZANA FARQÎNÎ NABIM
Rizoyê Xerzî, Nivîskar Bi rastî beriya bersiva we bidim, ez dixwazim tiştekî bi bîr bixim; ez ne zimanzan im lê bi kêmanî derdora 20 salan e ku bi vî zimanî dinvîsim û bi vî zimanî karê rojnamevaniyê dikim. Dîsa jî ez dixwazim wekî heskiriyekî vî zimanî çavdêriyên xwe bînim ziman. Bê guman ev çavdêrî jî ne bi anketan hatiye amadekirin lê çavdêriyê min ê ku di jiyana rojane de min his kirine.
Ji ber ku bi salane ez li bajarê Amedê dijîm bêguman dê çavkaniyên min jî derdora min be, heke ez bajarê Amedê ji xwe re wekî bingeh bigirim, ez tevlî vê nêrîna mamoste Zana Faqînî nabim. Ji ber rewşa vî bajarê ku nêzî deh salane ez lê dijîm gelekî ber bi başiyê ve hatiye guhertin di warê axaftina kurdî de. Li gorî min bandoreke mezin li ser kolanê bûye, dema ez rewşa niha û ya berî 10 salan li Amedê bidim ber hev gelekî aşkEre ji bihîstina axaftina bi kurdî tê xuyakirin ku ji berê zêdetir bûye. Berî 9-10 salan ji min re bûbû hesret ku di kolanê de hevokek bi kurdî bibhîzîm, lê niha dema ku mirov di kolanê de dimeşe ne tev bin jî mirov dikare gelek caran li diyalogê bi kurdî din ava xelkê Amedê de bibîne û bibihîze.
GIRÎNGIYA ŞAREDARIYAN
Li gorî min, sedemên vê pêkşetinê gelek hene. Di serî de mirov dikare bidestxistina kurdan a şaredariyan û parlementoyê wekî mînakeke herî berz destnîşan bike. Ji ber ku hişmendiya bi salan dewletê di sere gele kurd de çand bi vê yeke hejiya.
Bi salane medya û perewerdehiya bi zimanê tirkî kurd wekî kesên paşketî, nezan û gundî dida nişandan. Dema mirov bala xwe bide rêzefilmên tirkî jî ew dibe mînakek baş ji bo vê hişmendiyê. Kurd di hemû rêzefilman de gundî, nezan û paşketî ne û kurdê herî baş di van rêzefilman de kesên xwefiroş, kujer û an çayê difroşe an jî garson an dergevanê avahiyekê ye.
Em vegerin ser guhertina vê hişmendiyê. Di salên dawî de piştî ku tevgera gele kurd giraniya xwe da ser hilbijartinên herêmî û piraniya şaredar û parlementerên kurdan bûn kurd vê yeke hinekî ew hişmendiya ku bi salan derbarê kurdan de hatibû çandin hejand.
Êdî kurdan dît ku ne tenê gundî û nezan bi zimanê kurdî diaxifin û hemû karên xwe dimeşînin lê kurd dikarin bibin şaredar û parlemnter jî û ew şaredar û parlemnterên ku bi kurdî diaxifin tevî hemû astengiyan û bi sedan doz li wan vebûn, dîsa jî bi kurdî xwe tînin ziman. Bê guman vê yeke ew hişmendî hinekî be jî guherand.
JI NEZANÎ BER BI MAMOSTE VE
Her wiha wekî mînak berê dema mirovek diçû dikanekê, an jî karekî wî li cihekî heba û bi kurdî diaxifî, xwediyê wê dikanê an jî ew kesê ku muxateb digirt jî wekî kesekî nezan û cahil lê dimeyzand. Lê niha dema ku tu biçî dikanekê û bi wan re bi kurdî biaxifî piraniya wan dê ji te re bêje keremke mamoste. Yanî berê ji ber axaftina te ya bi kurdî te wekî nezan hesab dikir, lê niha te wekî kesekî zana û mamoste hesab dike.
Bê guman roleke mezin a medya û çapemeniya kurdî jî di guhertina vê hişmendiyê de heye. Nemaze jî rola Med TV, Medya TV, Roj TV û hemû tv yên kurdî jî kedeke mezin di guhertina vê hişmendiyê de dane. Divê em ji bîr nekin ku saziya ziman û perwerdeyê TZPkurdî jî roleke girîng dilîze ku hejmara xwendevanên kurdî zede bibe ji berk u salane bi sedan xwendekar sertefîkayên xwe ji wir digirin.
JI BO AXAFTINA BI KURDÎ ÇEND PÊŞNIYAR
Li gorî nerîna min, di hemû warê jiyanê de çi qasî kurd bikaribin gavan bavêjin û xwedî li hev derkevin, xwedî li sazî û dezgehên xwe derkevin û serkeftinan di warê rêveberiya herêmî de bi dest bixin ew qasî zimanê kurdî jî bi pêş dikeve û zêdetir tê bikaranîn. Ev zimanê ku bi salane li dijî wî hemû rengên pişaftinê hatine kirin û ceribandin lê xwe bi çîrokên dayikan li ser lingan hiştiye. Niha hinekî ji wî alî de rewş ne baş e, ji ber me berê digot ‘li zimanê dayikê xwedî derkeve’, niha heke dayik jî bi tirkî bi zarokan re biaxife wê zimanê zarok ê dayikê jî bibe tirkî, erebî û farisî.
Her wiha div ê derbarê de rola herî giring dikeve ser milê dezgeh û navendê çandê jî ku zimanê xwe bi her kesî bidin heskirin û jiyaneke kurdewarî bijîn. Divê hemû berhemên ku bi kurdî di televizyonan de tên pêşkêşkirin têr xweşik û zengîn be da ku bikaribe bi qasî televizyonê bi zimanên din bala mirovan bikişîne ser xwe.
Bê guman guhdar û temaşevanên kurdî jî berê ji ber gelekî tiyê zimanê xwe bûn, çi dihate ber wan qebûl dikin lê niha hinekî ew tîbûn qediyaye. Êdî li kalîteyê jî digerin. Êdî tiştên profisyonel dixwazin. Êdî stran tevî bi dehên kanalê stranan hene lê bala wan nakişîne ji bilî stran û govendê dixwazin bi zimanê xwe li film û rêzefilman temaşe bikin.
ROLA DAYÎKÊ
Di çaxa me ya îroyîn de, tê gotin ku “ger zimanek nebe zimanê perwerdehiyê, ew ziman tune dibe”. Gelo bi taybet li Bakûrê Kurdistanê xeterî û metirsiyeke wiha li ser Kurdî heye an na? Zimanê kurdî bi hezarê salane bi saya çîrokên da û dapîran xwe gihandiye heta roja îro, lê mixabin em dibînin ku em gihane astekê ku li gelek deveran dayik jî êdî bi kurdî bi zarokên xwe re napeyvin, lewre jî divê pêşî li vê bê girtin û gelek gavên lezgîn ji bo perwerdehiya bi kurdî bên avêtin lê berî tevî divê ji malê dest pê bike. Dibistana herî mezin ji malê dest pê dike û divê bi bernameyên cuda ên herî nû ev ziman di riya televizyonan de bi zarokan were şêrînkirin. Ne bi gotinê em bêjin zimanê me şêrîne, lê bi berhemên ku bala zarokan dikşîne û asta wan bernameyan ne kêmî bernameyên ku ji bo zarokan bi zimanên din tên amadekirin be.
ANF NEWS AGENCY