1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Gelo dixwazin li Geliyê Dîcleyê çi bikin?
Gelo dixwazin li Geliyê Dîcleyê çi bikin?,gelo,dixwazin,li,geliyê,dîcleyê,çi,bikin

Gelo dixwazin li Geliyê Dîcleyê çi bikin?

A+ A-

14 Gulan

MEHMET CÛRAN

AMED (DÎHA) - Cîh û warên dîrokî yê Amedê ji bêxwediyê û rantên hinek kesan tên talankirin. Li dijî qirkirina xwezayê jî rayedar bêdeng in. Di bin navê projeya "Gihandina Fêkî û Masîvaniya Çandî" Geliyê Dîcleyê tê talankirin. Tevgera Komeleya Ekolojiyê ya Amedê jî diyar kir ku derxistina xîz û mûdaxeleyên din ên li Geliyê Dîcleyê pêk tên texrîbatek mezin derdixe hole. Welatiyên li taxa Fîskaya dijîn jî li hemberî vê projeyê nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Baxçeyên Hevselê û Geliyê Dîcleyê di dîroka Amedê de xwedî cihekî girîng e. Gelek welatî bi çandîniya li vir dikin debara xwe dikin. Ligel çandîniya li berava Çemê Dîcleyê gelek welatî karê masîvaniyê jî dikin. Li aliyê din gelek derdor bi hinek projeyan zirarê didin Çemê Dîcleyê û xwezayê wê. Ligel bertekên welatiyan bêdengiya rayedaran a li dijî qirkirina xwezaya Çemê Dîcleyê didome. Fîrmaya Gunteks bi projeya bi navê "Gihandina Fêkî û Masîvaniya Çandî" Çemê Dîcleyê talan dike. Welatiyên li taxa Fîskayayê dijîn jî li dijî vê projeyê bi bertek in. Welatiyê bi navê Muhsîn Aslan ê ku li tax dijî diyar kir ku li ser Baxçeyên Hevselê projeyên qirkirinê yên mezin hene û wiha got: "Golên ku di bin Fîskayayê de di bin navê 'Gihandina Fêkî û Masîvaniya Çandî' tên çêkirin texrîbatekî mezin dide xwezaya Dîcleyê. Gava ji bo darên Hevselê çalakî kirin, divê ji bo van golên mezin jî çalakî bên kirin. Ev gole ji bo talankirina Hevselê dest pê kirin. Piştre ev proje dê bikeve sînorên Baxçeyên Hevselê. Ji xwe di çêkirina van golan de gelek dar jî hat biran"

'Bila herkes li Hevsel û Geliyê Dîcleyê xwedî derbikeve'

Aslan, anî ziman ku proje tenê ji bo golên masiyan nayê çêkirin û Hotela Hîltonê ya jorî Fîskayayê vala nehate çêkirin û wiha axivî: "Li Fîskayayê Otela Hîltonê hatiye çêkirin. Ev yek jî tê wateya heya 5-10 sal piştre bibe sedema komkujiyekî mezîn a xwezayê. Dîsa li vir gelek kafe çêbûne. Çend meh berê li vir qirkirina daran hebû. Pêşerojê projeyên HES'an jî difikirin. Em projeyan HES'an naxwazin. Divê hemû kes bertakan nîşanî vê yekê bide. Bila hemû kes xwedî li Hevsel û Çemê Dîcle derbikevin." Aslan, da zanîn ku Baxçeyên Hevselê ji bo Amedê gelek girîng e û wiha pê de çû: "Bila rayedar bikevin dewreyê. Em wan golan naxwazin. Li Geliyê Dîcleyê bi hezaran dar hene. Heke ev cîh têkeve faliyetê xwezaya vê derê dê tune bibe. Di çêkirina van golan de rantekî gelek mezin heye. Kê destûr da çêkirina golan û armanca wan çi ye? Heke destûra çêkirina van golan dan, dibe ku sibe destûr çêkirina HES'an jî bidin. Heke îro em mûdaxeleyên vê tiştî nekin, em ê nikaribin mûdaxeleyê tu tiştekî bikin. Em dixwazin bila her kes xwedî li vir derbikeve. Di çarçoveya projeya golan de xirakirina Fîskayayê jî heye. Heke projeyek bê çêkirin jî divê nêrînên gel bên girtin."

'Li masayan rûdinin û li pey rantê digerin'

Welatiyê bi navê Îbrahîm Ay jî diyar kir ku piştî van golan xwezaya Hevsel û Geliyê Dîcleyê xirab dibe wiha got: "Ji ber vê projeyê Çemê Dîcleyê hişk bû. Li vir Otêl çêbû, piştre xwestin li Hevselê daran qir bikin. Nîyeta wan heye ku di pêşerojê de dest biavêjin zêvî û baxçeyên me jî. Ji Fîskayayê bigirin heta pireya deh derî gelên vê derê bi sebze û fekiyan debara xwe dike. Ev mirovên me xizan in. Hinek mirov van tiştan nafikire. Li masayan rûdinin û li pey rantên xwe dikevin. Heke îro em dengê xwe dernexin sibê em nirkarina ji wan re tiştek bibêjin. Divê bertekê me jî li cîhê xwe be. Heke dem derbaz bibe, sûda wê bertekê namîne. Divê gel li hemberê qirkirina Geliyê Dîcleyê û Hevselê bisekine."

Welatiyê Fîskayayê Orhan Kurtuluş jî diyar kir ku xîz ji Geliyê Dîcleyê tê derxistin û ev yek encama feraseta rantê ye û dibe sedam qetilkirina xwezayê ye û wiha got: "Li vir di bin navê masîwaniyê xîz tê derxistin û tê firotin. Em wek niştecîhên taxê dê her tim li hemberê van projeya bisekinin. Bila sazî xwedî li Geliyê Dîcleyê derkevin. Em dixwazin qetlîama xwezayê bi dawî bibe."

'Ji Geliyê Dîcleyê re tu mûdaxale nayê qebûl kirin'

Tevgera Komeleya Ekolojiyê ya Amedê jî diyar kir ku derxistina xîz û mûdaxeleyên din ên li Geliyê Dîcleyê pêk tên texrîbatek mezin derdixe hole û wiha got: "Ji ber ku Geliyê Dîcleyê di demê dawî de endama ÛNESCO'yê ye divê tu mûdaxele li vir çênebe. Lê ocaxên xîz û gola ku ji bo masîwaniyê çêdibe, gelek zirar dide ekolojiya Hevsel û Geliyê Dîcleyê. Ev xebat ava çem kêm dike û qirêj dike. Ev qirêjî gelek zirar dide xweza û ajalan. Ji Geliyê Dîcleyê re tu mûdaxale nayên qebûl kirin."

'Projeya me dê hêz bide ekolojiya Geliyê Dîcleyê'

Endamê Lijneya Rêvebiriya Gûnteksê Ramazan Batbay jî diyar kir ku hinek kes tên wan re dibêjin hun karê derxistina xîz dikin û ocaxên we zirarê dide xwezaya Geliyê Dîcleyê. Batbay, anî ziman ku golên ew çêdikin tu zirar nade xwezaya Dîcleyê û ev proje jî ji bo masîwanî û darê fekîyan e û wiha axivî: "Projeya me tu zirar nade xwezaya gelî. Projeya me ya golan û darên fekiyan ji xwezaya gelî re guncav e. Projeya me dê hêz bide ekolojiya Geliyê Dîcleyê. Armanca me ew e ku em dixwazin alîkarî bidin aboriya Amedê. Yanî projeya me ekolojîk e. Di sala 2004'an de me destûr ji saziyên wek şaredarî, walîtî û wezaretiyê girt. Piştî wan destûran me da me dest bi projeya xwe kir. Projeya me projeya Geliyê Dîcleyê ya piçûk e."

(mc/bd)