Gelo hilbijartinên pêşwext pêk tê?
Piştî ku Rawêjkarê MÎT’ê Hakan Fîdan bi navê gumanbartiyê ji aliyê dozgeriya rayetaybet ve hate bangkirin, çapemeniya Tirk vê yekê weke şerê desthilatiyê bi nav kir.
Piştî ku Rawêjkarê MÎT’ê Hakan Fîdan bi navê gumanbartiyê ji aliyê dozgeriya rayetaybet ve hate bangkirin, çapemeniya Tirk vê yekê weke şerê desthilatiyê bi nav kir. Çavkaniyên polîsan didin diyarkirin ku, ”MÎT’ê xwe di nava KCK’ê de bi cih kiriye û beşdarî hin çalakiyan bûye” ev îdîa jî zemîna lîstokên qirêj nîşan didin.
Tê payîn ku ev rageşiya bi qanûna Şîkeyê dest pê kir û daxuyaniyên Cemeetê yên der barê vê yekê de, herî dawî lêpirsîna der barê endamên MÎT’ê de nîşan didin ku dê ev rageşiya di navbera AKP-Cemeetê de dijwartir bibe.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên diyalog û siyasî çareser bibin, di nava şert û merên esaretê de gelek hewl da û PKK’ê jî zemîna hevdîtinê da. Lê li şûna ku Serokwezîrê Tirk vê firsendê binirxîne, li dûv werîzê yên ku dibêjin “Em ê bi tesfiyekirinê çareser bikin” ket.
Erdogan maseyê diyalogê weke firsenda qezençkirina demê ji xwe re dît, piştre jî li ser maseya diyalogê rabû û pêvajoya hevdîtinên di navbera dewlet û PKK’ê de tune hesiband. Piştî ku zanî êdî pirsgirêk bi rêyên şer û bombeyan çareser nabe, vê carê jî li rastî astengiya Cemeetê hat û Cemeet dixwaze wê weke mehkûmeke şer lê bike û tevbigere.
Rawêjkarê MÎT’ê Hakan Fîdan ji ber hevdîtinên bi Ocalan û PKK’ê re ket ber lêpirsînan. Armanca vê lêpirsînê weke sabotekirina zemînê diyalogê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane û diyalogê tê nirxandin. Dixwazin rêya diyalogê ya ji bo çareseriyê bibirin û rêbaza diyalogê krîmînalize bikein.
BER BI HILBIJARTINA PÊŞWEXT VE
Ger desthilatiya AKP’ê ji bo çareseriyê aşitiyê pêk bîne, dê bi awayeke xurt ji nava pêvajoyê derbikeve, lê dema ku diyalogan di nîva rê de hişt û dest bi rêbazên şer kir, hêza xwe ya siyasî wenda kir. Hikûmeta AKP’ê di hilbijartina 12’ê Pûşperê de ji sedî 50’yê dengan wergirt, lê vê hêza xwe tenê karî di dema biryaragirtina ji bo şer de bi kar bîne. Hikûmeta Erdogan a ku teslîmê şer bûye, heta niha ne bûyera Roboskiyê û ne jî operasyonên li hemberî MÎT’ê fêm kiriye. Ev yek jî xwe di nava koma partiya wê de dide der. APK’ê got ku ez wesayeta leşkerî tasfiye bikim, lê ew bi xwe li rastî operasyona wesayeta leşkerî ya ku bi destê xwe afirandiye hat. Piştî van operasyonên li hemberî MÎT’ê êdî pêşketinên ber bi hilbijartineke pêşwext ve qewimî û AKP nikare pêşî li vê yekê bigire.
Di nava parlementerên AKP’ê de tişta herî zêde tê gotûbêjkirin çûyîn û neçûna Hakan Fîdan bo îfadeyê ye. Ev yek weke pîvana ka kî di vê şerê desthilatiyê de bi hêz e. Her çendî heta niha tu parlementerên AKP’ê bi aşkereyî nebêjin ew li aliyê Cemeeta Gulen in, lê ger Erdogan hêza xwe wenda bike, dê gelek ji van parlementerên wî bêne dijberê wî.
ANF NEWS AGENCY